“Hebûna jinan di pêşangehê de cihê şanaziyê ye”

Rewşenbîr û Komîteya Amadekar a pêşengeha şehîd Herekol a pirtûkan, ji bo pêşangehê wiha gotin; “Di pêşengeha şehîd Herekol a pirtûkan de, 131 hezar pirtûk bi hemû zimanan hatiye pêşandan û 42 weşanxane di pêşangehê de amade ne.”

Qamişlo – 6’ emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku her sal tê lidarxistin, îsal jî bi dirûşma “Pirtûk samanê cîhanê ne” li hola Zana ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlibûna bi dehan rewşenbîr, nivîskar û wêjevanan hat lidarxistin. Di pêşangehê de 131 hezar pirtûk hatin pêşandan. Di heman demê de 42 weşanxane amade bûn. Her wiha li her Rojhilata Navîn û Ewropayê jî beşdarbûn pêk hat. Di her beşek pêşangehê de bi hemû zimanan pirtûk peyda dibûn. Dê pêşengeh hefteyek bidome û çalakiyên mîna îmzekirina pirtûkan, çalakiyên huner û muzîkê, pêşbaziyên çandî û wêjeyî, pêşkêşkirina diyariyan her wiha semînerên mîna saziya çandî û rola wan a civakî û pirsgirêka xwendinê li Rojavayê Kurdistan û aliyên çareseriyê, bên dayîn. Jinên rewşenbîr û nivîskarên ku beşdarî pêşangehê bûne nêrînên xwe parve kirin.

“Pêşangeh di rewşeke awarte de tê lidarxistin”

Komîteya Amadekar a Pêşangeha Şehîd Herekol a pirtûkan, Leyla Brahîm nêrîna xwe wiha anî ziman: “Pêşangeha 6’emîn a şehîd Herekol îro tê lidarxistin. Em hinek dereng man ji bo vê pêşangehê li dar bixin, ew yek jî ji ber sedema êrîşên dewleta tirk a dagirker bû. Em vê pêşangehê diyarî giyanê seydayê Cegerxwîn dikin. Îro Cegerxwîn koça xwe ya dawî kir. Ji 51 cihan tevlibûn çêbûye. Nêzî 131 hezar pirtûk hatine pêşendan. Ev pêşangeh di rewşek awarte de tê lidarxistin, ji ber dewleta tirk her roj êrîşî herêmên me dike û şehîd û birîndar çêdibin. Em dibêjin divê em bi pêşengehên wiha hişmendiya gelê xwe xurt bikin û bihêlin ku civaka me çanda xwe nas bike û xwedî lê derbikeve. Gelek jin beşdarî pêşangehê bûn û li ber standên weşanxaneyan disekinin. Hêviya me ew e ku em bi vê pêşangehê hemû pirtûkên xwe bidin nasîn.”

“42 weşanxane di pêşangehê de amade ne”

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Enahîta Sîno nêrîna xwe ji bo pêşangehê wiha anî ziman: “6’emîn pêşangeha pirtûkan a şehîd Herekol tê lidarxistin. Di vê demê de em bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû ne ku divê rewşa awarte de lidarxistina vê pêşangehê wateya wê girîng e. Îro bi saya xwîna şehîdan ev pêşangeh tê lidarxistin û em dibin şopdarên şehîdên xwe yên nemir. Divê wek rewşenbîr û nivîskar xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Nêzî 131 hezar pirtûk di vê pêşangehê de tê lidarxistin. Îro nêzî 42 weşanxane di pêşangehê de amade ne. Li kêleka şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa rewşenbîrî jî pêk hat. Îro rewşenbîr û nivîskar xwedî li çanda xwe derdikevin ku ew bi xwe jî şoreşek e. Hêviya me ew e ku em ê çalakiyên bi vê rengî her li dar bixin û şopdarên şehîdên xwe bin. Hêviya me ew e ku hemû nivîskar beşdarî vê pêşangehê bibin. Wek yekitiya rewşenbîran jî em beşdarî vê pêşangehê bûne û nêzî 45 pirtûk me pêşan daye û gelek nivîskar ji jinan pêk tên. Hebûna jinan di vê pêşangehê de cihê pîroziyê ye. Em serkeftina vê pêşengehê li hemû gelê xwe pîroz dikin.”