Festîvala Şanoyê ya Amedê dê bi silavkirina Cûdî dest pê bike

8’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve tê lidarxistin, di roja 20'ê Cotmehê de dest pê dike. Lîstikvana şanoyê Berfîn Emektar da zanîn ku dê di festîvalê de 15 ji wan bi Kurdî 18 lîstik bên pêşkêşkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Festîvala Şanoyê ya Amedê ku îsal cara 8’emîn dê bê lidarxistin dest pê dike. Festîvala şanoyê ya ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve tê lidarxistin dê di navbera 20-30'ê Cotmehê de bê lidarxistin. Festîvala ku salên borî ji ber pandemiyê nehat lidarxistin, îsal bi dirûşma "Wayê Cûdî û wayê ev ax!" a helbesta Arjen Arî bê lidarxistin. Wê di festîvalê de 15 ji wan bi Kurdî 18 lîstik bên pêşkêşkirin. Yek ji lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar a ku em der bare festîvalê de pê re axivîn, diyar kir ku divê gel li şûna festîvalên ku bi armanca asîmîlasyonê tên lidarxistin, beşdarî festîvala şanoyê ku dê di 20'ê Cotmehê de dest pê bike bibe.

Di festîvalê de dê gelek lîstikên sezona nû cih bigrin

Berfîn Emektar, anî ziman ku ew festîvalên beriya qeyûm bên tayînkirin di şaredariyê de dest pê kirin weke şanoya bajêr berdewam dikin û diyar kir ji derveyî pandemiyê tu carî navber nedane xebatên xwe û festîvalê ku tên lidarxistin. Berfîn Emektar diyar kir ku festîvala dê îsal li dar bixin ji bo wan gelek xweş derbas bibe û ragihand ku dê gelek şanoyên Kurdî di festîvalê de bên pêşkêşkirin.

“Me xwest em bi dirûşma xwe silav bidin çiyayê Cûdî"

Berfîn Emektar da zanîn ku lîstik dê temaşevanan jî kêfxweş bike û diyar kir ku bi dirûşma "Wayê Cûdî û wayê ev ax" jî armanc dikin silav bidin Çiyayê Cûdî yê ku tê wêrankirin. Berfîn Emektar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji Dihokê lîstikek me heye, dîsa ji Kerkûk, Stenbol, Wan, Êlih û Belçîkayê lîstik hene. Di festîvalê de hebûna gelek lîstikên nû ji bo me jî cihê kêfxweşiyê ye. Me xwest îsal festîvalê bi dirûşma 'Wayê Cûdî wayê ev ax' li dar bixin. Çima, ji ber ku ev çend salên dawî  qetlîamek pir giran li wê derverê tê jiyîn. Ev komkujî ji çandê dest pê dike û heta xwezayê diçe. Talanek pir cidî heye. Ji ber vê me îsal ev dirûşm ji bo festîvalê hilbijart. Dar û xweza tenê tiştên sembol nîn in, xweza ji bo me her tişt e. Dar tenê bi serê xwe ne darek e, çand, ax û huner e. Ji ber vê me xwest bi 8’emîn Festîvala Amedê re em silavek bidin Cûdî."

"Bila Kurd beşdarî festîvalên ku çanda wan nîşan didin bibin"

Berfîn Emektar diyar kir ku li şûna festîvalên ku bi armanca asîmîlasyonê tên lidarxistin divê gel beşdarî festîvalên şanoyê ku çand û zimanê nîşan dide bibin û wiha axivî: “Em dixwazin gelê me tevlî festîvalê bibe û xwedî lê derbikeve. Gelek festîvalên ku xîtabê çand û zimanê me nakin, îro li Amedê bi destên qayûman tên lidarxistin. Di hundirê vî de ne çanda me û ne jî zimanê me cih nagire. Bi vê yekê re dixwazin asîmîlasyonê bi pêş bixin. Ji ber vê em ji festîvala şanoyê re tevlibûnek mezin dixwazin. Festîvala me li dijî van karan alternatîfek e. Festîvalek ku ziman û çanda me nîşan dide ye. Ji ber vê yekê em hemû kesan vedixwînin vê festîvalê.”