Hejmara pêveka jinan a Yenî Yaşamê bi sernavê Patriyarka bi şer xwedî dibe derket

Hejmara 40'an a pêveka jinan a Rojnameya Yenî Yaşamê, bi sernavê Patriyarka bi şer xwedî dibe derket.

Navenda Nûçeyan- Pêveka Jinan a Yenî Yaşamê, bi sernavê “Patriyarka bi şer xwedî dibe!” hat weşandin. Nivîs û dosyayên di hejmara nû de cih digirin, balê dikşînin ser “têkoşîna jinan a li dijî şer.”

Di hejmara 40’an a pêvekê de nivîsa Tulay Hatimogullari ya bi sernavê "Daxwaza jinan a aştiyê polîtîk e", nivîsa Dîlek Gokçîn ku tê de behsa şer û rola mêran dike, bi sernavê "Şer serdestiya mêr xurt dike" û dosyaya Nevîn Cerav a Aysel Tugluk vedibêje, bi sernavê “Ji bo Aysel Tugluk korîdora mirovî” cih digrin.

Dîsa di hejmara dawî de dosyaya Dîren Yurtsever a der barê Denîz Poyraz a di êrîşa li dijî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da, bi sernavê "Di ser qetilkirina Denîz Poyraz de salek derbas bû. Dema tê bîra min, kezaba min dişewite”, nivîsa Saîme Topçu ya bi sernavê "Jinên girtî yên welatê min!" û ji Platforma Greva Civakî ya Navneteweyî (TSS) Tevgera Femînîst a li Dijî Şer bi Sasha re hevpeyvînek bi sernavê "Şer di lûtkeya tundiya baviksalarî de ye" cih digrin.