“Helbest derya ye tu çiqas dikevî kûrahiya wê aso ewqas berfireh dibe”

Nalîn Yûnis, bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, wekî her zarokek Kurd di nava şer û êrîş, berxwedan û têkoşînê de mezin bû. Wê xwest bi nivîsandina helbestên xwe rastiya şoreş û şoregerên Kurd binivîsîne û noqî kûrahiya deryayan û hestên dayik, zarok û berxwedêran bibe û binivîse. Nalîn şehîdên di êrîşa hewayî de ya li ser Navenda Meclisa Leşkerî a Til Temirê bi helbestek bi bîr anî.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Ji malzaroka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek şoreş pêk hatine her wiha bi dehan rewşenbîr, helbestvan, hunermend, nivîskar, çîrokbêj û stranbêj di warê hunerê de derketine pêş û di nava her kêliya şoreşê de, hewl dane ku xwedî li wê erka xwe ya dîrokî derkevin. Ya ku di warê hunerî û wêjeyî de li pêş e, dikare hestên xwe kontrol bike, li gorî zeman û mekan bi kar bîne û bandorê bike, jin e. Ji lewre îro di şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş ketiye, ya sereke vê rolê dilîzin jin in û dikaribûne ku bi dehan pirtûk, tenê di nava çend salên şoreşê de, binivîsînin û çap bikin. Nalîn Yûnis yek ji wan jinên ciwan e bi temenê xwe yê 19 salî ji navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ye. Nalîn yek ji zarokên ku bi şoreşê re roj bi roj û bi taybetî di nava êrîşên li ser bajarê wê de rû dida re, mezin bû. Nalîn di 9 saliya xwe de, helbest dixwendin û carna jî pênûsa xwe radikir û hestên xwe dinivîsand. Lê roj bi roj ev huner li gel wê çêdibû û di hundirê xwe de mezin dikir ji lewre piştî ku dikeve 12 saliya xwe dihizire ka çima ew bi xwe ji hizrandinên xwe helbestan nanivîsîne. Ji wê demê û heya niha Nalîn helbestan dinivîsîne û bi dengê xwe yê ku hestên mirovan dilerizîne, dibêje. Her wiha Nalîn der barê berxwedêrên ku li Til Temirê, di êrîşa hewayî ya li ser Navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, di 19'ê Tebaxê de pêk hat û di encamê de 4 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn, helbestek nivîsandiye. Ji bo ku em bêtir Nalîn nas bikin, me nêrîn û hestên wê girtin.
Rêwîtiya di nava şer de… 
Nalîn wiha dest bi ravekirina serpêhatî û rêwîtiya zaroktiya xwe dike: "Di zaroktiya min de, min helbest dixwendin û ew huner li gel min hebû lê bi rastî, hunereke veşartî bû wekî ku di bin tozê de mabû. Lê piştî 12 saliya xwe, ez tevli xebatên çand û hunerê bûm, li wir min hewl da helbestek li ser zarokatiya xwe binivîsînim lê min nikaribû. Ji ber ku di zarokatiya min de, tiştekî pir balkêş ango jiyana xweş li gorî dilê min jiyabe tunebû. Zaroktiya me bi şer, êrîş, birîndarî, şehîd, êş, xem, kul û xerîbiya ji welat derbas bû. Zaroktiya zarokên Kurd, ji yên cîhanê pir cuda bû. Ji lewre yekemîn helbesta min li ser berxwedêr û şoreşgerên Kurdistanê bû, min xwest berxwedana wan a dîrokî li çar parçeyên welat, binivîsînim. Ya ku wateyê dide helbestên min jî û dihêle balkêş be, zimanê Kurdî ye. Rejîma Sûriyeyê nedihişt em zimanê xwe bixwînin û her qedexe dikir, ji lewre êdî em bi eşq xwedî li zimanê xwe yê Kurdî derdikevin."
“Helbest vegotina hestan û derbûna êşan e” 
Nalîn da payin ku helbest bê sînor in û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Helbest ne gotinek e, rûpelek e ango pirtûkek e, helbest ne hestek e û ne jî pênûsek e ku wê binivisînî. Helbest derya ye, mirov çiqasî noqî wê dibe, ewqas asoyên mirovan berfireh dibe. Gotinên helbestên min ji malzaroka şer û êrîşan, ji kul û xeman ji dayik dibin û bi xwe gotin li pey hev rêz dibin. Bi taybetî ger ku ez dayikeke dilşewat, zarokeke sêwî û berxwedana şervanek hîs nekim, ez nikarim wan hestan bijîm û binivisînim. Êşa ku gelê Kurd dikşîne, êşeke bêdawî ye, ez jî wê êşê ji dil dertînim û li ser rûpelan dinivîsînim. Helbest, ew nêrîna bi çavekî mezin û asoyên fireh ji gerdûnê re ye."
