Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salé dest pê dike

15'emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salé (FIFFS) dê di 26'ê Îlona 2022'an de dest pê dike.

Mexrib - Komeleya Bouregreg ragihand ku 15’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salé (FIFFS) dê di navbera 26’ê Îlon û 1’ê Cotmeha 2022’an de li Mexribê bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya çapameniyê ya ji aliyê komeleyê ve hat dayîn, di festîvalê de ji bo fîlmên belgefîlm, dirêj û kurtefîlman beşên pêşbirkê jî cih digrin. Di festîvalê de 9 jê fîlmên jinan ji 19 welatan 10 fîlmên dirêj dê bên beramberî hev. Di beşa pêşbirkên belgefîlman de dê têkoşîna jinan a li dijî wekhevî û her cure cudakariyê bê nîqaşkirin.

Di festîvalê de û li ser mijarên sînemayê yên li Mexribê dê hevpeyvîn, atolye û pêşkêşî bên kirin.