Hêjmara nû ya kovara mehane ya Truska hate weşandin

Hêjmara 217 ya kovara Truska li gel kampanaya li dijî tundîtûjiya li ser jinê û gelek nivîs û naverokan derket.

Navenda Nûçeyan – Kovara mehane Truske ki ji mijarên Çandî, siyasî, rewşenbîrî, edebî bi zimanê Kurdî û Soranî li Başûrê Kurdistanê tê weşandin hêjmara wê ya 217 derket. Nivîskar û hemû xebatkarên wê ji jinan pêk tê û di kovarê de têkoşîna hemû jinên cîhanê tê destgirtin.

Kovar di hêjmara xwe ya 217’an de ji derveyî çarçoveya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tudîtûjiya beramberî jinê, pirsgirêkên jinan û têkoşîna jinan kir mijar.

Sernavên mijaran wiha ne:

 Ji xûşkên Mirabel, Jina, Zeyneb û Nagihan / Gotûbêja bi Rojbîn Denîz- Heza Zarya

Hevjiyana azad - Ji pêşditinên Paulo Freire ji Akademiya Jineolojî, Liberter Pedagojî Beşa 2- Başûr Amara.

Ji 17 Şehîdên Qirge heta 17  Şehîdên Zapê - Sara Reza.

Şoreşa gelên azadîxwaz li Rojhilata Navîn - Shokhan Mirza, Shamaran.. Rastiya jin- Ji akademiya Jineolojî- Siya Min ‘Deqek edebî ji bo Nagîhan Akarsel’ nivîskar: Saadiyeh Bahram- Werger: Roza Hamasaleh.

Çiroka Bazin ji aliyê Guy Maupassant ve hatiye nivisin û ji aliyê Roza Hamasaleh ve hatiye werger kirin.