Festîvala Fîlmên Jinan a Navnetewî ya Uçan Supurge dest pê kir

Di vekirina 27’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navnetewî ya Uçan Supurge de, "Xelata Rûmetê ya Uçan Supurge", "Xelata Serkeftina Bilge Olgaç" û "Xelata Pîrebokên Ciwan" hatin dayîn.

Navenda Nûçeyan – 27’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navnetewî ya Uçan Supurge a bi sernavê "Zêde, Ne Kêm: Tu firînê bîn bîra xwe" tê lidarxistin, dest pê kir. Merasîma vekirina festîvalê li sehneya Opera ya Enqereyê hat lidarxistin.

Xelatan xwediyên xwe dîtin

Di çarçoveya festîvalê de; "Xelata Rûmetê ya Uçan Supurgeyê" ji lîstikvana sînema û şanoyê Hatîce Aslan, "Xelata Serkeftinê ya Bîlge Olgaç" ji lîstikvan Tûlîn Ozen, derhêner Ayşe Polat û çêker Nîda Karabol re, "Xelata Pîreboka Ciwan" jî ji lîstikvan Denîz Îlhan re hat dayîn.

Hatîce Aslan a ku di merasîmê de xelata xwe ji dest lîstikvan Ece Dîzdar girt, diyar kir ku ev xelat û cihê ku lê ye ji bo wê gelek bi qîmet e. Hatîce Aslan, anî ziman ku wê di salên xwendekariyê de ji Sêwasê li Sahneya Opera ya yekemîn li lîstika xwe ya şanoyê temaşe kiriye û gelekî bi bandor bûye û wiha got: "Enqere bajarê xala jiyana min e. "Ez ê her dem hêza dermankirinê ya dilovanî, lênêrîn û rêzgirtina ji xwe û hemû heyînan bînim bîra xwe.”

Piştî xelat hatin dayîn, Koroya Dengê Dostaniyê ya Weqfa Sevda-Cenap û Muzîkê konserek da.

Fîlm dikarin li Sînemaya Kavaklidereyê werin temaşekirin

Fîlmên Festîvalê dikarin li du salonên ku berê bi navê "Kavaklidere Cinema" û niha jî bi navê "Kult Kavaklidere" dihatin binavkirin ku salên dirêj girtî bûn û par ji nû ve hatibûn vekirin, werin temaşekirin. Di çarçoveya festîvalê de wê hevpeyvîn û panel û promiyera fîlman a Tirkî bên lidarxistin.

Festîval dê di 16’ê Gulanê de bi dawî bibe

Festîval yekane festîvala fîlmên jinan e ku Civata Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî (FIPRESCI) endamekî juriyê dişîne. Festîval dê di 16’ê Gulanê de bi eşkerekirina fîlmê ku ji aliyê jûriya FIPRESCI ve hatiye xelatkirin, bi dawî bibe.

Ji bo ku her kes bikaribe biçe sînemayê di hemû dewreyan de ji bo xwendekaran 25 TL û ji bo standard jî 50 TL hatiye diyarkirin. Hûn dikarin bîletan ji qutxaneya Kult Kavaklidere û li ser înternetê li ser malpera "biletinial.com" bi dest bixin.