Hîlala Zêrîn çanda dayikan kurdewarî ye

Hîlala Zêrîn a Kobanê jî lez da xebatên xwe yên 8’ê Adarê. Koma dayikan a govendê, koma muzîkê ya Hevrîn Xelef û gelek komên din ji bo pîrozbahiyê amadekariyên xwe yên dawiyê dikin.

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di dîrokê de erdnîgariya Toros-Zagrosê di navbera Afrîka (parzemîna cinsê mirov lê derketiye holê) û Avrasyayê de (Erdnîgariya lê civaka şaristaniyê pêk hatiye) ne bi tenê di civaka mirov de ji Homo Sapiens, şoreşa cotkarî ya neolîtîkê û şoreşa bajar a şaristaniyê re bûye dergûş, di heman demê de ew gihandine dîroka me ya nêz û heya şoreşa endustrî ya Ewropa Rovaja aniye, mezin kiriye. Niha jî di krîza herî kûr a mirovahiyê de ku koka wê di modernîteya kapîtalîst de ye, hebûna rastiya Kurd weke qebristanake mirov diçin ziyaretê ye. Dîrok careke din li heman erdnîgariyê li ser navê modernîteyê zorê dide Kurdan ku hebûnên civakî biparêzin û mirov azad bikin û bang li wan dike ku modernîteya demokratîk ava bikin. Jinan riya parastina çanda neteweya demokratîk ku di bin sîwanek bi ewle de were parastin di damezrandina Kevana Zêrîn de dîtin. 
Pêşketinên çandî
Li ser vê bingehê Tev-Çand Tevgera Hîlala Zêrîn di sala 2015'an de li çiyayên Kurdistanê hatiye avakirin, di 2016'an de li herêma Cizîrê, di 2017'an de li herêma Efrînê û di 2'yê Adara 2018'an de li Kantona Kobanê hatiye avakirin. Beriya avakirinê jinan bi awayek xweser, di navenda çand û hunera Baqî Xido de xebatên xwe didan meşandin. Xebatên Hîlala Zêrîn bi 3 jinan û komeke govendê ya bi navê Şehîd Viyan Peyman ku ji 8 kesan pêk dihat hatiye destpêkirin. Beriya şoreşê her çendî jinan bi awayek veşartî cihê xwe di nava xebatan de girtibin jî lê piştî damezrandina şoreşê êdî jin bi awayek çalak beşdarî her qada civakê bûn. Yek ji van qadan jî huner e. Jin di qadên hunerî de bûne xwedî tecrube û gelek ji wan jinan niha cihên xwe di nava govend, koma muzîk, şano, helbest û nivîskariyê de digrin.
Bi derfetên kêm xebatên Hîlala Zêrîn berfireh bûn
Di encama serkeftinên ku bi dest xistine jinan biryar dan ku wekî jin bi serê xwe hunerê bigihînin asteke bilind. Li ser vê biryardariyê û piştî ku navendên Hîlala Zêrîn li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê- Rojava hatin avakirin. Bi keda her sê jinan navenda Hîlala Zêrîn li Kobanê jî hat vekirin. Piştî demeke kurt şaxeka xwe li gundê Xurxuriyê vedikin, li gund komeke govendê ku ji 12'e kesan û koma şanoyê tê avakirin. Navê Hîlala Zêrîn berê Kevana Zêrîn bû, ji ber berfirehbûna xebatên wê di encama duyemîn konferansa bajarê Qamişloyê de biryar hat girtin ku navê Kevana Zêrîn bê guhertin û bibe Hîlala Zêrîn, sedema guherîna nav jî ew bû ku hemû pêkhateyên li herêmê dijîn bigrin nava xwe. Hîlala Zêrîn bi xwe tevgereke jinan e. Di Hîlala Zêrîn de koma dayikan a govendê, koma muzîkê ya şehîd Hevrîn Xelef, koma şanoyê ya mezin û zarokan a bi navê şîn û şahî, koma zarokan a şehîd Barîn Kobanê ya muzîkê, koma zarokan a şehîd Rêvana ya govendê. Komên govendê bi giştî 4 in ên muzîkê 3 û komên şanoyê jî 2 ne. Her wiha 4 mamosteyên ku perwerdeyê didin zarokan hene. Ji bilî govend, muzîk, şano wêneyên gîtar, tembûr, erbane û hemû amûrên muzîkê yên di destên wan de hene tên fêrkirin. Di heman demê de dersa wêne jî tê dayîn.
Der barê xebatên komê û hestên wan de Endama koma Barîn Kobanê ya zarokan, Leyla Xelîl nêrîna xwe parve kir. 
'Em ê bi awazên xwe tevli şahiya 8'ê Adarê bibin'
Hîlala Zêrîn hewl dide ku xwe bighîne hemû jinên bi hunerê re mijûl dibin. Jin, zarok û ciwan hêza xwe bi ya Hîlala Zêrîn re dikin yek û ji bo parastina çandê dibin xwedî ked. Leyla jî wiha behsa xebatên koma xwe dike: "Armanca Hîlala Zêrîn ew e ku ji nû ve çand û folklora xwe zindî bikin. Îro em jî wek zarok dixwazin xwedî li çanda xwe derkevin da ku çanda me neyê windakirin. Em ê bi hemû beşên xwe yên hunerî tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin, wê zarok pêşeroja Hîlala Zêrîn bikin civakeke hunerî. Bi nêzikbûna 8'ê Adarê re me dest bi provayan kiriye,  komên me yên şano, govend û muzîkê nêzî du meh in di nava liv û tevgerê de ne. Cihgirtina min di nava koma muzîkê ya şehîd Barîn Kobanê de ew bû ku ez bi dengê xwe hunerê vebêjim, ji ber di dema Rejîma Beasê de em nikaribûn bi dengê bilind biaxivin an jî stranan bibêjin, derfet li pêşiya me tunebûn. Lê îroj her kes berê xwe dide Hîlala Zêrîn cihê muzîk, govend, helbest, şano û bi awayekî serbest deng û hestên xwe derdixin. Bêyî ku kes astengiyan li pêşiya me derxe. Endamên komê hemû diçin dibistanê lê me dem ji xwe re veqetandiye ku em provayên xwe di rojên şemî û înî de bibînin."