Hena Dawûd Pirtûka xwe ya "Çil binkeftin û ez" imze kir

Nivîskar û Helbestvana Kurd Hena Dawûd bi merasîmekê pirtûka xwe ya çaremîn a bi navê "Çil binkeftin û ez" îmze kir û da nasîn.

Nivîskar û Helbestvana Kurd Hena Dawûd bi merasîmekê pirtûka xwe ya  çaremîn a bi navê "Çil binkeftin û ez" îmze kir û da nasîn.
RONÎDA HACÎ
 Hesekê-Di şoreşa Rojava de gelek jinên Nivîskar û helbestvan bi pênûsa xwe berxwedan û têkoşîna jinan ya li hember dagirkerî, pergala baviksalarî nivsandin da ku dîrok vê berxwedaniyê ji bîr neke û her kes binas e . Yek jê Nivskar û helbestvana Kurd Hena Dawûd e ku di riya pênûsa xwe pirtûka xwe ya çaremîn a bi navê "Çil binkeftin û ez" êş, têkoşîn û berxwedana jinan di civakê de da nîşandan. Hena bi merasîmekê pirtûka xwe imze kir.
Nivîskar û helbestvana Kurd Hena Dawûd ji taxa Ezîziyê ya Bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyan dike, asta wê ya xwendinê zanîngeha zimanê erebî bi dawî kiriye. Hena cihê xwe di Komîteya Jinelojî ya kantona Hesekê de digre. Pirtûkên ku imze kiriye jî 4 pirtûkin.
Merasîmê danasîna pirtûka nû ya nivîskar û helbestvan Hena Dawûd bi beşdarbûna bi  dehan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar û mitran El-Cezîrê Mar Morîs li  Montaya Kafê  ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hate li dar xistin.
"Li peyî her binkeftinekê serkeftin heye" 
Têkildara vê mijarê Nivîskar û helbestvan Hena Dawud ji ajansa me re axivî û diyar kir ku pirtûka wê ya nû balê dikişîne ser gelek mijaran, binkeftin û serkeftin û got: "Ji ber mirov heya serkeftinê qezenc bike dê gelek caran bi bin jî bikeve, mirov ji binkeftina xwe fêr dibe û hêza wî xurtir dibe da ku di dema pêş de serkeftinê misoger bike. Ji bo wê jî min xwest di riya pirtûka xwe de ji hemû jinan re bêjim ku tucarî teslîm nebin, binkeftin ne xala dawî di jiyana mirova ye. Her çiqas em têkoşîna xwe bilindtir bikin em ê serkeftinê misoger  bikin.Ev pirtûka min ya  çaremîn e ku bi awayekî fermî tê îmzekirin, ya yekemîn bi navê "Stêrk jî rêwitiyê dikin" ku ji helbestan pêk tê, ya duyemîn jî bi nave "Ketina di soriyê de" ya sêyan "Malva Umer Hemdî" û niha jî pirtûka çaran a bi navê "Çil binketin û ez" ku ew jî ji helbestan pêk tê min îmze kir.'' 
"Xwendina pirtûkan lêgerîna zanebûnê ye"
Hena balkişand li ser paşguhkirina xwendina pirtûkan ji aliyê ciwanan û wiha got: "Civaka ku pirtûkan nexwîne ew civak nikare bigêje zanebûna heqîqetê, nikare dîrok û çanda xwe nasbike. Di riya pirtûkan de mirov hebûna xwe diparêze. Pirtûk lêgerîna zanebûnê ye. Civaka ku pirtûkan nexwîne ew civak rastî êrîşan tê û zû bi zû têk diçe. Ji bo wê ez bang li tevahî civakê dikim ku xwedî li dîrok, çand û hebûna xwe di riya xwendina pirtûkan derkevin. Wêje çeka bingehîn ji bo tevahî jinan e, jin bi zanebûna xwe dê bikaribe parastina xwe bike û mafê xwe bistîne, zanebûn jî di riya xwendina pirtûkan tê. Îro em bi pênûsa xwe rastiyê dinîvisînin da ku civak bighêje wê zanebûnê." 
Di dawiya merasîmê de Hena Dawûd pirtûka xwe îmze kir û ji aliyê mihrîcana Jinan ve Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskê tabloyeke hunerî diyarî wê kir.