“Fîlma ‘Beirut The Aftermath’ çîroka Beyrûdê ya piştî teqîna benderê vedibêje”

Belgefîlma yekem a bi navê Beirut The Aftermath, ku derhêneriya wê Fadiya Ehmed kiriye, êş û azarên xelkê Beyrûdê û bandora derûnî ya teqîna 4’ê Tebaxê vedibêje.

CAROLINE BAZZI

Beyrûd - Derhênera Spanyolî-Lûbnanî Fadiya Ehmed, dibîne yek ji erkê wê ye ku çîroka Beyrûdê, çîrokên malên wê, gelê wê û heta dîwarên wê vebêje û dikeve nav hewildanekê ku bandorên teqîna bendera Beyrûdê ya di 4’ê Tebaxa 2020’an de pêk hat bi belge bike.

“Beirut The Aftermath bandora psîkolojîk a teqîna bendergehê belge dike”

Derbarê belgefîlma Beirut The Aftermath, derhêner Fadiya Ehmed di çarçoveya beşdarbûna xwe di pêşangeheke hunerî de ku tê de wêneyên wê ji Beyrûdê kişandine, di bin navê "Ji aliyê hunermend û ji bo hunermendan" ve ku roja înê di 20’ê Gulanê dest pê kir wiha got: “Belgefîlma berî mehekê li salonên Lubnanê hatibû nîşandan û niha hatiye rawestandin. Ew li zêdetirî welatekî hate pêşandan û fîlm ji hêla temaşevanan ve bi başî hate pêşwazîkririn. Gelek Lubnanî li derveyî welat ji bûyerên wê bandor bûn û performansa navneteweyî çavên mirovan li Beyrûdê vekir û bandora teqîna benderê li ser giyan û malên qurbaniyan vekir".

Fadiya Ehmed diyar kir ku fîlma Beirut The Aftermath belgefîlmek e ku hewl dide êş û bandora derûnî ya teqîna 4’ê Tebaxê ya li ser Beyrûdê ragihîne. Ji ber ku bajarê Beyrûdê yek ji karakterên sereke yên fîlmê ye. Di belgefîlmê de Beyrûd behsa êşên xwe dike, dîwarên wê çîrokên xwe vedibêje, kolanên wê jî êşa wê tîne ser ziman. Her wiha di fîlmê de şahidiyên qurbaniyên teqînê hene ku bandora teqînê li ser wan yan jî bandorên ku teqînê li ser malên wan hiştiye yan jî li ser kesên ku ji ber teqînê ew ji dest dane, qal kirine.

Fadiya Ehmed  bal kişand ser wê yekê ku zêdetirî belgefîlmekê ku behsa teqîna Bendera Beyrûdê dike derket û gelek hevpeyvîn bi qurbaniyên ku di dema teqînê de jiyane, hatine kirin û wiha domand: "Tişta nû ew e ez difikirim ku hemû belgefîlmên ku behsa teqîna benderê kirine hevdu temam dikin. Lê çarçoveya dîrokî ya di vê fîlmê de û xebata li ser bîranîna bûyerên di 4’ê Tebaxê de qewimîn, di rastiyê de ew e yê ku ji bo belgekirina van dîtinan û vê şopa dîrokê dixebite û di paşerojê de veduguheze arşîvek li ser Beyrûdê. Her wiha ew ronî dide ser dengê hemû Lubnaniyan, ne tenê yên ku di xebatê de amade bûne, ji ber ku dengê wan kesên ku beşdarî xebatê bûne dengê her yek ji me ye û bi zimanê me gotiye. Gelek hestên ku ev belgefîlm werdigerîne û derdixe holê hene.”

“Dîtbarîkirina rastiyê li hember Beyrûdê erka min e”

Fadiya Ehmed anî ziman ku pêşkêşkirina vê belgefîlmê weke erkekê ye û wiha got: "Min ev belgefîlm çêkir, ji ber ku piştî teqîna bendergehê erka min bû û projeya ‘Beyrûd Beyrûd’ û pirtûka ‘Beyrûd Beyrûd’ navgînek bû ji bo ku ez hewl bidim xwe û rehên xwe yên Lubnanî bibînim û ji bo ez wek mirov û jin bi xwe re li hev bikim. Vê yekê jî di destpêkê de wekî wênekêş û wekî hunermendek hemdem bandorek mezin li xebata min kir.

“Ji bo em bandora teqînê derbas bikin pêdiviya me bi hêzê heye”

Fîlma Fadiya Ehmed hest û bandora teqînê li ser qurbaniyan eşkere dike, lê li ser bandora 4’ê Tebaxê ya li ser kesayeta wê jî wiha got: "Vê teqînê bandor li me hemûyan kir, ez difikirim ku vê teqînê her yek ji me guhert, ji ber vê yekê tu kes ji me wek berê nemaye. Em gelekî bandor bûn û ez difikirim ku me bi teqînê beşek ji canê xwe winda kir. Ez difikirim ku ev bandor dê bi salan bi me re bimîne, ji ber vê yekê ji bo min girîng bû ku ez vê belgefîlmê çêbikim da ku bandora psîkolojîk a teqînê ragihînim. Her yek ji me hê jî di êşê de ye û her carê ku em dicivin em biryar didin ku em behsa teqînê nekin lê em behs dikin. Ji bo derbaskirina tiştên ku qewimîn sal, vîn û hêz lazim e.

Fadiya Ehmed tercîh kir ku kameraya wê dîmenên xwîn, tundî û mirinê nekşîne, lê belê zimanê herî nêzî mirovan bikar bîne û li ser vê yekê wiha got: "Min xwest zimanê ku em hemû jê hez dikin nîşan bidim, zimanê huner, çand, mûzîk, deng, şêwr û diyalogê. Her çend em bi êş û hêrsê hîs bikin jî, me êşa xwe bi rêzdarî, helbestî û bi rûmet aniye ziman.

Fadiya Ehmed destnîşan kir ku bandora teqînê ya li ser welatên cîhanê di heftiya yekem de ku tê de teqîn pêk hat, weke heyameke demkî bihêz bû, lê di vê demê de dengvedana teqînê li welatên cîhanê bidawî hat, di demekî de ku  me hîna nû dest bi paqijkirina toza  li ser xwe dikir, malên me hîna wêrankirî bûn, ji ber vê yekê, ez dubare dikim min hilbijart ku ez fîlmê çêbikim. Ji ber ku girîng e ku em arşîvek ku bandora teqînê li Lubnanê belge dike bihêlin.