Helbestên ku di girtîgehê de li ser zerfan nivîsand kir pirtûk

Rojnameger Dilbirîn Turgut bi helbestên ku di girtîgehê de nivîsandibû, pirtûka helbestan a bi navê “DIL-BIRÎN” nivîsî. Dilbirîn Turgut a ku rojên derbasbûyî pirtûka ku nivîsandiye hat weşandin, di helbestên xwe de cih da pêvajoya greva 5 mehan a di girtîgehê de û behsa bîranînên xwe yên li girtîgehê kiriye.

MEDÎNE MAMEDOGLU 
Êlih - Rojnameger Dilbirîn Turgut, bi îdiaya "endama rêxistina terorê" 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, par ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê tehliye bû. Dilbirîn Turgut piştî ku di sala 2017'an de hat girtin 5 sal di girtîgehê de ma, di vê demê de bû şahida gelek binpêkirinên mafan û zextan. Dilbirîn Turgut di sala 2019'an de beşdarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bû û 5 mehan di grevê de ma, helbestên xwe yên ji serpêhatiyên xwe yên li girtîgehê, nivîsand, kir pirtûk. Pirtûka ku behsa serpêhatiyên girtiyan ên di dema grevê de û hesreta wan a ji bo xweza û malbatê dike, rojên derbasbûyî derket. 
Helbestên xwe li ser zerfan nivîsand
Dilbirîn Turgut, destnîşan kir ku pirtûka helbestan a bi navê "DIL-BIRÎN" ji 77 rûpelan pêk tê, bal kişand ku helbestên xwe li ser zerfên ji derve hatine nivîsandiye. Dilbirîn Turgut dibêje ku ji ber zextên li Girtîgeha Tarsûsê ew nikaribû helbestên xwe li ser kaxizek binivîsîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Derfetên li wir ji derve kêmtir bûn. Dikaribûn dest deynîn ser pirtûk an jî helbestan. Ji ber ku ji rojnivîskên me heta hevokên me her tişt li wir dihat hilbijartin, min hewl da helbestên xwe bi zerfan biparêzim. Min hemû helbestên xwe bi vî awayî dinivîsand, datanî aliyekî hem ji bo ku ez teseruf bikim hem jî dema li qawîşan bigerin helbetên min ji min negirin.”
"Ez pir kêfxweş im ku dê pirtûk bikeve girtîgehê" 
Dilbirîn Turgut dibêje ku tiştên di pêvajoya grevê de hatine jiyîn pir giran bûn û wiha axivî: “Min biryar da ku ez hest û bîranînên xwe li ser wan zerfan nehêlim. Bi vî awayî min pirtûka xwe derxist. Min bi piranî li ser mijara greva birçîbûnê helbest nivîsandin lê di helbestên min de hesreta malbat û xwezayê jî heye… Min pir kêfxweş û aram dike ku ez hestên xwe derbasê ser kaxizê dikim û hevalên min ên di girtîgehê de jî wan bixwînin.
“Tiştên li girtîgehan tên jiyîn nayên vegotin” 
Dilbirîn Turgut dibêje ku jin dikarin her tiştê dixwazin bi dest bixin, bal kişand ku di helbestên nivîsandine de gelek tiştên jiyane kêm mane. Dilbirîn Turgut anî ziman ku tiştên li girtîgehê hatine jiyîn ne di nava helbest ne jî pirtûkekê de bi cih nabin û wiha got: “Ez dixwazim vê ji hevalên xwe yên li girtîgehê re bişînim û bibêjim tiştên li wir hatin jiyîn li wir neman. Mirov nikare tiştên ku wê pêvajoyê qewimîne, hemûyan bi gotinan bîne ziman. Heger em li vê derê girtî bin jî ev bikêrhatiya vir û têgeha ceza bêwate dîmine. Ez bawer im ku piraniya hevalên li girtîgehê nivîsên ku bibin pirtûk dinivîsin an jî bi awayekî berhemdar dema xwe derbas dikin.”
“Girtî tevî her tiştî bi moral in”
Dilbirîn Turgut a di dawiyê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di demên di dawî de li girtîgehan zêde bûne, destnîşan kir ku girtî tevî zextan jî bi moral û bi hêvî ne. Dilbirîn Turgut di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di demên dawî de li girtîgehan binpêkirinên mafan ên dilê mirovan dişkînin tên jiyîn. Ev salek e ez ji girtîgehê derketime û dibînim ku li derve bêmoralî zêde ye. Li girtîgehan bêmoralî tune ye. Girtî li hemberî binpêkirinan hêvî û moralê xwe winda nakin.”
Xwendekar dikarin ji weşanxaneyên Sîtav û Pirtûka Kurdî xwe bigihîjînin pirtûka helbestan a Dilbirîn Turgut nivîsandiye.
Yek ji helbestên ku di girtîgehê de nivîsandiye û di pirtûkê de cih digre wiha ye:
Ger hûn bizanibin?
Ax xwezî hûn bizanibûna di çend biharan de 
Di nava kulîlkan de li we geriyam
Xwezî hûn bizanibûna çend caran
bedena min zivistanê di çeperan de qerisî
Hûn bizanibûna çend caran
Li bajarên nenas dema li zarokatiya xwe digeriyam winda bûm
Carna jî di îlanek de
Xwezî hûn bizanibûna li vê erdnîgariya ku zimanê me qedexe ye
Çend ciwan dema li zarokatiya xwe geriyan
Bi navê kiryar nediyar hatin qetilkirin
An jî beriya werin cîhanê bênav man...
Xwezî hûn bizanibûna çend jin bi porê xwe hatine daliqandin
Çend demsalan bi we kulîlk vekirin
Hûn bizanibûna piştî çûyîna me çend bihar ji mirovahiyê xeyîdîn
Xwezî hûn bizanibûna li vî bajarî çend kes mirin
Li vê axê çend car zêmar hatin kişandin
Bi dengê dayikan...
Xwezî hûn bizanibûna çend ciwan evîndarên rojê ne.