Hîlala Zêrîn a Efrînê festîvala sêyemîn a zarokan li dar xist

Bi armanca zindîkirina çanda civakê û xwedîderketinê Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê mehrîcana sêyemîn a zarokan li kantona Şehbayê di bin şertên koçberiyê de li dar xist.

Şehba- Di bin dirûşma"Azadî ji zaroktiyê dest pê dike, em ê bi zaroktiyê Rêber Apo azad bikin" Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê mihricana 3'emîn a zarokan li hola Çand û Hunerê ya navçeya Ehdasa kantona Şehabyê li dar xist. Hola mihricanê bi wêneyên ku zaroktiyê nîşan didin û zarokên ku şehîd bûne hatibû xemilandin. Nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi sedan zarokên ji Efrîn û Şehbayê beşdarî mihricanê bûn. Nêzî du mehan amadekarî ji vê mehrîcanê re hat kirin bi armanca başbûna moralê zarokên koçber hat lidarxistin.

Mihricanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şîraz Hemo hestên xwe ji bo vê mihricanê anî ziman û got: "Ez di deh saliya xwe de di nav kar û xebatên çand û hunerê de bûm, ji bo min niha ev mihrican gelek bi wate û nirx e ku zarokên pêşerojê bi çanda xwe ve girêdayî ne û xwedî lê derdikevin. Ev bi xwe peyameke ji dijminê ku dixwaze çand û hebûna Kurdan qir bike. Em saz didin zarokên xwe ku xebat û tekoşîna me wê bidome heta em jiyana azad ji wan re biafirînin."

Piştre bi pêşkêşkirina hunerî domiya 13 komên stran û guvendê derketin ser dikê, di nav van koman de 200 zarok ji navendên çand û hunerê yên Efrînê, tevgera Hîlal Zêrîn, navenda çand û hunerê ya Şehbayê û navendên navçeya Şêrewaya Efrînê jî bi hunerên xwe beşdarî mihricanê bûn û tê de folklor û hebûna xwe nîşan dan. Zarokan bi rya xêzkirina wêneyan pêşangehk biçûk ku tê de hest û ramanên xwe yên zaroktiyê xêz kirine, pêşkêş kirin.

"Rengê zaroktiyê di vê mihricanê de li pêş bû"

Endama komîteya amadekar a mihricanê û rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê Şêrîn Reşîd behsa amadekarî û heyacana zarokan a ji bo vê festîvalê kir û wiha domand: "Azadî ji zaroktiyê dest pê dike, ji ber wê em giranî didin zarokan ku zaroktiya xwe bi azadî bijîn. Komên me yên çandê ji navçeyên kantona Şehbayê û navçeya Şêrewayê me komî hev kirin da ku di vê mihricanê de bi hev re hunerên xwe pêşkêş bikin û xwedî li çanda xwe derkevin. Di heman demê de komên ji pêkhateyên Ereb jî beşdar bûn û folklora herêma xwe bi me re parve kirin. 13 kom beşdar bûn, di nav şert û mercên koçberiyê de lidarxistina mihricanê gelek zehmet e lê dîsa berxwedan û îsrara zarokan zêdetir bû, nêzî du mehan hazirtî ji vê mihricanê re hate kirin û zarok dihatin perwerdekirin. Ev mihrican tê de çanda stran û guvendê hat pêşkêşkirin. Ev ji bo zarokên ku li deverên koçberiyê dijîn dibe moral û hêzê jê digrin. Xebatên me ji bo azadiya Rêber Apo ne. Cudabûna vê mihricanê jê yên din ew bû ku zarok bi sîstem û rêxistinkirî bûn û baş amadekarî jê re hat kirin. Berhemên zarokan ji aliyê wênexêziyê ve jî di vê mihricanê de cihê xwe girtin û rengê zaroktiyê di tabloyan de hat xuyakirin."

Mihrîcan bi stran û govendê bi dawî bû.