Helbestvan serpêhatiyên xwe di salonên çandî yên jinan de vedibêjin

Helbestvan Xedîce Bisikrî amaje bi wê yekê dike ku Salona Berah Xedîce Bisikrî ya çandî ne tenê cihê kombûna jinan bû, wek ku dibêjin lê belê ji bo rewşenbîr, helbestvan û nivîskaran di warên cuda yên wêjeyî de xalek hevdîtinê bû. Jin kom dibin, cih bi bêhna xwendinên rexneyî û şevbuhêrkên helbestan tijî dibe. Amadebûn tenê bi helbestvanên jin re sînordar nebû lê belê femînîstên jin ên xwedan çêjek helbestî ya tijî meraq jî beşdar dibûn ji ber ku tecrube nû bû.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Salonên çandî yên jinan, dibin cihê hevdîtineke di navbera jinan de ku hê winda nebûye. Her çendî ev têkilî gelek caran rastî windabûn û qelskirinê li welatên cuda yên Ereban hatibe jî; hebûna  xwe didomîne. 
Li Lîbyayê, bi taybetî li bajarên Trablus û Bîngaziyê, hin çîrok behsa salonên çandî yên jinan dikin ku bi demê re xuya bûn û winda bûn. Di navbera rawestandina salona helbestvan Xedîce Bisikrî û vekirina salona helbestvan Hanan Mahfûz de salên dirêj hene ku bi qasî hejdeh salan e. Gelo sedema rawestandina salona Xedîce çi ye? Hêvî û xweşbîniya ku Hanan ber bi vekirina salona xwe niha û di vê dema dijwar a dîroka Lîbyayê de çi ye?
Helbestvan Xedîce Bisikrî der barê sedema rawestandina xwe de ji ajansa me re wiha got: "Sedema rasterast a rawestandina salonê di serî de vedigere ne aramiya min a li bajêr di encama geştan de."
Fikra avakirina salonê mijarek dijwar bû
Der barê fikra avakirina salonê ya wê demê de, wiha behs dibêje: "Fikra avakirina Salona Berah Xedîce Bisikrî ya çandî ji bo Komeleya Nivîskarên li Bîngaziyê cyureyek ji dijwariyê bû ji bo Komeleya Nivîskar û Wêjevanên li Bingaziyê ku em di wê heyamê de ji malên xwe xebatên xwe yên çandî pêk bînin. Ji ber ku komele ji bo nivîskar û wêjevanan yekane rê dihat dîtin ku xebatên xwe yên çandî ava bikin lê ji ber pirsgirêkên komeleyê ev xebat hat rawestandin."
Der barê salonê de got: "Salon bi taybetî forumeke jinan e, ji ber ku gelek jin hene ji ber nêrîneke civakî ya diyarkirî beşdarî çalakiyên çandî yên tevlihev nabin. Ew nikarin xwe bigihîjînin salonên wêjeyî û yên din û her dem di destpêkê de tirsek heye, paşê jî dest pê dike. Fikra xebata min ew e ku ez bi destên kesê behremend bigrim û gava ku ew gavên pêşîn davêjin, diçin cihên mezintir."
“Femînîstên jin jî beşdar dibûn" 
Li ser sedema berdewamnekirina çalakiyên salona xwe ya çandî ji bo demeke dirêj, dide zanîn ku temaşevanên wê ne zêde ne, zêdebarî fikarên jiyanê û wiha dibêje: “Ji ber ku jinên Lîbyayî her dem xwedî berjewendiyên din in. Tişta ku em niha di semîner û çalakiyên hişyariyê de dijîn ew e û ev jî ji ber berjewendiyên wê yên zêdetir di aliyê jiyana civakî de ye. Yan jî pêwîstiya beşek ji jinan bi hin hewcedariyan heye û li bendê ne ku salonên wiha piştgiriya aborî ji wan re peyda bikin."
Helbestvan Xedîce Bisikrî dema ku behsa salonê dikir, yek ji wan serpêhatiyên herî xweş ên ku jiyabû bi bîr anî û wiha got: "Ji bo jinên Lîbyayî cîhek ji bo azadiyê hebû, ji ber ku wan dikaribû heyraniya xwe û têkiliya xwe bi helbestê re diyar bikira.” Der barê îhtîmala vegerê de jî dibêje: "Em ê bi riya rêxistina Amazonat hewl bidin rûniştinek çandî hebe ku xwedan spehî û bedewî be."
Beriya ku dem derbas bibe
Helbestkar Hanan Mahfûz der barê destpêkirina xwe de wiha dibêje: "Bêtirî du sal berê fikra salona çandî di hişê min de çêbibû. Wê fikrê bi israr di hişê min de bi cih bûbû wekî ku ew ê bibe destpêkirina saziyek çandî ya jinên Lîbyayî ku dê bibe hewldanek ji bo ronîkirina afirînerên nû di qada Lîbyayê de. Bi taybetî ez gelekî heyranî salona Fatima Heqîq û serkeftinên ku bi saya salona xwe ya çandî bi dest dixe bûm. Li derveyî Lîbyayê hevalên din ên jin hene ku berê ez vexwendime salonên xwe yên wêjeyî. Wek helbestvana Lubnanî Texrîd Feyad ku li Qahîre û Beyrûdê jî bi navûdengê xwe yê xweş tê naskirin her wiha salona Dr. Huda EL-Ubeydî jî xwedan çalakiyên girîng e."
