Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di 3’ê Adarê de were pêşandan

Fîlmê Muzîkal a bi nave "Stranên Keziya Sor" ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya li dijî baviksalariyê vedibêje, dê di 3’ê Adarê de were pêşandan.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn, bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat, li ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê fîlmekî muzîkal çêkir. Fîlma Muzîkal ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cara yekem tê çêkirin, bi navê “Stranên Keziya Sor” hatiye amadekirin.

Kesayet û têkoşîna yek ji damezirînerên PKK’ê û pêşenga têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz ku di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê di êrişa sîxûrên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da wekî sirûştê, navê fîlmê muzîkal hatiye bijartin. Pora Sakîna Cansiz a sor û keziyên wê badayî bûn. Di çanda kurdan de jî kezî xwedî wate û girîngiyekê ne lewma navê “Stranên Keziya Sor” hatiye diyarkirin.

Filmê muzîkal 7 serdemên dîroka têkoşîna jinan vedibêje

Filmê muzîkal ji 7 beşan pêk tê; her beşek serdemeke dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya li dijî feraseta baviksalariyê vedibêje û wekî sembol balê dikişînin ser jinên pêşeng ên weke Sakîne Cansiz (Sara), Roza Luksemburg, Jîna Emînî, Zenûbya, Arîn Mîrkan, Leyla Qasim û Zarîfe Xanim.

Flîm di 7 mehan de bi beşdariya 200 kesan hatiye amadekirin 

Endama Hunergeha Berçem a Hîlala Zêrîn Zeyneb Mensûr, têkildarî mijarê bi ANHA'yê re axivî diyar kir ku fîlma muzîkal di 7 mehan de bi beşdariya 200 kesan hatiye amadekirin. Zeynep Mensûr, da zanîn ku mêran jî di lîstikê de cîh girtiye lê piraniya lîstikvanan jin in. Zeyneb Mensûr, destnîşan  kir ku lîstikvan ji pêkhateyên kurd, ereb, suryan, ermen ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji perçeyên din ên Kurdistanê û hinek enternasyonalîstan pêk tên. Zeyneb Mensûr, anî ziman ku dîmenên ji bo muzîkalê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kişandin. 

Berhema ku senaryoya jî ji aliyê Delîl Mîrsaz ve hatiye nivîsandin û muzîka wê ji aliyê Mehmud Berazî ve hatiye çêkirin, 20 deqe ye û Şêro Hindê derhêneriyê dike.

Muzîkal wê di 3’ê Adarê de were pêşandan

Muzîkal wê di 3’ê Adarê de li Hesekê, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Şehbayê bi hemwextî were pêşandan. Fîlm dê di Jin TV’de jî bê weşandin.