“Helbest erdnîgariya xeyal û rastiyan e”

Nivîsandina helbestê hunera hestan e. Ji bo helbestvanan nêrîna bi çavekî tazî têrê nake. Divê nivîskar bikaribin pişt dîwaran, pişt sînoran, di nav tarîtiyê de jî tiştê ku dixwazin bibînin û hîs bikin. Jixwe cudabûna hunera helbestan ji vir tê. Divê mêzekirina bûyer û madeyan a helbastvan ji her kesê cudatir be. Helbet tenê dîtin jî têrê nake ji peyvan re çêkirina kiras, neqişkirin û xemilandin jî rûyê helbestê yê din e. Helbest hunereke wisa ye ku rengê xwe ji hezkirin, aştî û hêviyê digre. Helbestvanî di kêliyên herî bêhêvî de bi israr vekirina deriyê ber bi ronahiyê ve ye.

SUHAM AKMAN
Navenda Nûçeyan - Helbestvan Muqades Agirî li navçeya Dutaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Perwerdeya xwe heta lîseyê li Dutaxê xwend. Piştre li Zanîngeha Yuzuncu Yil Beşa Karsaziya Turîzmê qedand. Di sala 2014’an de, li Zanîngela Anadoluyê beşa Karsaziyê bi dawî kir. Li Zanîngeha Artukluyê li ser Ziman û Çanda Kurdî lîsansa bilind qedand. Niha li Swêdê dijî. Helbestvan Muqedes Agirî ku bi hestên bi peroş bi herikbariya hestên bedew rêzikên helbestan li hev dihûne, bersiv da pirsên ajansa me. 
Destpêkê fikra nivîsê çawa derket, beriya helbestan we bi nivîsê dest pê kir an jî hema yekser bi helbestê?
Di nav malbateke ku ji xwendin û wêjeyê hez dikir de mezin bûm. Di atmosfereke wisa de bi şans bûm ku derfeta xwendinê her dem hebû. Di serî de jiyan û berhemên hostayên Kurd ên mezin Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî her wiha helbestvan û nivîskarên cîhanê, Pablo Neruda, Mayakovskî, Furûx Ferûxzad, Sîlvîa Plath, Nazim Hîkmet, Ahmed Arîf her bala min dikişandin. Hingî min dixwend roj bi roj edebiyat bû parçeyek jiyana min.
Nivîsandina helbestê hunera hestan e. Ji bo helbestvanan nêrîna bi çavekî tazî têrê nake. Divê nivîskar bikaribin pişt dîwaran, pişt sînoran, di nav tarîtiyê de jî tiştê ku dixwazin bibînin û hîs bikin. Jixwe cudabûna hunera helbestan ji vir tê. Divê mêzekirina bûyer û madeyan a helbastvan ji her kesê cudatir be. Helbet tenê dîtin jî têrê nake ji peyvan re kiras çêkirin, neqişkirin û xemilandin jî rûyê helbestê yê din e. Helbest hunereke wisa ye ku rengê xwe ji hezkirin, aştî û hêviyê digre. Helbestvanî di kêliyên herî bêhêvî de bi israr vekirina deriyê ber bi ronahiyê ve ye.
Helbestvanî zindîbûyîna baweriyê ye, li dijî lawaziyê bihêzbûn e. Helbestvan ew kes e ku çi dibe bila bibe têkçûyînê qebûl nake. Her tim bi tilî û pêçiyan têdikoşe. Dibe ku ji ber van taybetmendiyên xweser ên helbestê min bi helbestê dest bi nivîsê kiribe. 
Ji ber ku helbest rêzik û hûnandina bûyeran in, ji bo wê jî ji nivîsê zortir e, zêdetir dem û enerjiyê, lêhûrbûn û behremendiyê dixwaze. Ji bo wê jî hilbijartina bi zimanê helbestî vegotina bûyeran zortir e gelo? We çawa vê hilbijart an jî bi awayekî xwezayî wekî hunerek xwezayî bi we re derket holê?
Bêguman helbest li gorî pexşanê hunereke taybet e û estetîkbûnê dixwaze. Helbest dema tê xwendin hest, raman, kûrbûn, deng divê bi temamî di nav ahengê de bin. Bi çend peyvan gotina gelek tiştan e  helbest. Lêgerîna estetîkê di xwezaya mirov de heye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku helbest a herî estetîk e ji bo peyvan, bi qasî mirovahiyê kevnar e. Helbest ji demên kevnar ve, bi hewcedariyên serdemê re bi awayekî hevrast heta roja me hatiye. Ji ber vê yekê, wekî hemû berhemên edebî, hîmê helbestê jî ziman e. Divê helbestvan di pêşketina şêwaz û ahenga helbestê de hosta be. Platon, helbestê wekî peyva efsûnî bi nav dike.
Helbest, erdnîgariya xeyal û rastiyan e. Her helbestvan di erdnîgariya xwe de hestên curbecur kom dike û tîne ziman. Mirov di rêzikên helbestan de kerbên xwe, xemgîniyên xwe bi hunerî tîne ziman. Ji vî alî ve jî zehmet e. Ji ber ku mirov, birînên xwe bi peyvên herî bi wate û kûr dixemilîne. Helbestvanên navdar ên cîhanê, Sappho, Arthur Rimbaud, Louis Aragon, Andre Breton bi vê hişmendiyê helbestên kûr li pey xwe hiştine.
