Hejmara 52’emîn ya pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket

Hejmara 52’ê ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta “Em li dijî şer, xizanî û paşverûtiyê di nava serhildanê de ne” derket.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 52'emîn a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta ‘“Em li dijî şer, xizanî û paşverûyê di nava serhildanê de ne” derket. Hejmara nû ya Pêvaka Jinê ya ku 15 rojan carekê derdikeve, vê carê balê dikişîne ser nîqaşên budçe û mûçeya herî kêm û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan ku bi tecawiza bipergalî ya li Weqfa Hiranur yê girêdayî Cemaetê Îsmaîlagayê dubarê hat rojevê. Di vê hejmarê de nivîsa Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay a bi navê “Di budçeyê de navê jinan tune ye” hevdîtinên budçeyê ku nîqaşên wê li Meclîsê didome û têkoşîna jinan a ji bo budçeyeke hestyariya zayendiya civakî jî cih digre.

Nivîsa Nivîskar Neslî Şahîner a bi sernavê “Ji her 4 jinan yek jê nikare xwe bigihêje mûçeya asgarî jî: Jiyankirina bi têne edî luks e”, balê dikişîne ser nîqaşên mûçeya asgarî û xizaniya jinan ya bi qeyrana aborî re zêde dibe.

Dîsa nivîsa Ece Kocabiçak a bi sernavê “Ji Platforma Jinê ya ji bo Mafên Civakî heta roja me ya îro polîtîkaya civakî” daxwazên xwe di çarçoveya kampanya ji bo mafên civakî yên jinan ya Platforma Jinê ya ji bo Mafên Civakî ya di navbera salên 2007-2008’an ku dest pê kir de, bi nûvejenkirina şert û mercên îroyîn re şîrove dike.

Nivîsên ji aliyê Ayşe Duzkan û Mehtap Filîz Sakik ve hatin nivîsandin jî, balê dikşîne li ser sûcên li dijî zarokan û mafên zarokan ku ji nû ve bi cemaet/tarîkatan hat rojevê.

Gotara bi sernavê “Ne mentiqî ye, ne jênerevîn e: Tedbîrên şidandina qayiş li ser bingeha zayendî ye û wekheviyê tîne rewşa ne pekan” ku Rosebell Kagumire nivisî û Gozde Çagri Ozkose werger kirin jî, bandora polîtîkayên qayiş jidandinê yên pergalên neo-kolonyal ya li ser jinan digre dest.

Di vê hejmarê de, di quncika tenduristiyê de jî, Selma Gungor nexweşiya kirêcgirtina çokan ya jinên kedkarên malê gelek caran rû bi rû dimînin digre dest.

Sernavên di hejmara nû de wiha ne:

*Di budçeyê de navê jinan tune ye / Serpîl Kemalbay

* Ji her 4 jinan yek nikare xwe bigihêje mûçeya asgerî jî: Jiyankirina bi têne edî luks e / Neslî Şahîner

* Ji Platforma Jinê ya ji bo Mafên Civakî heta roja me ya îro polîtîkaya civakî / Ece Kocabiçak

*Bi mentiqî nîne, teqez nîne: Tevdîrên aboriyê wekheviyê asteng dike / Rosebell Kagumire

*Mafê zaroktiyê / Ayşe Duzkan

*Amûrên sîstemî yên sînordarkirina têkoşîna jinê / Ezgi Sila Demir

*Reza bav dewlet û hin bûyerên 'cuda' / Mehtap Fîlîz Sakik

*Em li vir şoreşê pêktînin / Oya Açan

*Kirêcgirtina çok / Selma Gungor