"Helbestên min welat û dûrketina jê di nava xwe de dihewînin"

Bi rêya nivîsandinê û helbestan dixwaze êş û azarên ku ji dûrketina welat dîtine bîne ziman. Biharîn wiha behsa helbestên xwe dike: "Piraniya helbestên ku ez dinivîsînim der barê welat û dûrketina ji wê de ne."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Helbest, hunera derbirîna dilînî û hiş e. Di pêşketina ziman de helbest xwedî roleke girîng e û di helbestê de peyv dikare bi çend wateyan were fêmkirin, bi vê şêwazê xwendevan dikarin li gor xwe ji helbestan maneyan bigrin. Bi cureyek din helbest şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend û bi dengên ahengdar tê hûnandin. Di helbestan de bibîrxistin, nîqaş û feraset cihên girîng digrin. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêv dike. Keça Efrînê ku bi riya pênûsa xwe helbestan dinivîsîne û êşa ku dîtiye bi lêv dike Biharîn Mihemed 16 salî ye û ji gundê Xelîlaka yê girêdayî navçeya Bilbilê ya herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û niha Biharîn bi malbeta xwe re koçî gundê Til Qireh ê kantona Şehbayê bûye. Biharîn hezkirin û meraqa wê ji nivîsandina helbestan re heye û ya herî zêde hêşt Biharîn binivisîne dûrketina ji ax û cihên xwe yên resen Efrînê bû. Ji bo ku em bêtir meraqên Biharînê nas bikin nêrîna xwe bi me re parve kir. 
Bi saya Yekitiya Rewşenbîran dest bi nivîsandinê kir
Biharîn di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser nivîsandina helbestan bi pênûsa xwe yekem car û wiha got: "Dema ku min destpêkê pênûsê gir destên xwe, min nizanibû ez ê çi binivîsînim û der barê kîjan mijarê de binivîsînim. Mijarên ku min dinivîsandin jî der barê mijarên bi êş û kêfxweşiyê de bûn. Dema ku ez di refa 8'emîn de bûm meraqên min li ser xwendina pirtûk û helbestan hebû, min bi demê re xwendina helbestan bi pêş xist. Piştî em ji Efrînê koç bûn Yekitiya Rewşenbîran li Şehbayê hat vekirin min berê xwe da Yekitiyê bi armanca pêşxistina pîşeya xwendin û nivîsandina helbestan. Mamosteyên Yekitiyê bi min re bûn alîkar û piştevanî dan min da ku pênûsa min berê xwe bide nivîsandina helbestan. Dema Yekîtiya Rewşnebîran dewreya perwerdeya xurtkirina zimanê nivîsandian helbestan vekirin ez jî beşdar bûm, ji be xwesteka min ew bû ku xwe di milî nivîsandina helbestan de bi pêş bixim."
 Biharîn wiha domdarî da axaftina xwe: "Min berhemek nivîsandî ew jî kurtepirtûk e û bi zimanê Erebî û Kurdî ye bi navê "Çawa em bi Kurdî biaxivin" nivîsandin vê pirtûkê nêzî salekê li ber xwe da û wê di demên nêz de bê çapkirin. Armanca min bi vê pirtûkê ew e ku derfetek ji pêkhateyên Ereb re bê vekirin da ku ew jî fêrî zimanê Kurdî bibin. Ji bilî nivîsandina helbestan ez di çandê de di beşa şanoyê de jî kar dikim. Ev bû 4 sal di koma şanoyê de cih digrim. Min dît ku şano çavên civakê yê nû ye û bi riya şanoyê peyamek digihîjîne civakê bi taybetî digihîjîne zarokan, ez di şanoya bi navê "Poşmaniya Rovî" de rol digrim."
"Helbestên min li ser warê zeytûnan Efrînê û dûrketina ji wê ne"
Biharîn bang li her kesê dike û dibêje ku xwedî li hestên xwe derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga min ji hemû keçan re heye ku xwedî li hest û helwestên xwe derkevin û beşdarî çand û hunerê bibn da ku xwedî li helwest û meraqên xwe derbikevin. Hêviya min ji bo wan ew e ku dest ji pênûsa xwe bernedin û ji her milî ve xwe xurt bikin. Piraniya helbestên min welatî ne û li ser warê zeytûnê Efrînê û dûrketina ji wê hatine nivîsandine."