Festîvala Şanoyê ya li Wanê tê lidarxistin, diyarî Jîna Mahsa Emînî kirin

3'emîn Festîvala Şanoyê ya ku ji aliyê koma ŞanoWan a Wanê ve bi dirûşma “Ew roj wê hilbê, ew bihar wê bê” tê lidarxistin, dest pê kir. Festîval diyarî Jîna Mehsa Emînî ya li Îranê hat qetilkirin, hat kirin.

Wan - 3'emîn Festîvala Şanoyê ya ku ji aliyê koma ŞanoWan a Wanê ve bi dirûşma “Ew roj wê hilbê, ew bihar wê bê” tê lidarxistin, duh bi şev dest pê kir. Starta mîhrîcana ku dê heta 30’ê Îlonê berdewam bike, li Navenda Danûstandinê ya Perîhanê (AVM) bi resepsiyonek hat dayîn. Kesên bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî mîhrîcanê bûn, bi Dengbêj Usiv re govend gerandin. Festîvala ku bi govendan dest pê kir, bi pêşangeha wêneyan a “Kulîlkên Hişk” berdewam kir.

Di lîstika yekem a festîvalê de kêliyên hestiyar

Perînaz Delazy destpêkê axivî, bal kişand ser berxwedana Emîne Şenyaşar û da zanîn ku festîval diyariya Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, hatiye kirin. Piştre yekemîn lîstika festîvalê ya bi navê “Jiyan ez ji te hez dikim” ku jiyana girtiyê siyasî û nivîskarê 30 salî Îlhan Samî Çomak vedibêje hat lîstin. Di lîstikê de zilma dewletê ya di salên 90'î de li Çewlikê hatiye jiyîn hat vegotin. Di dema lîstikê de temaşevanan kêliyên hestiyar jiyan.

Mîhrîcan îro dê saet di 15:00’an bi lîstika "Jiyan ji te pir hez dikim" û saet di 8'ê êvarî de bi lîstika "Serbaz" bidome.