Festîvala "Arîn bisk û zûlfên aştiyê ye" di roja pêncemîn de didome

Festîvala şanoyê ya bi navê "Arîn bisik û zûlfên aştiyê ye" di roja 5`an de didome. Îroj koma şano ya Çand û Hûnera bajarê Minbic "Rakirina stiriyan" pêşkêş kirin.

Kobanê- Yekemîn festîvala şano ya li ser asta Bakurê Sûriyê-Rojava"Arîn bisik û zûlfên aştiyê ye" di roja 5`an de berdewam dike. Festîvala ku bi beşdarbûna Reqqa, Tebqa, Mibic, Kobanê, Heleb û Efrîn tê li darxistin.  Îroj jî festîval bi şanoya "Rakirina stirîyan" ji aliyê koma şano ya bajarê Minbicê ve ku behsa dema borî û anha dike,hat pêkêş kirin. Festîval li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido tê li darxistin, di şanoya îro de şêniyên Kobanê, derhîner û mêvan amedebûn. Di derbarê şano û festîvalê de beşdarvan, mêvan û kesên ku di şanoyê de cih girtin ji ajansa mere axivîn.
"Festîval çanda gelan dide xuya kirin"
Xedîca Mihemed yek ji kesên beşdarvan behsa girîngiya şano kir û wiha got: "Piştî ewqas ked û perwerdekirin, festîval li bajarê Kobanê tê li darxistin û her bajar bi ziman, çand û hunera xwe pêşkêş dike. Mirov bike neke dê kêmasî derkevin holê, ji ber kêmderfetan û zextekî mezin li ser gelê herêmê heye, lê dîsa jî cihê kêfxwaşiyê ye. Li beramberî şerê heyî em hewl didin ku qada hunerî pêş bixin. Lê tiştekî balkêşe ku hemû bajar li hevdû kom bibin û festîvaleke bi vî rengî derxînin holê."
"Ev ji bo me tecrubeya yekemîne"
Hîwa Betal derhînere û ji bajarê Efrînê ye destnîşan kir ku ev tecrubeyeke yekemîne li Kobanê tê çêkirin û wiha pêde çû: "Şanoya îro gelekî xweşbû, ya herî balkêş di şano de ku têks bi xwe ji bajarê Minbic hatiye nivîsandin ne ku ji derva hatiye. Nivîsandina tiks bi xwe gaveke baş e ber bi pêşketinê veye, her wiha di şano de hat diyarkirin ku ya rola Zenubiya de leyst, perspektîf didan gel, çawa xwe rêxistin bikin û şaşitiyan nekirn her timî civak zane be û hişar be. Di heman demê de kêmasî jî hene, helbet bê kêmasî tişt bi encam nebin. Di milê axaftin û muzîk û hin amuran de kêmasî derketin, lê bi demê re wê ev tişt jî çêbikin. Ruxmî ku cara yekemîn di festîvalê de tê pêşkêşkirin gavek baş bû ber bi pêşketinê ve. Li gor derfetan mijarek baş bû, li gor ev cara yekemîn e hemû bajar li hevdû kom dibin û şanoyên xwe pêşkêş dikin. Wê ev gav ber bi serkeftinên mezin ve biçin."
"Divê em çanda xwe mayînde bikin"
Elîsar Berkel lîstikvana şano û rola Zenubiya leyst wiha dibêje: "Herî zêde şanoya me behsa demên berê û niha dike, ku çawa em van qeyd û bendên civakê ji holê rakin. Astengiyên heyî yê ku derdikevin li pêşberî civakê. Ji ber ku kesayeta min heya ez li gor vê rolê bilîzim min rola Zenubiya leyist. Armanca me ji vê şanoyê ku em bînin bîra vî gelî ku em xwe ji tiştên xirab rizgarbikin. Li şûna wê rindiyan bikin, êdî ev kevneşopî nebin asteng li beramberî gel. Ev sê heyvin em perwerde li ser vê şanoyê dibînin, gel jî nirxandin kirin di derbarê şano de, rexneyên ku hatin kirin em li ser bisekin û hêviyên me hene ku em careke din ji vê baştir pêşkêş bikin."