Hîlala Zêrîn a Efrînê klîpa bi navê ‘Jinên Hunermend’ amade dike

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê Rohayî Bekir da zanîn ku di demeke nêz de wê li ser hêz û îradeya jinan klîba bi navê ‘Jinên Hunermend’ çêbikin û got ku armanca wan ji vê stranê ew e hêza jinan bêtir pênase bikin û bidin xuyakirin.

 
HESNA MIHEMED
Şehba- Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi alîkariya jinên ku cihê xwe di Tevgera Çand û Hunera herêmê de digrin, di nava liv û tevgera amdekariyên kişandina klîbeke nû de ne. Ev klîba duyemîn e Hîlala Zêrîn bi rengekî xweser çêdike. Di vê klîbê de dê nêzî 25 jin cihê xwe tê de bigirin. Klîb bi navê ‘Jinên Hunermend’ li ser hêz, îrade û berxwedana jinan e. Di heman demê de ji bo pênaseya îradeya jinan di jiyanê de û mayindebûna hebûna wan di civakê de klîb tê amadekirin. Di demeke nêz de wê xebatên kişandina wê bi dawî bibin û bê weşandin. Têkildarî amadekariyên kişandina klîbê Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê Rohayî Bekir ji me re axivî.
Awazên klîbê hêza jinan vedibêje
Rohayî der barê xebatên ji bo klîbê de ev yek anî ziman: "Klîba ‘Jinên Hunermend’ bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn û bi alîkariya hemû jinên Tevgera Çand û Hunera Herêma Efrînê dê bê derxistin. Endama Hîlala Zêrîn Bihar Silêman gotinên stranê nivîsandiye û derhênera wê jî Endama Komîna Sînemayê, Zîlan Silêman e her wiha Endama Hîlala Zêrîn Şêrîn Xelîl wê montaja klîbê amade bike. Wê Koma govendê ya Şehîd Viyan Soran bi gerandina govenda xwe beşdarî klîbê bibe. Me xwest hemû jinên hunermend û kedkar cihê xwe di vê klîbê de bigirin. Armanca me bi vê klîbê, pênaseya îradeya jinan di jiyanê de û mayindebûna hebûna wan di civakê de ye. Kilîb ji sê beşan pêk tê. Beşa hunerî, civakî û beşa leşkerî. Naveroka stranê jî hemû xweserî, qehremanî û rengê jinan vedibêje. Em dixwazin bi rêya vê stranê nameya xwe bigihîjînin tevahî jinan û îradeya wan binasin. Em bi hêvî ne ku klîba me bi dilê temaşevanan be."