Flîma namzeda Oscarê ya Îngîltereyê behsa jinên li Tirkiyeyê dike

Fîlma Dying to Divorce (Olumune Boşanmak) ku di nava 5 salan de li Tirkiyeyê temam bû, ji bo xelata Oscarê namzed e.

Navenda Nûçeyan- Fîlma bi navê Dying to Divorce (Olumune Boşanmak), ji bo Oscarê di qadên Fîlma Navneteweyî ya Herî Dirêj û Belgefîlma Herî Baş de namzed hat nîşandan.
Fîlm, balê dikşîne ser serpêhatiyên jinên ku li Tirkiyeyê rastî şîdeta mêr hatine, pêvajoyên wan ên darazê, vegotinên wan û têkoşîna wan a jiyanê. 
Belgefîlma Îngîltere ya namzediya Oscarê ya kêmbudce, di nav 5 salan de ji hêla derhêner Chloe Fairweather ve li bajarê Galler ê Powys, temam bû. Derhênera fîlmê Chloe Fairweather û çêker Sinead Kirwan 5 salên xwe, di pêvajoya aloziya welat de ji bo şopandina têkoşîna jinan a ji bo edaletê çûn û hatina Tirkiyeyê re derbas kir.