Herêm Nêrgiz, bi dengê xwe guhdaran mest dike

Di temenê biçûk de bi tembûra ku bi xwe lê dide her kesê heyranê xwe dihêle. Herêm Nêrgiz diyar dike ku bi zimanê dayikê, gotina stranên dengbêjiyê, eleqeya wê ya ji muzîkê re zêdetir kiriye û dibêje ku ji bo nirxên çandî yên civaka xwe zindî bihêle çi ji destên wê were ew ê bike.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Stranên dengbêjiyê yên Kurdî ku bi gotin xwe li bîra civakê de hiştine, ji nifşan digihîjin nifşên din. Stranên dengbêjên navdar ên Kurd bi salan ji aliyê gelek kesan ve hatin gotin û gihîştin roja me ya îro. Ev çanda dengbêjiyê ji bo ciwanên hunermend dibe mînak. Herêm Nêrzig, tevî temenê xwe yê nûciwan jî bi stranên ku ji bavê xwe hîn bûye dest bi gotina stranan kiriye û niha bi dengê xwe yê xweş, her kesê heyran dihêle. Herêm Nêrgiza 17 salî, bi perwerdeya ku du sal in dibîne re hem li tembûrê dide hem jî stranan dibêje û her wiha di gelek çalakiyên hunerê de stranan dibêje. 
“Stran û muzîka bi zimanê dayikê min bextewar dike”
Herêm Nêrgiz, bi van gotinan ji me re behsa maceraya xwe ya muzîkê dike: “Min bi meraqeke pir mezin xwe hînî lêdana tembûrê kir. Piştî ku hîn bûm, min stranên dengbêjiyê got. Di malbata me de kesên din jî bi muzîkê re eleqedar dibin. Min jî vê meraqê ji bavê xwe girt. Huner tiştekî pir xweş e lê ji derveyî vê, dema ku tu bi nirxên xwe, bi zimanê xwe karê hunerê bikî hesteke xweştir e. Bi zimanê dayikê gotina stranan, tişteke gelek bi nirx e. Piştî ku meraqa min bi vê hezkirinê re bû yek, mayînde bû.”
“Ez bi stranên Eyşe Şan û Meryemxanê mezin bûm”
Herêm Nêrgiz diyar dike ku ji ber bi zimanê dayikê stranan dibêje, zêdetir bi muzîkê ve hatiye girêdan û wiha didomîne: “Dema ku ez bi zimanê xwe stranan dibêjim, têkildarî muzîkê pir meraq çêdibe. Dema ez li stranên Eyşe Şan û Meryemxanê guhdarî dikim, deng û ahenga stranên wan min ber bi wan ve dibe. Ji ber bi zimanê dayikê ye, meraqa min zêdetir dike. Stranên wan heta roja me man, ez bi wan deng û stranan mezin bûm. Ez bawer im ku dê nifşên piştî me jî bi van stranan mezin bibin.”
“Ez di warê muzîkê de xwe bi pêş bixim”
Herêm Nergiz, diyar dike ku ew ê di warê dengbêjiyê de xwe bi pêş bixe û bang li ciwanên Kurd dike ku divê bi zimanê dayikê xebatên xwe bikin. Herêm Nêrgiz gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Dema ku ez bi zimanê dayikê stran dibêjim pir bextewar dibim. Zarok û ciwanên me yên îro divê bi zimanê xwe bizanibin, nirxên xwe nas bikin û di riya wan de gavan bavêjin. Ciwanên îro li dengbêjan guhdarî nakin, stranên wan nizanin, ji ber wê wekî xerîbên zimanê xwe dimînin. Ez weke jineke Kurd di vî warî de çi ji destên min were ez ê bikim. Ez pir ji muzîka Kurdî hez dikim û dixwazim pê re eleqedar bibim. Ji bo stranên Kurdî ragihînim, çi ji destên min were ez ê bikim. Dema ku em bi nirxên xwe bijîn, vê hunera dengbêjiyê berdewam bikin dê ev stran her dem bimînin.”