Girê keçikan ked û dîroka jinan e

Girê keçikan di serdema Aşuriyan de ji aliyê 750 jinan ve hatiye avakirin, di hundirê vî girî de wêneyên jinan hebûne. Ev gir bibû cihê zanyar û lêkolîneran lê gir niha di bin avê de maye.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê- Rojava bi dîroka xwe ya kevnar tê nasîn. Salên dirêj di ser van dîrokan re derbas bûne lê dîsa jî gelên herêmê hewl didin cihên xwe yên dîrokî biparêzin. Şûnwarên dîrokî yên li herêmê tên dîtin, destnîşaneya şaristanî û folklora herêmê ne. Yek ji van cihên dîrokî jî Girê Keçikan e, ev gir 15 kîlometreyan dûrî bajarokê Sirînê yê girêdayî Herêma Firatê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Avakirina vî girî vedigere serdema Melik El-Bironzî lê li gorî lêkolîner û zanyaran bi keda 750 keçikan hatiye avakirin. Temenê vî girî digihîje 5000 sal berê û di serdema Aşûriyan de hatiye avakirin. Wê demê ev gir li derdora gund ji her çar aliyên wê ve girtibûn û heft deriyên wê hebûn. Li gund bi xwe şeş gir hene, girê sereke girê keçikan e û li gorî wê navê gund jî lê hatiye kirin. Girê din jî ev in: El-Easî, Mirêş, El-Bazî, El-Qetrîf û Cer. Dirêjahiya Girê keçikan digihîje 65 metreyan, her wiha ji axê hatiye lêkirin. Di hundirê wê de qesir, pîramîd û derence hebûn, her derenceyek ji çar an pênc qetremîzên bi destan hatine çêkirin û niha binerd bûne. 
Danasîna girê keçikan
Kûpên dîrokî yên bi destên keçan hatibûn çêkirin, dema mirov dihatin serdana gir weke diyarî ji wan re dihate dayîn. Di heman demê de kûpên avê yên kevin û gelek şûnwarên kevnar hebûn lê niha winda ne. Girê keçikan yek ji cihên dîrokî herî mezin e li ser çemê Firatê. Ev cih dikeve aliyê Bakurê Firatê û beşek ji deşta mezin a bi navê Girê Bazî ye. Girê Keçikan dirêjahiya wê 22 metre ye û pehniya wê jî 100 metre ye. Girê keçikan bi ax û kevirê hatiye avakirin. Her wiha gelek hestiyên mirovan li wî girê hatine dîtin û tirbên ku hatine dîtin tekane ne û hinek ji wan komî ne. Piştî demekê ev goristan jî bi demê re bi axê hatine veşartin. Di girê keçikan de perestgeh hatiye dîtin ku temenê wê digihîje beriya mîladê. Her wiha bajarên ku gel li wan jiya ye, di navbera serdema El-Bironz ya kevnar û serdema El Bironz ya navîn de hatiye windakirin. Di nav Girê Keçikan de girê bi navê Cinaze heye û girek biçûk e ku wek cihên goristanê dihat bikaranîn. Paşê dema ku ev cih dikolin di gir de xwelî, kevir û tiştên ku di wan serdeman de hatine binaxkirin têm dîtin û ji wan nêzî du hektar cihê firinê û cihên ku kûp û dîzik lê hatine çêkirin dîtine. 
Cih û dîroka Girê Keçikan di navbera demên borî û niha de
Kesên ku cihên dîrokî lêkolîn kirine, keşif kirine ku avakirina gorên kevin bes li herêma Firatê hatiye dîtin. Piştî lêkolînan gorên ku hatine dîtin bi tabûtên zêr hatine veşartin. Bêyî ku ew tabût werin lêkolînkirin ji holê hatine windakirin. Her wiha hinek ji wan tabûtan jî li bin erdê dimînin. Her wiha hin peykerên bin erdê hatibûn dîtin ku ji zêr hatibûn çêkirin. Li gel peykeran nêzî 200 kûp û tiştên dîrokî hatine dîtin. Hin tirbên ku ji kevir hatine çêkirin, dema lêkolîn dikin hundirê wê vala tê dîtin. Di heman demê de di dema lêkolînê de du peyker tên dîtin, yek ji wan peykeran ê jinek e ku temenê wê 20 an jî 30 salî ye. Ya din jî zarokek e ku temenê wê 2 ango 4 salî ye.  
Rejîma Sûriyeyê dîroka Girê Keçikan talan kir
Şandeyek ji kesên lêkolîner ji Rejîma Baas, Emerîka, Îtalya, Evustralya û Almanya der barê dîroka gund de dest bi lêkolînan kiribûn û agahî der barê gund de nivîsandibûn, zanyaran pirtûkek der barê dîroka gund de nivîsandibûn. Beşek ji wan pirtûkan li gund dihêlin û dema ku ji gund derdikevin hemû amûr û dîroka gund bi xwe re dibin.
