Hezkirina xwe ya hunerê vediguhêze tabloyên porselen

Hunermend Maya Fares, hezkirina xwe ya ji bo hunerê pêş dixe û xemlên navdar diafirîne. Maya Fares bi qursên ku vedike hunera çînî hînî gelek jinan dike.

SUZAN EBU SAİD

Beyrut – Seroka Komeleya Hunerên Bedew a Takween, Maya Fares ku li ser porselen hunera çînî kar dike, diyar kir ku wê pêşî jêhatiya xwe di vî warî de bi alîkariya pisporên Lubnanî keşf kir û pêş xist, piştre jî perwerdeya xwe bi atolyeyên li Fransa, London, Îtalya, Portekîz û gelek welatan qedand.

Maya Fares, anî ziman ku wê bi taybetî ji bo jin karibin li ser esasê hunera xwe xwedî derbikevin dest bi hînkirina hunera xwe kiriye û got, "Hûn hem ji aliyê derûnî ve mirovan bi erênî pêş dixin û hem jî serxwebûna xwe ya aborî bi dest dixin."

'Min karên kevn û nûjen anî gel hev'

Maya Fares diyar kir ku her perçeyek xwedan teknîkek cûda ye û got, "Fikrên cihêreng hene ku ez hewl didim bi rengekî ku îmzeya xwe bi xwe re sêwiran bikim. Mînak min navê Lubnan li ser tasek nivîsand û li gorî wê sêwirand. Me berhevokek taybet ji bo şeva sersalê derxist. Zêrê ku em di hilberên xwe de bikar tînin zêrê rastîn e. Sêwiranên meya plakê hene ku em dikarin ji bo mebestên xemilandinê li malê bikar bînin. Min ewil bi boyaxa avê û rûn dest bi xebatên xwe yên xêzkirina porselenê kir. Min karên kevn û nûjen anî gel hev. Min pêşangeha xwe ya yekem di sala 2013’an de vekir. Min jêhatîbûna xwe bi girtina qursên zexm ji profesorên Libnanî bilind kir û bi awayekî akademîk xwend. Ez çûm derveyî welat, bi taybetî Fransa û li muzexaneyên cihê geriyam da ku li ser hunera hevdem fêr bibim.”

'Ez hezdikim pirsgirêkên jinan ronî bikim'

Maya Fares da zanîn ku di hunera xwe de bi gelek mijaran ve mijûl dibe û wiha got: “Di hin ji wan de mijarên taybet ên jinan ên ku bala min dikişînin ji ber ku ez jin im, ez dixwazim pirsgirêkên wan ronî bikim û ragihînim. Ez dixwazim jin xwe bi pêş bixin. Min hewl da ku di tabloyên xwe de zextên ku jin pê re rû bi rû dimînin pêk bînim. Tabloyek min heye ku tê de rave dikim ku tevî bedewî û gulan jî stirî hene ku astengiyan temsîl dikin. Min tabloyek ku tê de malên ku di teqîna Beyrûtê de wêran bûne, amade kir.”

Perwerdeyê dide

Maya Fares der barê zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye wiha axivî: "Zehmetiya herî girîng krîza aborî ye. Li gel pirsgirêka kerabeyê qursên perwerdê jî kêm bûne. Ji bo sobeya porselen kerabeyek zêde pêwîst e. Enerjiya ku jeneratora elektrîkê nikare hilgire. Reng, stabîlîz û hwd. hemûyan duqat lêçûn hewce dikin. Pêvajoya şewbê jî bû sedema gelek pirsgirêkan. Ez niha sê qursên perwerdehiyê organîze dikim. Kursek me heye ku bingehên xêzkirinê hînî ciwanan dike.”

‘Ji bo fêrbûnê ne dereng e’

Alsie Halifa a Rêveberê berê yê saziyek modayê bû diyar kir ku ji zaroktoya xwe ve xêzkirinê pir hezkiriye û wiha got: “Ez bi kar û mêzekirina keça xwe re mijûl bûm, ji bo vê jî min di vê demê dawî de dest bi hûnerê kir. Ez beşdarî qursê bûm da ku rêgezên bingehîn ên hunerên xêzkirinê fêr bibim û jêhatîbûna xwe baştir bikim. Ji ber ku di jiyanê de tiştek fêr bibî ne dereng e. Armanca min di tabloyê de û di projeyên hûnerê de enerjî û hestên xwe azad bikim. Min bi boyaxa avê re dest bi wênesaziyê kir. Ez ê bi hûnermend Maya Fares re û û bi hûnera akrîlîk re berdevam bikim.”

‘Jin divê karî de bi enerjî ne’

Dr. Arlette Abi Halil Abdo a bi salan li ser hûnera porselen xebat dide meşandin û li ser hûnera xîzkirinê perwerde dide wiha got: “Ji derveyî pisporiya yedawiya fîzîk û ji pêvajoya coronayê yê şûn ve min dest bi hunera xêzkirinê kir, ku min ji zarokatiya xwe ve jê hez dikir û ji mêj ve xeyala wê dikir. Min xwe li qursa porselene qeyd kir. Ev sala min a 3’emîn ne û hîn jî berdevam dikim. Taybet karek ku asayîbûn û baldarî dixwaze ye. Ji bo afirandina berheman, pêdivî ye ku mirov di jiyana xwe de kêfxweş bibe û hin tawîzan bide. Ez kesên dedora xwe teşwîq dikim. Jin der barê vê kare de xwedî enerjî û zanyariyên erenî ne. Tasarimê ku ez derdixînim holê pir tên ecibandin. Ev jî dihêle ku baweriya min û xûlikariya min hîn zêde bibe. Min teşwîq kirin ku ez serkeftinên xwe peşkeş bikim.”

Arlette Abi Halil Abdo der barê hûnera porselen jî van tiştan anî ser ziman: “Her perçeyek behsa xwe dike. Reng tozek in ku em bi maddeyek diyar dihelin û pê re xêz dikin, dûv re em maddeya zirav a metalî datînin da ku ronek diyar jê re bidin. Li kêleka teknîkên hesas mîna platin, zîv, zêr em li ser camê xêz dikin û halê dawî tê dayîn. Piştre perçeyên porselen dixin firinê. Heya encama dawî tê dayîn ji çend qonaxa derbas dibe.”