Pê ve girêdayî weke jin, zoriyên nivîskar û helbestvanek jin û hem jî bi nêrîna jinan nêrîna li bûyeran û nivîsîn têra xwe zehmetiyên xwe hene hûn vê çawa dibînin çawa rave dikin?
Em di civakeke wisa muhafezekar de mezin bûn ku gelek hestên mirovî yên herî bedew wekî evînê,  ji bo jinan şerm dihatin hesibandin. Mixabin ev rewş bandora xwe li ser nivîsên mirov jî dike. Zilamek bi aweyekî vekirî ji bo keçek bi rehetî hestên xwe dikare di rêzikan de bîne ziman. Ji dîrokê heta roja me ya îro, mirov bala xwe didê helbestvanên mêr, ji bo çav, birî, bijang, lêv, bejin û bala jinê, dirêj dirêj nivîsîne. Lê ji ber taybetmendiya nêrîna civakê ya nixumandî li jinê, ev girtîbûn di risteyên jinên şaîr de xwe dide der. 
Li aliyê din, mîsyona ku civakê li ser jinan ferz kiriye wekî tenê jin jina malê ye, dayik e, xwişk e ev sînor jî pêşî li lêhûrbûn û ramanên jinê digrin. Ji aliyê bav, bira, hevjînê xwe ve jiyana di navbera çar dîwaran de li wan hatiye ferzkirin û çêkirin. Ji ber vê yekê gelek jinên bi qabîliyet, mixabin haya wan ji cewherên wan nîn e.  
Lê belê hêza mirov bêhempa ye tu astengî nikare rê li ber xeyal û armancên  mirov bigre.  Nivîskarên jin ên navdar di nav gelek zehmetiyan de berhemên nemir derxistine holê. Jin ku xwediyên hestên kûr û bedew in û helbest jî bi van hestan haveynê xwe digre wê demê nivîsandina helbestê herî zêde li jinan tê.
Hûn dikarin bi kurtasî qala naveroka her du pirtûkên xwe yên bi navên Dilê Kuvî û Hestên Xalî bikin. Hem navê wan jî têra xwe balkêş in û watedar in, navê wan çawa hatiye hilbijarin û çima ev nav?
Di naveroka her du pirtûkên min de jî mijarên wekî evîn, hesret, hêvî, hestên jinan ên kûr, hene. Helbestvan û derhênerê Fransî Jean Cocteau, ji bo helbestê wiha dibêje: “Helbestên şaîr kesayetiya wî/wê ye. Tevahiya jiyana wî/wê ye. Di vê wateyê de helbest li gorî min organîzmayek e. Organîzmayeke zindî ye.”
Mirov di civaka ku tê de dijî ne serbixwe ye. Bêguman her bûyerek, her jiyan  bandorên baş an jî nebaş  li ser mirov çêdike. Di nava xwezayê de çawa ku gulek, an jî dengê avê bêhna mirov fireh dike, derûniya mirov baş dike, li hemberî koçberiyê, xizaniyê, neçariyê û her cure êşan jî bêguman bêhna mirov diçikê. Mirov di medyayê de mirovekî belengaz, zarokek birçî bibîne bi  kîlometreyan dûrtir be jî ev yek dibe sedema xemgîniyê.  Ev yek jî dibin mijarên helbestan. Ez jî têra xwe dilovan im û gelek hêsan dikarim empatî bikim. Navê her du pirtûk û naverokên helbestên min bi vê taybetiya kesayetiya min ve girêdayî ne.
Her wiha ji bo dahatûyê çî xebat li ber destên we hene û bernameyên we çî ne? Ez bawer im berdewama van tê ji navê wan diyar e ku berdewamiya van xebatan wê bê.
Yek ji taybetmendiya nivîskariyê domdarî ye. Mirov hewce dibîne ku her dem binivîse. Ger ew îlham neyê yan jî xeyal kêm bibin mirov xwe di nava valahiyekî de hîs dike. Ev pêlên daxwaza nivîsê qet naqedin. Dema ku hestên min gur dibin, li ku dibe bila bibe not digirim. Paşê li ser wan hevokan dixebitim. Van rojan li ser çîrokan hûr dibim. Hêvî dikim pêşerojê pirtûkeke çîrokan jî pêşkêşî xwendevanên hêja bikim.
Derî veke dayê
Derî veke ez hatim dayê
celeb bi celeb di bablîsokan re derbas bûm
di nav daristanên hov de winda bû temenê min
dêrên bi kelem lingê min peritandin
Derî veke ez hatim dayê
bi guran re rû bi rû mam çend caran
çavên wan sor bû
ure ura wan bû, har bûn
mij bû, moran bû, sar bû
di qefeseke dareke ziha de 
xwe veşart bi rojan
çend caran hendefan de
dardayî ma keserên min
derî veke ez hatim dayê 
ji dûr têm kesirîme.