Festîvala Şano ya Jiwar: Divê ji hunermendên jin re bêtir derfet bê dayîn

Di 4. Festîvala Şano ya Monodrama ya Jiwar ku li Mehabadê hat lidarxistin de, peyam hat dayîn ku divê zêdetir derfet ji hunermendên jin re bên dayîn. Sara Kerîmî diyar kir ku hebûna nivîskar û derhênerên jin di guhertina civakê de gaveke girîng e.

YARA AHMEDÎ

Mahabad – 4’emîn Festîvala Şano ya Monodrama ya Jiwar a Mahabadê, bi beşdariya 11 komên şanoyê, di 23’ê Cotmehê de hate li darxistin. Di festîvala ku 4 rojan berdewam kir de, bi taybet beşdariya derhênerên jin ên şanoyê zêde bû. Jinên derhêner di lîstokê ser dikê de, bal kişandin ser mijarên koç, azadiya jinê, cihêkariya zayendî û nasnameya jinê.

Divê mihricanê de hinek ji lîstokên jinan wiha bûn; ‘Duvain Dehng’ ji aliyê Şadî Pakzad ve hatî nivîsîn û derhêneriya wê kirî, ‘hîn bi hêztir’ a ji aliyê Şirin Delpasand derhêniriya wê kirî, ‘Êşa Kevin’ ji aliyê Fateme Mumivand ve derhêneriya wê hatî kirin, ‘Di Metroyê De’ ku ji aliyê Hedye Rasulpur ve derhêneriya wê hatî kirin û ji aliyê Sureya Sadatin ve hatî nivisîn, ‘Nasname’ ku ji aliyê Bahare Xezr Savare ve derhêneriya wê hatî kirin. Piranî lîstokên şanoyê yên ji aliyê nivîskarên Kurd ve hatîn nivîsîn bi Kurdî derketin ser dikê.

Juriyên festîvalê ji hunermendê tiyatro yên Mahabadê Parvin Malekzade, Rahim Naqade û Baxtiyar Panjcei bûn. Di beşa muzîkê de Behnaz Hasani, di beşa nivîskariya lîstokan de Şadi Pakzad, di beşa dizayna afîş û broşoran de Foruzan Emînî, di beşa dizayna kostuman de Şîrin Delpasand yekem hatin hilbijartin. Xelata dûemîn Şadî Pakzad, xelata sêyemîn jî Hedye Rasulpur girt.

‘Hebûna jinên derhêner, ji serkeftinê giringtir bû’

Di festîvala îsal de, di aliyê vegotina êşên jinan û pirsgirêkên wan de peyama hat dayîn ku divê hê zêdetir firsend ji hunermendên jin re bê dayîn. Ji temaşevanan û hezkiriyên tayatroyê Sara Karimi, derbarê festîvala tiyatroyê de nirxandin kir. Sara Karimi bal kişand ku di qada tiyatroyê de berê zihinyeta hiyararşîk û mêr hakim bû ev tişt anî ziman:

“Di wê demê de xebitina jinan di tayatroyê de dibin zextan debû. Li Rojhilat di tiyatroyê de yek ji serkeftina herî giring a jinê hebûna jinên derhêner e. Ji ber heta beriya çend salan di tiyatroyê de mêrsalarî di temayên berheman de sih dikir. Lê belê hebûna jinên nivîskar û derhêner di civaka hunerê de û di encam de di guherîna hemû civakê de gaveke giring bû. Ji ber di nava civakê de hêmana herî giring hunermend in.”

‘Hebûna di tiyatroyê de encama têkoşînê ye’

Sara Karimî da zanaîn ku hebûna jinan îsal di muzîk, dizayna afîş û sektorên cûda de rolek giring lîstin û di rêza yekem de cih girtin û got: “Di demê berê de jin dema di sînameyek yan jî di tayatroyekê de bi lîstan rastî tacîz yan jî kontrol kirina bi hêz ya malbat û mirovan dihatin û  jin jivê qadê dûr dixistin. Lê belê îro hebûna jinên Kurd di tiyatroyê de encam berxwedan û têkoşîna wan e.”