Hejmara Çileyê ya Newaya Jin derket

Hejmara meha Çileyê ya rojnameya Newaya Jin a mehane bi sernavê, "Jinên berxwedêr dê her tim hebin” derket.

Navenda Nûçeyan - Di dîroka 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ji tevgera jinên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin, di dîroka 23’ê Kanûna 2022’an de jî dîsa li Parîsê ji pêşenga tevgera jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer (M. Şirin Aydin.) û Abdurrahman Kizil hat qetilkirin. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî di 4’ê Çileya 2016’an de Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir hatin qetilkirin.

Rojnameya mehane ya jinan a li Ewropayê Newaya Jin jî, di vê çarçoveyê de  hejmara xwe ya nû bi sernavê, "Jinên berxwedêr dê her tim hebin” derket.  

Ronahî Serhed a ku yek ji nivîskarên kovarê ye Komkujiya 9 'ê Çileyê bi sernavê "Hûn nikarin ji rastiyê birevin!" nivîsand,  xwest dewleta Fransa di zûtirîn demê de erkên xwe yên zagonî û berpirsyariya xwe ya siyasî ya li hemberî gelê Kurd pêk bîne. Hêja Zerya jî komkujiya 9 'ê Çileyê bi sernavê "Yên veguherin senfoniya azadiyê" nivîsand. Di hejmara yekem a sala 2023’yan de; Gotarên werger ên Sakîne Cansiz a Nagihan Akarsel a di mehên borî de li Silêmaniyê hat qetilkirin û Aysel Dogan a di sala 2022’an de şehîd bû jî cih digirin.

Sernavên nivîsên di rojnameyê de cih digrin wiha ne:

Hûn nikarin ji rastiyê birevin/ Ronahî Serhed

Yên veguherin senfoniya azadiyê/ Heja Zerya

Piştî Efsaneyekê/ Sîma Çirav

Li Dijî mirinê Jin, Jiyan, Azadî/ Nûjiyan Amed

Di Destana Evdalê Zeynikê de qulingek Enternasyonalîst/ Dilzar Dilok

Girêdana bi bîranîna berxwedanê re/ Elîf Kaya 

https://www.newayajin.net/#dflip-df_70823/15/