Hemû amûrên kevnar ji bo parastina çanda Kurdî diparêze

Necîme Rûbîten jinek Germiyanî ye, ji bo dîroka çanda kevin a Kurdî biparêze, hemû amûr û kel û pelên ku di demên kevin de dihatin bikaranîn li mala xwe kom kirine.

ŞÎRÎN SALIH

Germiyan – Jin-dayik rêvebera herî sereke ya jiyan, çand û çandiniyê ye. Di hemû karan de her dem pêşengî kiriye, di serdemên kevin de her çendî ne hêsan bû jî lê belê jinan pişta xwe dida hêza xwe û ji nebûnê hebûn ava dikirin. Bi destên xwe amêrên karkirinê çêkirine û heta niha jî ev yek di nava Kurdan de maye û bûye beşek ji dîrok û çanda jinên Kurd.

Yek ji wan jinên bi hêz ku ji berê ve di karkirin û alîkariyê de xwedî hêzek zêde bû Necîme Rûbîten e ku ji aliyê xelkê gundê wê ve weke Hacî Necîme tê nasîn. Jinek 85 salî ye û ev nêzî 50 salan e li gundê Banexan ê Germiyanê dijî. Weke bi xwe jî behs dike heta beriya çend salan jî karê gund ê weke çandinî, lawirvanî û karên destan dikir lê belê niha ji ber temenê mezin, hêza wê ya van karan nemaye.

‘Jiyana berê li gora niha gelek xweş bû’

Hacî Necîme da zanîn ku destpêkê li bajar bûne lê belê ji ber nebûna çandinî û zoriyên jiyanê vegeriyane gund û wiha got: “Jiyan berê her çendî zehmet û westandina wê zêde bû jî lê belê ji ya niha xweştir bû. Ji ber ku têkiliyên civakî û xizmet germtir bû, niha her çendî asankarî zêdetir bûye jî ji ber amûrên elektronîk, têkiliyên civakî nemane.

Hacî Necîma behsa karên destan dike ew amûrên ku kar pê dikir weke ferş ku li mala xwe ji bo ciwaniyê di hilawestin muxel û gêrise û hwd. wiha got: “Ev ferşe min beriya 40 salan bi destên xwe û bi keda xwe çêkir. Dema ciwan bûm, me berê gêrise bi kar dianî ji bo çêkirina dan û piştî ku me danê xwe hûr dikir, me dikir xwarin, ev gêrise ne tenê ji bo min bû xelkê gund piranî dihatin ji bo karê xwe bi kar dinîn. Ew xwarina ku me bi vê gêrisê amade dikir, tam û bêhna wê ji xwarinên niha tê çêkirin gelek xweştir bû.”

Necîme Rûbîten wiha behsa werîsê ku bi destê xwe çêkiriye kir û got: “Ev werîs min ji hiriya bizinan çêkiriye û ji bo kişandia tiştan û girêdana lawiran em bi kar tînin. Her wiha em muxilê jî ji bo paqijkirina dan û tiştên din bi kar tînin. Dema ku me danê xwe paqij kir bi gêrisê me hûr dikir, dem ku cotyaran kar dikir me jinan xwarin amade dikir û di sifreya fafînê de me xwarin dibir ji wan re.”

Her wiha Necîma behsa sindoqê kir û wiha got: “Ev sindoq ji bo parastina cil û bergan di demên kevin de dihat bikaranîn, ew sindoq ji dema kevin heta niha maye û niha min rûnê xwarinê xistiye navê û rakiriye.”

‘Di demên borî de xelkê her dem bi hev re kar dikir’

Necîme Rûbîten dibêje ku bikaranîna amûrên berê her çendî giran be jî lê belê xweş bû yên niha her çendî hêsan in jî tu xweşiya wan nîn e û wiha got: “Me berê bi hev re kar dikir û em bi hev re kom dibûn me karê dirûtina genim û ceh di werza havînê de bi hev re dikir, bê pere me alîkariya hev dikir. Lê belê niha ev hevkarî nemaye kes bê pere alîkariya kesê nake.”