Fîlma ‘I Am Trying to Remember’ careke din bû berendamê xelatê

Berhema herî dawî ya derhêner-lîstikvan Pegah Ahangaranî ya bi navê ‘I Am Trying to Remember’ ku gelek xelatên navneteweyî wergirtiye, di festîvala navneteweyî ya li Komara Çekê de bû berendamê xelatê.

Navenda Nûçeyan – Derhênerên jin ên Îranî di warê serkeftina xwe ya navneteweyî û çêkirina bîreke dîtbarî de ji hemcinsên xwe yên li cîhanê re dibin mînak. Lîstikvan û derhêner Pegah Ahangaranî bi fîlma xwe ya bi navê ‘I Am Trying to Remember’ ku di sala 2021'an de temam kiribû, derket fînala Xelatên Belgefîlman ên Navneteweyî (IDA) ku li Komara Çek hat lidarxistin.

Belgefîlma Pegah Ahangaranî ya bi navê ‘I Am Trying to Remember’ ku li ser înfazên komî yên girtiyên siyasî yên di sala 1967'an de ye, weke xebateke mînak tê nîşandan. Derhêneriya fîlmê Pegah Ahangaranî, berhemhêneriya Kaveh Farnam, montajê Ferhanaz Şerîfî û muzîka wê jî îmzeya Atena Ashtiani hildigre. Fîlm ji 17 deqîqeyan pêk tê.

Belgefîlma ku di festîvalên ku li gelek welat û navendên wekî Hollanda, Portekîz, Selanîkî, Spanya, Zagreb, Xirvatistan, Kosova û Kanadayê hatin lidarxistin de hat nîşandan, ji gelek welatên ku lê hat nîşandan bi xelat vegeriya.

Lîstikvan û derhêner Panah Ahangaranî jî xwedî berhemên bi navê “Dokhtari ba kafsh-haye-katani” (1999) û “Darbend” (2013) ye.