Herî zêde jin ji cilên Kurdî yên kevin hez dikin

Ruxmî vîrusa coronayê jî jinan berê xwe dan sûka cilên Kurdî. Jinên cilên Kurdî çêdikin dibêjin: "Modela ku jin di cilên Kurdî de dixwazin hemû modelên Kurdî yên kevn in. Ev yek jî hezkirina jinan a ji bo cilên kevin ên Kurdî zêdetir dike."

Şînyar Bayiz
Silêmanî- Bi hatina meha Adarê û sala nû ya Kurdî re wergirtina cilên Kurdî weke çandeke Kurdan didome. Bi taybetî jin roja sala nû bi awayekî keyfxweş pêşwazî dikin. Di sala nû de jinên Kurd, Ereb û bi taybetî jinên ji derveyî welat hatine başûrê Kurdistanê vê rojê bi amadekirina cil û bergên Kurdî pêşwazî dikin.
Bi hatina sala nû ya Kurdî re li navçeyên cuda yên Kurdistanê jin bi wergirtina cil û bergên Kurdî sala nû bi şahî û seyranan pêşwazî dikin. Hemû jin vê rojê bi cil û bergên reng û reng pêşwazî dikin. Jinên ku ji bo roja sala nû ya Kurdî berê xwe dane sûka cilên Kurdî ji Ajansa me re axivîn.
“Cilên Kurdî çanda kurdan e”
Destpêkê jina bi navê Exter Qurbanî ya temenê wê 60 salî ye behsa di dema ciwaniya xwe de sala nû ya Kurdî çawa pêşwazî dikirin kir û got: “Carna ez li gel dayika xwe diçûm ji bo kirîna cilan. Gelek cureyên cilan wê demê hebûn. Dema dibû Newroz em diçûn seyranê me ji xwe re agir vêdixist û şahî dikir û me wextek xweş derbas dikir. Niha jî xelk ji cilên Kurdî hez dikin. Lê belê van du salên dawiyê ji ber vîrusa coranayê û qeyrana aborî xelk ji cilên Kurdî jî sar bûye. Di dema me de xelk feqir jî ûn lê belê dilê wan xweş bû, ji ber wê pîrozbahiyên sala nû ya Kurdî yên salên borî her xweştir bûn.”
“Cilên me sade bûn lê dilê me xweş bû”
Peyman Îsmail dide diyarkirin ku gelek ji hemwelatiyan di wê baweriyê de ne ku Newroza îsal ji yên salên borî cudatir bibe û dibêje: “Dema dibû Newroz kesû karên me hemû kom dibûn. Bi wesayîdan em diçûn seyranê, jiyana me ji niha xweştir bû. Her çiqasî niha qumaşên xweşiktir hebin jî wê demê dilê me xweştir bû. Gelek dem hebûn dema ez biçûk bûm, min cilên xwe datanî tenişta xwe heta dibû roja Newrozê.”
Jina ciwan a bi navê Lavîn Merîwan dide zanîn ku cilên Kurdî sade xweşiktir in ji cilên ku modelên cur be cur lê dikin û wiha got: “Niha cilên Kurdî her yek bi şêwazeke cuda tê çêkirin û modelên wan hemû cuda bûne. Li gorî min cilên Kurdî wekî serdema şêwaza xwe ya kevin bin wê xweşiktir û zêdetir diyar bibin.”
“Daxwaza ji bo cilên Kurdî zêdetir e” 
Seher Mena ya ku ev 13 sal in cilên Kurdî çêdike bal kişand ser ku herî zêde xelk ji cilên Kurdî yên sade hez dike û wiha pêde çû: “Niha jin gelek ji cilên Kurdî yên sade hez dikin û daxwaza çêkirina cilên sade yên kevin dikin. Vîrusa coronayê û qeyrana aborî bandorek mezin li ser cilên Kurdî jî kiriye. Di van du salên derbasbûyî de jinan gelek kêm cilên Kurdî çêkirine. Hinek jin ji bo xwe cilan amade kirine jî lê belê ji ber ji malê dernakevin nedurûtine.”