“Hebûna jinan di qada çandî de afrêneriyê zêde dike”

Bi dîtina min mêr çiqas hewl bidin jî dê nikaribin jinan fam bikin, nemaze li ser hestên wan. Hebûna zû ya jinên Mexribê di qada çandî de hişt ku ew bikaribe pirsgirêkên jinan li welatê xwe çareser bike. Ez wek nimûne nivîskar û wêjevan Khanasa Bannouna bi bîr bînim ku di sala 1967'an de yekemîn berhevoka kurteçîrokên jinan çap kir her wiha, Zehra Rmeij û Emîna El-Lawh ku romana wê ya "Qral Khanasa... Hevjîna Mewla Îsmaîl" yekem romana jinan a ku bi Erebî li Mexribê hat nivîsandin tê hesibandin.

HENAN HARIT
Mexrib- Zeyneb Celîd a 20 salî dest avêt qada nisvîsandinê û ji ber lêçûnên darayî yên zêde yên ku di weşana kaxizê de têkildar e, hilbijart ku efrandinên xwe li ser medyaya civakî biweşîne lê tevî van zehmetiyan, di dawiyê de dikaribû romanek bi kaxiz bi navê "Tesadufekê neviyê min guherand" çap bike ku ev romana wê ya yekem tê hesibandin.
Zeyneb Celîd di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re diyar kir ku nivîskar zêdetir dikare pirsgirêkên jinan bi lêv bike û mêr çiqas hewl bidin li ser jinan binivîsînin jî nikarin êşên wan ragihînin bi taybetî li ser hestên wan û got ku hebûna jinan di qada çandê de ne tenê li Mexribê, li tevahiya cîhana Ereb, komek pîvanên perwerde û civakî guherand.
Têkiliya we bi nivîsandinê re çawa dest pê kir û gelo pandemiya koronayê bandorê li ser serkeftina romana we ya yekem, "Tesadufekê neviyê min guhert" kir?
Di zaroketiya xwe de ez bi eşqa xwendinê bûm û min ji pirtûk û lêkolînê hez dikir. Piştî lêkolînek mezin, min dest bi nivîsandina peyvan kir ku bibe helbest, heya ku min dît ku ez dikarim li ser mijarên cuda binivîsînim. Di ronahiya guhestina şêwazên xwendinê de ku her kesî berê xwe da xwendina elektronîkî. Min dest bi weşandina xebata xwe li ser medyaya civakî kir. 
Ev yek bû cihê ecibandinê li gel xwendevanan ku ez gelek teşwîq kirim û ez ber bi afirînerî û nivîsandina di hemû cureyên edebî de kişandim.
Serkeftina ku min dixwest û ya ku min hêvî dikir pêk nehat, belkî ji bo çapkirina romanê wextê minasib nehat hilbijartin, ji ber mijûlbûna gel bi pandemiya koronayê re, yan jî dibe ku di qebûlkirina xwendevanên navîn de ku ji bo tiştê ez dinivîsînim pirtûkan dikire, dijwariyek heye. Lê min hîn hêviya xwe winda nekiriye, ji ber ku pênûsa min hilbijart ku rêzên wê bi piraniya tîpan binivîsim û li ser mijarên debara jiyanê û wêrekiyê bikolim. Dibe ku ev kategorî ji hêla xwendevanên li ser medyaya civakî ve were pejirandin û di heman demê de dibe ku hêmana keçikê jî hebe ku biryar da ku derkeve derve da ku nîşana xwe bide û rastiya ku em tê de dijîn nîşan bide.
Kesên ku te di romana xwe ya bi navê "Tesadufekê neviyê min guhert" de xwe dispêre wan kî ne û te sernav ji ku girtiye?
Ji bo karakterên romanê, hinek ji wan xeyalî ne û ji cihên heyî ne û cihê pirtûkxaneyê cihê sereke ye di çîrokê de. Romana "Tesadufekê neviyê min guhert" çîrokeke ji şeş beşên kurt pêk tê û ji 106 rûpelan pêk tê. Li ser xortekî ku destgirtiya xwe di rojên amadekariyên zewacê de di qezayeke trafîkê de winda kiriye, diqewime û bi wê yekê re jiyana wî serûbin dibe. Ji aramiyê ber bi xirabûnê ve, heya ku tesadufek tê û jiyana wî diguherîne.
