Fîlma Rupelê Sor li Qamişloyê hat pêşandan

Fîlma Rûpelê Sor ku wateya xwe dîroka bi êş, hovitiya çeteyên DAIŞ’ê yê li ser Rojavayê Kurdistanê û li hemberî wê berxwedaniya gel tîne ziman, li bajarê Qamişlo hat pêşandan.

Qamişlo - Fîlma bi navê Rûpelê Sor ya di sala 2016’an de ji aliyê Derhêner Dersîm Zerevan, Prodûksiyon Çîdem Roj, Ehmed Feqe, Hêjar Ahmed, Komîna Fîlma Rojava, Med Film prod, Directora Fîlîmê, Komas Fekî Elsûleyman, Edîtor Serhat Huluka û Muzîk Memo Gûl ve hatiye amadekirin, duho li Navenda Çand û Hûnerê ya Muhemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo, bi amadebûna dehan ji şêniyên bajêr, malbatên şehîdan, saziyên çand û huner û saziyên Rêveberiya Xweser hat pêşandan.

Filma Rûpelê Sor qala rastiya civaka Rojavayê Kurdistanê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî axa Rojavayê Kurdistanê dike. Rola sereke ya filma rojnamevan Nûjiyan Erhan a ku dema li Şengalê êşên di fermanê de bi serê civaka Êzidî hatî radigihand, 3’yê Adara 2017’an di encama êrîşên pêşmergeyên Roj de giran birîndar dibe û di 22’yê Adara heman salê de jiyana xwe ji dest dide, tê de dilîze. Nûjiyan da ku rastî û berxwedana gel lêkolîn bike berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û bi vî rengî bûyerên filmê tê hunandin.

“Rupelê Sor rastiya gelê Rojava ya berxwedêr e”

Derbare fîlma Rupelê Sor de Gulîstan Ehmed ku di pêşandana filmê de amade bû destnîşan kir ku ev film rastiya gelê Rojava nîşan dike ku bi keda hêzên wê û fedekariya mezin hatiye bidestxistin û wiha nêrîna xwe parve kir: “Ev fîlm rastiya Rojava, berxwedaniya gel, teror û çeteyan derxist. Her wiha keda YPG, YPJ û rola wan a mezin di parastina vê axê de destnîşan kir ku ne ji wan ba em ne digihîştin vê astê. Destkeftiyên me bi ked û fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin û ev ji bo me nirxekî pîroz e. Em spasiya her kesekî ku beşdarî filmê Rupelê Sor bû dikin û bi hêvî ne ku her dem rastiya me li ber çavê her kesî be û di ferqa vê rastiyê de bin. Em dev ji destkeftiyên xwe bernadin, bêguman serkeftin dê ya me be.”