Salon ji bo wan wek bêhnvedanek e
Salonên çandî yên jinan ji dûr ve ji hêla temaşevan ve wekî çandek elît û celebek luksê di demek tije lez û bez û peydakirina xebatek zindî û dijwar de, nemaze li Lîbyayê di vê heyamê de tên dîtin. Lê helbestvan Hanan Mahfûz li ser vê ramanê wiha dibêje: "Eger em behsa elîtên çandî bikin, mebesta me ji elît çi ye, yan jî elît kî ne gelo ew pir xwenda ne? An jî afirîner û rewşenbîr in. Ji ber vê yekê salonên çandî van hemûyan di nav xwe de dihewînin û ez difikirim ku peyva elît ji navê salonê derketiye ku sembola çîneke civakî ye di demeke ku salon bi wateya xwe ya rastîn li her malê tunebû.  Ji ber ku mirovên afrîner û xwenda dixwazin barê jiyanê ji ked û westandinê dûr bixin, salon ji bo wî di vê dema taybet de wekî dergehek tê hesibandin."
Danasîna afrînerên nû
Der barê armanca salonê de helbestvan Hanan Mahfûz dibêje ku berî her tiştî ya pêwîst ew e ku sehneya çandî ya Lîbyayê dewlemend bike, hem jî afirînerên nû werin naskirin. Têkildarî salona xwe ya çandî ku dê tenê ji bo helbestvanên jin be, yan dê pêşwaziya nivîskar û wêjevanên jin ên bi pisporiyên cuda bike û gelo em salonê wek cihê hezkiriyên çand û wêjeyê dibînin, wiha dibêje: "Salon ji bo wergirtina hemû afrîneriyên helbest, çîrok, roman û hunerên plastîk amade ye. Wê şevbuhêrkên helbestan, dersên çandî, semîner û çalakiyên din ên wêjeyî bên lidarxistin. Der barê beşdarbûnê de jî dê ji bo hemû kesên ji çand û wêjeyê hez dikin be ger mimkûn be dê çalakî heftane bin lê me bernameya demsalî, ango sê mehan carekê ji bo çalakiya sala ewil diyar kiriye."
Hanan Mahfûz hêvî dike ku salonên çandî yên girtî careke din vegerin da ku bi awayekî geştir û bi awayekî baştir dest pê bikin lê ev hemû dê berpirsiyariya bernameya çandî be. Der barê pirsa salona wê ya çandî sehneyên lîrîka jinan dihewîne yan nade, wek yên ku Tûnis û Sûriyeyê bi wan navdar in, wiha dibêje: "Helbet di hişê min de gelek bername hene, ji wan şevbuhêrka muzîkê û lîrîzm, wek ku min di forumeke jinan a Tûnisî de behs kir. Her wiha gelek xewnên ku ez hêvî dikim di vê salonê de ji bilî çalakiyên taybet ên ji bo zarokan pêk werin hene."
"Salonên çandê xwedî girîngiyek mezin in"
Helbestvan Hanan Mahfûz val dikşîne ku salonên çandî di vejîna çandî ya her welatekî de xwedan girîngiyek e mezin in ji her welatî re ger ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve bên piştgirîkirin bi riya qebûlkirina çalakiyên wê û naskirina tiştên ku ji çandê re dîmeneke girîng nîşan dide.
Û li ser foruma "Kildankê" ya ku di riya danişînên salonê de hat ragihandin, Hanan Mahfûz wiha bi lêv dike: "Ew forumek jinan e ku tê de em destkeftiyên jinên di qadên xwe de têdikoşin pîroz dikin. Dibe  ku di civakê de nayên naskirin lê di nava derdorên malbatên xwe yan civakên wan ên biçûk de, wek dibistan, nexweşxane, an cihekî din ê kar tên naskirin. Di Foruma Kildanka jinan de ez hatim xelatkirin û min xwest bi awayê xwe spasiya jinan bikim. Ji ber vê yekê min ew bi amadebûna hinek ji wan ên ku ew nas kirin û cara yekem bi wan re dîtin, civandin."
Li ser sedema hilbijartina navê Kil ji bo hevdîtina xwe di helbestê de wiha bersiv dide:
Çima kildank?
Ji ber ku mêjiyê wê mijûl kiriye
Û ruhê wê ji evînê talan bûye
Û kiriye hezkirina wî
Ew şîşeya çavên wê ye
Çima kildank?
Ji ber bedewiya wê
Ji bo nîşandana xweşikiya çav
Û bedewiya çavan di kil de  
Çima kildank?
Ji ber ku tişta herî bi qîmet li ber dilê jinê xemilandina wê ye ku kil jî bingeha xemilandinê ye…
Û di dawiyê de çima kildank?
Ji bo nivîseke ku min kiriye di dema şabûna canê min 
Û dansa dilê min
Li bilindahiya bextewariyê de.