Festîvala "Arîn biskik û zûlfên aştiyê"didome

Festîvala şanoyê ya bi navê "Arîn bisik û zûlfên aştiyê" di roja 4`an de didome. Îroj koma şano ya Çand û Hûnera Baqî Xido a kantona Kobanê şanoya "Bîr" pêkêş kirin.

Kobanê- Yekemîn festîvala şano ya li ser asta Bakurê Sûriyê "Arîn bisik û zûlfên aştiyê" di roja 4`an de berdewam dike. Festîvala ku bi beşdarbûna Reqa, Tebqa, Mibic, Kobanê, Heleb û Efrîn tê li darxistin.  Îroj  jî festîval bi şanoya "Bîr" ji aliyê koma şano ya Kobanê ve ku behsa jiyana gundan, qûtbûna ava baranê û sihirbaziyê dike, hat pêkêş kirin. Festîval li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido tê li darxistin, di şanoya îro de bi sedan ji şêniyên Kobanê amedebûn û coşa xwe ya ji bo festîvalê nîşan dan.
"Em çanda Kobanê nîşan didin"
Lîstkvana şanoyê Pêrwa Kenan a rola pîrê dilîze got: "Ev çar rojin ku festîvala şanoyê destpê kiriye, li gor bernameya festîvalê îro sira me bû. Me weke koma Kobanê xwest ku mijareke cuda bigirn dest, mijareke ku çand û hûnera Kobanê nîşan bide pêkêş bikin. Em 12 kes cihê xwe di nava vê şanoyê de digirin û ev 4 mahin ku amedekariyê dikin. Ez rola pîreke 40 salî dilîzim ku gelek diaxive û dike pitpit. Her wiha cil û bergên me jî li gor rolan tên guhertin, lê ya bingeh cilên Kobanê ne."
"Di festîvala şano yê de pirojeya netewa demokratîk diyar dibe"
Hevseroka Desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel nêrîna xwe wiha anî ziman: "Em rojane vê festîvalê dişopînin û di nav de hazir dibin. Ew pirojeya ku em her tim behsa wê dikin, pirojeya netewa demokratîk îro di nava vê festîvalê de xwe nîşan dide. Beşdarbûn ji pêkhateyên tevahî herêmên Bakurê Sûriyê heye ku her komek bi çand, ziman û kiltura xwe şano pêşkêş dike. Her wiha şanoyên ku heta niha hatin pêkêş kirin, rastiya gelên li Sûriyê nîşan da. Piştî şanoyên ku tên nîşan dan, beşdarvan şanoyan dinrxînin û mirov dikare bandora wê li ser gel bibîne. Ev festîval cara yekemîn e ku li kela berxwedanê Kobanê tê li darxistin,  bi taybet jî di demeke wiha de ku bê navber gef li ser herêmê tên xwarin."