Girê Keçikan di bin avê de ma
Rejîma Sûriyeyê di sala 1999'an de biryar da ku bendava Tişrîn (Bendava Azadiyê) çêbike ji bo ku ceyran bê çêkirin, ji ber vê yekê gelek gund ber avê ketin û lehî rabû, beşekî mezin ji gund hat talankirin û Girê Keçikan yek ji wan bû. Ruxmî ku cihekî dîrokî ye Rejîma Baasê tu girîngî nedayê, Girê Keçikan niha di nava çemê Firatê de hatiye windakirin û di nîvê avê de maye. Ev gir 33 km. dûrî bajarê Minbicê, 115 km dûrî parêzgeha Helebê ye û 80 km. dûrî Tirkiyeyê ye. Di wê demê de şêniyên gund banga kesên ku bi dîrokê re eleqedar dibin kirin ku ev cih ji lehiyê bê parastin, li vir êdî hemû alavên wê hatin derxistin û nehat parastin ji aliyê dewletê ve. Beriya du salan ji windakirina gir di bin avê de, Midûriyeta kevnar û muzeyan ya Sûriyeyê gora Melek a ku 2 km. durî gund dikeve, birin parêzgeha Helebê piştî ku çêkirin. Dema ku artêşa azad gund kiribû bin desthilatariya xwe, Artêşa azad nobedarê Girê Keçikan binçav kirin û îşkence lê kirin 15'e rojan di bin îşkenceyê de ma. Paşê jî amûrên di gund de dizîn. Piştî ku gund rastî lehiyê hat, gundiyên ji eşîra El-Emêratan pêk tên gund ji nû ve ava kirin û navê wê kirin El-Giriye ev nav jî xwe dispêre Girê Keçikan. Derdora gir bi hezaran darên sero, sinober û zeytûnan pêk tên. Hejmara gundiyan zêdetirî 2000 kes pêk tê.
"Gundê girê keçikan cihê dîrokî û yek ji destkeftiyên jinan e"
Jinan bi keda xwe mohra xwe li dîrokê xistiye, bi taybet di serdemên kevin de rol û misyona jinan li pêş bû, gelek destkefiyên jinan ên dîrokî di navbera demên borî û pêşerojê de hebûne û hemû lêkolîn jî wiha girîngiyê didin vê mijarê. Li gundê Girê Keçikan jî ya ku li aliyê bajarokê Sirînê dikeve heye, şopên jinan bi hezaran salan li du xwe hiştiye. Der barê dîroka gundê Girê Keçikan de jinên gund behsa gir û girîngiya wê ya ji bo jinan kirin.
Jina bi navê Nebîhe El-Sitêf ya 50'î salî ku ji zaroketiya xwe de li gund maye wiha dibêje: "Girê keçikan sembola nîşaneyên destkeftiyên jin diyar dike, ev gir divê bê parastin da ku dîroka me jinan neyê jibîrkirin. Ji dema ku em biçûk bûn şêniyên gund bi vî navî bang dikirin, ji ber avakirina bendava Tişrînê malên me di bin avê de man, em mecbûr man ku em cihê xwe biguherînin û li başûrê gir gundekî xwe ava bikin. Me malên xwe bi ax û keviran çêkirin ev gund bi xwe Girê Keçikan e. Li derdora vê avê gelek gund rastî zirarê hatin, şêniyên gund debara jiyana xwe li ser demsala genim, ceh, pembû, kuncî, garis û darên selwî dikin. Me gelek darên henar, hêjîr, zeytun, mişmiş di malên xwe çandin e, bi motoran me eletirîk kişandî nava zeviyên xwe ji bo em erdên xwe av bidin. Her kes li gor pêdiviyên mala xwe bostanan diçîne, li rex wê em sewalan jî xwedî dikin. Em avê vexwarinê jî ji bîran derdixin. Di nava her demekê de hin kes ji derva û ji Sûriyê dihatin û alavên eserî bi xwe re dibirin û li muzeya Helebê bi cih dikirin. Ruxmî ku ev gir bi destê jinan hatiye çêkirin û dîroka vê yekê bi xwe dibêje jî lê dîsa jî mafê jinan di vir de jî hatiye inkarkirin û tu girîngiyê nadinê. Ez gelekî kêfxweş im ku ev gund bi destên jinan hatiye avakirin ev her tim di mêjiyê min de ye û ez ê tu carî ji bîr nekim."
"Divê em dîroka jinan biparêzin da ku neyê înkarkirin"
   
Her wiha jina bi navê Emîne Elî ya 55 salî dibêje ku pêwîst e ew xwedî li dîroka xwe derkevin ji bo ku neyê windakirin û wiha pê de çû: "Li gund gelek gir hebûn ji wan girê Mirêş û El-Bazî ye, dema ku lehî ji ber avakirina bendava Tişrîn çêbû hemû gir ketin bin avê û winda bûn ji bilî girê El-Bazî ku heye niha jî heye. 30 salî Rejîma Baas ev gund bi rêve dibin û desthilatdariya xwe li ser dida meşandin, avakirina bendavê bandoreke neyînî li ser mal û bi taybetî li ser çandiniyê kir. Rejîma Baas nedihîşt ku şêniyên gund çandina xwe bikin lê dema ku ev gund ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin êdî her kesê bi awayekî serbest dest bi çandina erdên xwe kirin. Dema ku ez diçim girê keçikan û ez alavên wê dibînim ez gelekî kêfxweş dibim. Ji ber ev der bi destên jinan hatiye çêkirin, pîroz tê dîtin. Ev der cihê sembola jinan e. Ez banga Midûriyeta kevnar dikim ku ev cih ji nû ve bê çêkirin û bibe cihê serdanan, ji bo me ev cih gelekî girînge û divê em cihên wek van biparêzin da ku neyên windakirin. Ji ber dîroka me Kurdan her tim hatiye windakirin lê divê em jin xwedî li dîroka xwe derkevin."