"Tesadufekê neviyê min guhert", ew çîrokek evînê ye ku bi tesadufî di hundirê cihê pirtûkxaneyek giştî de ku ji hêla qehreman, Leyla ve hatiye rêvekirin de hatiye afirandin. Em ji bo sernavê ku di nava çîrokê de bi hev ve girêdayî ye, leheng nevî ye, dapîr jî ya ku timî hewl dide neviyê xwe ber bi başiyê ve biguherîne.
Hûn kîjan tercîh dikin, weşana bi riya dîjîtal an çapkirin û hûn di afirîneriya edebî de li çi digerin?
Her kes dizane ku amûrên nû yên weşangeriyê di nav koma ciwan a Mexribê de navdar in. Bi van awayan, afrîner dikarin dengê xwe bigihîjînin beşeke mezin ji xwendevanan û paşê wî ji kompleksa çakpirinê azad bike ku li ber metnên wî weke astengekê dimîne. Lê tevî vê geşbûna agahdarî û derketina pirtûka elektronîk û guhertina adetên xwendevanan jî pirtûka çapkirî çi roman be, çi kurteçîrok be, çi berhevokek helbestî be, xweşiya xwe heye. Bi dîtina min têkiliyeke temamker di navbera her du pirtûkan de heye, weşandina pirtûkan û elektronîk herdu hev temam dikin, her yek xwedî avantajên xwe ye. Ez hewl didim afirîneriya edebî pêş bixim û herî baş jê re bikim û bikaribim navê xwe di warê nivîsandinê de bikolim û mohra xwe bihêlim, nemaze ku ez di raman, kurteçîrok, roman û metnên şanoyê de dinivîsînim.
Hûn dibînin ku ferqek di navbera nivîsên jinan û nivîsên mêran de heye û gelo nivîskarên jin dikarin mijarên zayenda xwe bînin ziman û pirsgirêkên jinan ên hemdem pêşkêş bikin?
Gelek navên ku nayên bîra min hene û li ser asta cîhana Ereb jî nivîskarên ku pirsgirêkên jinên hevdem anîne ziman û diyardeya biçûkan û bêparbûna ji xwendinê anîne ziman hene û di serê van de jî keça behrê hebû , Ayşa Ebidd Rehman û nivîskar Mai Ziada. 
Dozên ku hûn tînin ziman çi ne û hûn dibînin ku jinan li Mexribê dikaribûn mafên xwe bi dest bixin û jin ji bo pêşxistina şiyanên xwe yên rewşenbîrî bi hewceyî çi ne? 
Di nivîsên xwe de ez hewl didim derdên jinên Mexribê û dozên girêdayî wan vebêjim. Afirîneriyên yekgirtî û têr hene ku rê li ber çapê venegirtiye û ev jî bi lêçûnên madî yên zêde ve girêdayî ye. Di wê de ez bi taybetî li ser pirsgirêkên jinan û êş û azarên wan disekinim, ji wan mijarên ku ez bi wan re mijûl dibim zewaca keçên temenê wan biçûk, destavêtin û tundî ne.
Jinên Mexribê ji ber pêşxistina şiyanên xwe yên rewşenbîrî û enerjiyên afirîner ên ku pê xistine, di asta çandî de hebûnek berbiçav nîşan dane. Hebûna wê di qada çandî û edebî de, ne tenê li Mexribê lê li tevahiya cîhana Ereb, bû sedema guhertina komek pîvanên perwerdehî, civakî û çandî.
Ger em behsa destkeftiyên ku ji bo jinên Mexribê hatine bidestxistin, bikin, ew têrê nakin, ji ber ku ew pir caran di warên cûda de piştgirî û hêzê nagirin, heya ku bigihîjin wekheviya tam a bi mêran re.
Planên we yên pêşerojê çi ne?
Min nivîsandina romaneke ku tê de ronahiyê dibim ser diyardeya zewaca di temenê biçûk de qedand, ji ber ku tevî hebûna zagonan ku hewl didin berdewamiya vê diyardeyê bisînor bikin lê dîsa jî hin valahî hene ku belavbûna wê di civaka Mexribê de zêde dikin. Min ev mijar hilbijart ji ber ku ez nafikirim ku keçên ciwan ji kêfa lîstikan û bêgunehiya zaroktiyê bêpar bihêlin da ku ew di şevekê de bibin jinên di malan de û berpirsiyariya zewacê rakin.
Min xwe spart komek mirovên ku ji rastiya hatiye jiyîn îlham girtine, di heman demê de min ji xeyala xwe re hişt ji bo bikevim nav karakteran da ku xetereya vê zewacê li ser tenduristiya derûnî ya zarokan bidim naskirin.