Festîvala "Arîn bisk û zulfên aştiyê" bi şahiyeke girseyî bi dawî bû

Yekemîn festîvala şanoyê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 7 rojan, di 27'ê Mijdarê de bi coşa gel û şahiyeke girseyî bi dawî bû.

 
Kobanê-  Desteya Çandê ya herêma Firatê bi alîkariya Tevgera Mezebotamya ya çand û hunera demokratîk yekemîn festîvala şanoyê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "Arîn bisk û zulfên aştiyê" 7 roj domiya û duh bi dawî bû.
Festîvala ku li eywana çand û hunera Baqî Xido hat lidarxistin, roja yekemîn bi şanoya muzîkê ya destana Memê Alan hat destpêkirin. Pişt re di roja duyemîn de li bajarê Reqayê şanoya girtîgeha bavê min, di roja sêyemîn de li bajarê Tebqayê çinîna dojehê, di roja çaremîn de koma Kobanê şanoya Bîr, di roja pêncemîn de koma bajarê Minbicê şanoya hilbirîna striyan, roja şeşemîn bajarê Helebê şanoya pêxistin û di roja heftemîn de koma Efrînê şanoya Pîne hatin pêkêşkirin.
Li aliyê din di festîvalê de pêşangeha wêneyan jî hat nîşandan.
Piştî heft rojên bi şanoyên cur be cur dagirtî, di 27'ê Mijdarê de li navenda Çand û Hunera Baqî Xido festîval bi şahiyekê hat bidawîkirin. 
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Pişt re cîgira desteya Çandê ya herêma Firatê Rodîn Yusif axivî û got: "Festîvala ku li Kobanê hatiye lidarxistin, wê bibe bingeha jinûveavakirina asta şanogeriyê û xwedîderketina li çanda herêmê. Wekî tê zanîn şanogerî rêbazek ji nîşedanên hestên mirovan e. Ji bo berxwedaniya têkoşer Arîn Mîrkan ku li dijî terora DAIŞ`ê canê xwe feda kir, wê her sal ev festîval di salvegera çalakiya Arîn Mîrkan de were lidarxistin."
Pişt re hunermend Sîpan Xelat, Menet Alah û Kamê stranên gelêrî yên Kurdî û Erebî gotin.
Şahî û festîvala yekemîn a şanoyê bi xelatkirina malbata Arîn Mîrkan, komîteya amadekar a festîvalê, pêşkêşvanên festîvalê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ragihandin, şêwirmendên pêşangeha wêneyan û komên şanoyê bi dawî bû.
Ji komîteya amadekar û endama Çand û Hunera Baqî Xido Leyla Ehmed, ji ajansa me re behsa atmosfera festîvalê kir.
"Festîval di asteke serkeftî de derbas bû"
Leyla Ehmed got: “Me îro yekemîn festîvala Şanoyê ya bi navê "Arîn bisk û zulfên aştiyê" bi dawî kir. Ev 7 rojên ku derbas bûn, me di nav de gelek hestên cuda û xweş jiya. Ev cara yekemîn e ku bûyereke bi vî rengî li Kobanê diqewime ji lewre me girêdana gelê Kobanê ya bi festîvalê re dît. Gel li benda demjimêra destpêkirina şanoyan dima û bi coşeke mezin derbasî holê dibû. Me bawer nekir ku gel di vê asta mezin de festîvalê pêşwazî bike, şanoyan binirxîne û nêrînên xwe bîne ziman. Rast e festîval ji ber rewşa belavbûna şewba koronayê dereng ma lê dîsa jî sekeftî derbas bû. Em silav û spasiya xwe ji bo komên Heleb, Efrîn, Tebqa, Reqa, Minbic û Kobanê nîşan dikin."
"Me hev baştir nas kir"
Her wiha hunermend Menet Alah El-Tuma ya ji bajarê Reqayê nêrîna xwe ya li ser festîvalê wiha anî ziman: "Ev heft roj in ku em di festîvalê de amade ne, li gorî nêrîna min, di asteke gelek xurt de derbas bû. Her wiha bû pira naskirina çand, ziman û hemû pêkhateyên di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ez jî weke hunermed gelek kêfxweş im ku me stranên bajarê Reqayê bi riya şahiyê gotin. Di dawiyê de em vê festîvalê li her kesê ku ked dane pîroz dikin.