“Helwestên dijber li pêşiya min nebûn asteng”

Ibtîhal El-Maqtof ya bi hostahiyek baş mîkyaca sînemayê dike û di warê hunerê de xwedî behremendî ye; piştrast dike ku wê bi xwe xwe perwerde kiriye û ji bo çêkirina boyaxan, madeyên ku li malê peyda dike, wekî vazelîn, nişa û dermanên makyajê bi kar tîne.

IBTÎSAM AXFÎR
Bingazî - Ibtîhal El-Maqtof a 21 salî, di warê makyajkirina sînemayê û wênekêşiyê de, ji bilî hunera plastîkî, xwedan jêhatîbûnek berbiçav e. Hezkirina wê ji makyajkirina sînemayê re wê ber bi pêşveçûnê ve dikişîne û behremendiya wê bi pêş dixe. Bi perwerde û fêrbûnê bi riya kanalên Youtube pêş ve dibe û tiştê ku fêr dibe bi rastî jî bi kar tîne.
"Ez ji ber behremendiya xwe hatim tacîzkirin lê ez nesekinîm"
Ibtihal El-Maqtouf a xwendekara Beşa Aborî û Zanista Siyasî ya Zanîngeha Trablusê, dibêje ku ew ji ber jêhatîbûna xwe ya berbiçav hatiye tûjkirin û di medyaya civakî de rastî êrîşê hatiye û dibêje: “Heta dikare were gotin ku nexweşiyek derûnî dijîm û divê biçim cem pijiîşkê derûnî da ku werim dermankirin.”
Ev keçika ciwan a xwedî enerjî, hewes û xeyal behsa xwe û xewna xwe dike û dibêje, "Ez keçeke wisa me ku bi enerjî û ramanên xerîb têr û tijî me. Min dest bi praktîzekirina behremendiya xwe kir ku gelek kesên li derdora min di 2018’an de ecêb difikirin û min ezmûna yekem di cîhana makyajê ya sînemayî de di meha Mijdarê de kir. Ji ber hezkirina min a mezin ji vî karî re min ew hilbijart. Azweriya mezin a ku min ber bi wê ve dikişîne ew e ku vê hunerê li Lîbyayê diyar bikim.” Tevî cudahiya wê û nasîna wê li cîhanê jî ew hîn li vir nenas e û her kesê ku hewl dide fêr bibe ew bi dînbûnê tawanbar dibe.
“Tu kesê ku piştgirî bide min an jî ji bo pêşveçûnê min teşwîq bike tunebû"
Ibtîhal El-Maqtof ku kesek nedît wê teşwîq bike û piştgiriyê bidê di pêşxistina jêhatîbûna xwe de û bigihîje xewna xwe ya pisporbûnê. Di vî warî de diyar dike ku wê ji tu aliyan piştgiriyek negirtiye, her çend piştgiriya manewî be jî pêşniyar ji bo wê hatiye kirin ku di yek ji pargîdaniyên hilberînê de bixebite lê ew ne bextewar bû ku tevlî wî bibe. Li aliyê din, ew bi derhênerên ji derveyî welat re danûstendinê dike û hêvî heye ku ew ê derfetek kar peyda bike.
Ibtîhal piştrast dike ku ew xwe bi xwe perwerdekirinê piştgirî dide xwe, ji bo çêkirina boyax ew madeyan li malê peyda dike, wekî vazelîn, nişa û makyaj, ew ji rengdêrîna xwarina sor xwînê çêdike, ji ber ku li Lîbyayê, madeyên bingehîn ên vê hunerê tune ne.
"Hêviyek min a mezin heye ku behremendiya min bibe pîşeyek"
Ibtîhal El-Maqtof diyar dike ku ev huner dikare di aliyê propagandayê de û kişandina dîmenên cihêreng de were bikaranîn. Ew hewl dide ku xwe di vî warî de bêtir pêş ve bibe, li ser vê yekê dibêje;  "Her çend civaka Lîbyayê timî hunerên xerîb ên wiha qebûl neke jî hêviyek min amezin heye ku behremendiya min bibe pîşeyek ku ez jê dirav bigrim. "
Di dawiya axaftina xwe de, Ibtihal El-Maqatof ji her keçek Lîbyayî re peyamek şand û xwest ku her çendî xewna wan ji civakê re xerîb were jî hewl bidin wê pêk bînin û li hemberî hemû astengiyan bisekinin heya ku bigihîjin encama dixwazin.