Hejmara kesên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane gihişt hezar û 508 kesan

Ji ber erdheja ku li Sûriyeyê bû sedema wêraniyê heta niha hezar û 508 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 605 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Erdheja bi pileya 7,7 ku di 6’ê Sibatê de demjimêr 04.17 de navçeya Bazarcix a Mereşê pêk hat, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, navenda Sûriyê, li Lubnan û Behra Spî jî hat hîskirin. Di erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û heta niha gelek xanî hilweşiyane.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê ragihand ku heta niha li gundewarên Heleb, Hama, Lazkiye, Tertûs û Idlibê 769 kesan jiyana xwe ji dest dane û 448 kes jî birîndar bûne. Bîlançoya Wezareta Tenduristiyê tenê herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de digire.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku têkildarî erdhejê daxuyaniyek da, ragihand ku li herêmê 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 57 kes jî birîndar bûne.

Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, 733 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 100 kes jî birîndar bûne.