Hejmara 11’emîn a Kovara Jinan a Demokratîk a Nû derket

Hejmara 11’emîn a Kovara Jinan a Demokratîk a Nû ku bi kedeke kolektîf hatiye amadekirin, cih dide serpêhatiyên jinan.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 11’emîn a Kovara Jinan a Demokratîk a Nû (YDK) bi xwendekarên xwe re hat cem hev. Di daxuyaniya der barê kovarê de wiha hat gotin: “Em bi coş û kelecan in ku hejmara 11’emîn a kovara xwe bi we re parve dikin. Dîsa wekî gelek kovarên me, me kovara xwe jî di nava tundî û aloziya piralî ya atmosfera siyasî de amade kir. Em di şert û mercên ku dewlet herî zêde êrîşî jinan dike, mafên wan ji wan digre, hemû rê û rêbazên dewletê ji bo tepisandina serhildana wan bi kar tîne, bi xwendevanên xwe re hatin cem hev.”
Bi kedek kolektîf hatiye amadekirin
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hejmara nû de cih ji tecrubeyên jinan re hatiye dayîn û wiha hat gotin; "Tecrubeyên jinan ên ku hewldanên desthilatdariya pergala serdest a mêr û dijberiya wê ya li hemberî jinê ne, bi palînkirina wan ji ezmûnên jiyanê, gelek şêweyên şîdetê yên ku hewl tê dayîn asayî bibin radixe ber çavan. Kovara me alîkarî dike ku her jin ji xwe tiştek bibîne. Em hêvîdar in ku hûn ji xwendina kovara me ya ku me bi kedeke zehmet û kolektîf amade kiriye, kêfxweş bibin.”