Hejmara yekemîn a Kovara Afaq Al-Meraa derket
Yekem hejmara kovara Afaq Al-Meraa kovareke bîrdozî, siyasî û çandî ye, di bin dirûşma "Jin Jiyan Azadî" de hat çapkirin, gelek siyasetmedar û nivîskarên jin bi nivîsên xwe hejmara yekê dewlemend kirin.
Qamişlo- Kovara Afaq Al-Meraa di 1'ê Çileya 2023'an de hat avakirin û di 20'ê Gulanê de yekem hejmara wê hat çapkirin. Kovara ku bi navê Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her du mehan carekê were çapkirin bîrdozî, siyasî û çandî ye. Kovara Afaq Al-Meraa ya tenê bi zimanê Erebî tê çapkirin, li giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê were belavkirin û bigihîje ber destên hemû jinan.
Kovar ji aliyê Meclisa Bilind a Ragihandinê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatiye ruxsetkirin.
Di hejmara yekê ya kovarê de ev mijar hatin destgirtin:
Vekirina hejmara yejen a kovarê bi sernavê felsefeya "Jin Jiyan Azadî" ya ku ji aliyê Desteya Weşanê ve hatiye amadekirin e.
Her wiha nivîsa Asoyên Azad ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye nivîsîn, behsa vê yekê dike ku: "Bi qasî têkoşîna jinên azad wê jiyan û azadî xwedî wateyek kûr be."
Di heman wextê de jî mijara ku Evîn Paşo bi sernavê Jin cewhera jiyanê ye û jiyana rast di azadiyê de ye.
Perwîn Yûsif jî mijara "Pêşketin û pêşketina civakî rewşa jinan di civakê de radixe ber çavan" nivîsî bû.
Ariya Mele Ehmed jî bi vê nivîsa xwe bal kişandibû ser mijara "Jina azad jêder û çavkaniya jiyana azad e."
Sîham Dawûd jî gotibû ku "Bi biryar û vîna jinên têkoşer jiyana azad pêk tê."
Leyla Qehreman jî bi vê nivîsa xwe ya bi sernavê "Rêgezên jina azad rêgezên jiyana civakî ya rast in" nivîsandiye.
Dîlber Yûsif: "Felsefeya Jin Jiyan Azadî feraseta civakên Rojhilata Navîn e."
Lena Hisên jî behsa dîroka azadiya jinê û rastiya têkoşîna wan a berfireh, dike.
Rojhilat Nasir jî di nivîsa xwe de Jineolojî wekî felsefeya azadiyê dibîne û dibêje ku jina azad e civaka azad e.
Ibtîsam Xêro El-Ebid: "Bandora baweriyên dogmatîk li ser cewherên jinê."
Hêvîdar Xalid: "Sêyolojiya jin, jiyan, azadî û modernîteya kapîtalîst."
Îlham Ehmed jî behsa îsrara jinê ya di berdewamiya şoreşa xwe de tê wateya serkeftin û gihandina wê ya jiyana bilind, kiriye.
Foza Yûsif: Bal kişandiye ser felsefeya Rêber Ocalan vedigere wateya rast a feraseta jin, jiyan, azadî.
Diyaloga vê hejmarê jî bi Hevseroka Partiya Yekitiya Suryanî Nezîra Gewriyê re hatiye çêkirin.
Vîzyona siyasî jî bi Cemîla Ehmed re bi sernavê "Têkçûna siyaseta netew-dewletê û serkeftina şoreşa azadiyê" hatiye çêkirin.
Her wiha kovar ji beşek ji jinên nemir re jî hatiye veqetandin û di hejmara yekem de Hacir Zagros behsa şehîd Raperîn Amed dike.
Di beşa Seda El-Rûh (Dengvedana giyan) a ku ji aliyê nivîskar Leyla Xalid ve hatiye nivîsandin behsa çîroka jinekê dike.
Her wiha di beşa din de jî du helbestên bi sernavê "Ey Jin" ji aliyê Fewziya El-Merî û "Şervano" ji aliyê Efaf Hiskî ve hatine nivîsîn.
Beşa dawî jî behsa çalakiyên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Hûn dikarin bi vê lînkê xwe bigihîjînin kovarê:
E-Mail a fermî a kovarê: