Hejmara 209'an a Newaya Jin derket

Di hejmara 209'an a rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin de, bi geşedanên rojanê yên dawî balê dikişîne li ser Şengalê.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 209’an a Newaya Jin a li Ewropayê weşanê dike derket. Di vê hejmarê de  balê dikşîne li ser rojeva meha Tebaxê ku meheke girîng a dîroka Kurdan e.

Di manşeta rojnameyê de gotara Songul Omûrcan ya li ser girîngiya 15’ê Tebaxê û girîngiya parastina cewherî ya tevgera jinên azad a li çar perçeyên Kurdistanê nirxand. Omûrcan dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê bi kurtî dinirxîne û behsa qonaxên têkoşîna jinan dike.  Şengal û Fermana Êzîdî jî bi şahidan tên vegotin. Netewî Xemgîn di gotara xwe ya bi zimanê kurdî ku bi sernavê "PKK’yî hatin, heval hatin!" Berê fermanê, dema fermanê û piştî fermanê bi hemû rastiya xwe rave dike. Hêja Zerya jî sernavê "YJA bi çanda xwe ya kok li axa xwe xwedî derdikeve" bal kişand ser pozîsyona stratejîk a Şengalê li erdnîgariya Rojhilata Navîn.

Di meha Tîrmehê de nivîskar Yurdusev Ozsokmen, Nilufer Koç, Roza Metîna, Nurhaq Gulbahar û Nazan Ustundag geşedanên girîng ên rojane yên li Tirkiye, Kurdistan û cîhanê girtin dest.