“Serêkaniyê û Efrîn, êşên wisa ne ku ziman di vegotina wan de lal dibe”
Nalîn da zanîn ku der barê Serêkaniyê û Efrîna dagirkirî de jî helbest nivîsandine û wiha pêl da gotinên xwe: "Kurd li çar parçeyên Kurdistanê her bi êrîş û qirkirinê re rû bi rû diman. Heya roja me ya îro jî dixwazin gelê Kurd tune bikin. Lê tu hêzên navneteweyî û cîhanî, nikarin li hemberî vîn û berxwedana şervanên me bisekinin. Piştî ku Serêkaniyê û Efrîn dagir bûn, em pir êşiyan û di dilê her kesê de jî birînek mezin çêbû. Serêkaniyê û Efrîn, ew birînên ku tu carî qalik nagirin e. Ji lewre bêyî ku ez bi xwe nas bikim, hema min dît pênûsa min di destê min de ye û gotinên li dijî dagirkeriyê û berxwedana şervanên li warê Mîtaniyan, li pey hev rêz dikim. Ez çiqasî binivîsînim, ez ê nikaribim wê êşa dayikan, bi dîtina gorên zarokên wan li Efrînê, ji aliyê dagirkerên tirk ve tên vekirin, bînim ziman. Êşeke bi qasî hemû tîpên ziman giran e."
“Şano sînordar dimînin lê helbest bi bask in, difirin û li cîhanê deng didin”
Nalîn da xuyakirin ku ji ber vê sedemê wê helbest hilbijartine û wiha pêde çû: "Helbest ji şano û hunerên din hinekî cudatir e. Armanca min ji nivîsandina helbestan ew e ku ya/ê  bixwîne hestên wê bikevin tevgerê û bandorê bike da ku wateya wê hîs bike. Mînak di demên pêş de, ez difikirim ku pirtûkek ji helbestên xwe çap bikim, ji lewre bi qasî ku helbest bandorê dike, şano nikare wê bike. Şano carekê tê pêşkêşkirin, diçe û tê jibîrkirin lê helbest her dem û li ku derê dibî bila bibî, tên xwendin û peydakirin. Şano tenê di nava bajarekî de ango gundekî de sînordar dimîne û di nava çend kesan de tê tamaşekirin lê helbest bi bask in û li gelek welatên cîhanê digerin û deng vedidin. Xwendina pirtûkan û bi taybetî ya helbestan zêdetir e."
“Bûyera 19'ê Tebaxê, birîneke nû vekir” 
Nalîn behsa bûyera 19'ê Tebaxê ku di dilê gelê Til Temirê de birîneke nû vekir û li ser birînên din zêde bû kir û ev yek anî ziman: "Saet nêzî 18:00'an bû, me ji nişkêve dengekî bilind bihîst, em derketin derve me dît ku Navenda Meclisa Leşkerî, ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hatiye bombebarankirin. Em ber bi cihê bûyerê ve beziyan da ku alîkariyê bidin şervanên xwe, birîndaran derxin û şehîdan rakin. Piştî ku em gihîştin wir me dît ku heval di bin xanî de mane, her kes ketibû tevgerê, hinekan dîwar radikirin, hinekan kevir ji ser hevalan radikirin û dixwestin wan derxin. Ew kêliyên pir bi êş in, ji min re. Kêliyên ku li jiyana me, êşeke nû zêde kirin. Ji wê êşa di dil de, min xwest helbestek, li ser rûpelên xwe yên bi birîn, binivîsînim. Da ku nehêlim, keda van şervan û lehengan werin jibîrkirin, wekî erkek min bû ez binivîsînim. Helbesta ku min nivîsandiye jî ez diyarî giyanê lehengan û di serî de Sosin Bîrhat a ku canê xwe fedayî vê axê kirin, dikim."
Xatirxwestinên bêwext.. 
Nalîn bal kişand ser xatirxwestinên bêwext û wiha got: "Xatirxwestinên bêwext, çûyînên bê veger, di dil de bi hezaran birînan çêdikin. Ji wan birînan, hezar kul dertên. Ez şervanên ku nas nakim jî dema ji bo rûmeta axa xwe, canê xwe feda dikin pir diêşim. Dibe ku pir daxwazên hevalên şehîd ji bo welat jî hebûn lê nikaribûn bikin ji ber ku bi mirinê nedihizirîn. Ji lewre rast e dibe ku daxwazên xwe neanîbûn ziman lê em ê heya dawî şopdarên rêya wan bin her wiha em ê daxwazên wan bi cih bînin û rojekê li welatê xwe azad, bêyî şer û pevçûn bijîn."
“Barê şoreşê giran e” 
Nalîn bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Îro bi helbest, pirtûk û stranên xwe li hember dagirkeriyê em li ber xwe didin divê ku hemû hunermend, nivîskar, helbestvan û hemû beşên huner û wêjeyê li hemberî vê dagirkeriyê, li gorî erk û misyona xwe tevbigerin. Şoreş barekî giran e li ser milên helbestvanan, ji lewre divê ku her kes vê erkê bi cih bîne û xwedî li nirxên pekrewanan derkevin."