"Ez ê karê xwe di lîstikvanî û stranbêjiyê de bidomînim û guh nedim tiştên ku tên gotin"

Ger keçek di civakek mîna civaka Lîbyayê de bibe lîstikvan û stranbêj ev metirsiyek û serpêhatiyek e ku jin kêm caran li Lîbyayê têdikoşin, her çend kariyera hunerî ya Lîbyayê ji sed salan derbas bûye jî hejmara jinên ku di vê navberê de derbas bûne ji sedî derbas nake.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Piştî şoreşa 17'ê Sibata 2011'an ku bûyerên wê di welat de guhertinek da avakirin. Di warê stranbêjî û şanogeriyê de jêhatîbûnên keçan dest pê kirin lê di demek kurt de winda bûn û di nav şarezayên ciwan ên ku xuya bûn de, xwendekara Fakulteya Ragihandinê beşa Radyo û Televîzyonê, Sondos El-Sengari hebû.
Sondos El-Sengarî ya 25 salî, dibêje ku destpêka wê di vî warî de di sala 2012'an de di dawiya lîseyê de bû û di navbera salên 2012-2015'an de bi riya koma "El-Mutehedîn" komek ji berhemên şano û stranbêjî pêşkêş kir, ji wan şanoya "Libya Al-Nahar û Sindoqa heyranê, Sibeh xweştir e" her wiha beşdarî çend rêzefîlmên televîzyonê bûye, ji wan "Kenên Tesadufî", "Şilo" û "Komara Zalha" û di vê kurtekariyera xwe de, wê gelek xelatên piştgiriyê wergirtin. 
Der barê ketina wê ya nav cîhana lîstikvaniyê piştî ku kom rawestiya, dide diyarkirin: "Piştî rawistandina komê ji kar re di sala 2016'an, min dest bi beşdariya xebatên televîzyonê kir. Ji hin hunermendên ku beşdarî şanogeriyên me bûn pêşniyarî ji min re hatin û bi riya wan ew fêrî performans û temsîliyeta min a li ser dikê bûn."
"Li hemberî nêrînên civakê li ber xwe da"
Der barê wê yekê de ku gelo gotegot û navûdengê ku bandorê li civaka hunerî dike, bandor li ketina wê ya nav vî warî û berteka malbata wê û derdora wê kiryaran yan na, ew dibêje: "Dema ez ketim qada lîstikvaniya şanoyê, ez pir ciwan bûm û tenê ji bo ku ez kêfxweş bibim, qet nedihat bîra min ku ez ê paşê lîstikvaniyê bikim, erê min ji biçûkatiya xwe de ji muzîkê hez kir û min hêvî dikir ku ez têkevim Enstîtuya Lîstikvanî û Stranbêjiyê ya Elî El Şaliah lê min nikaribû. Her wiha bi destpêkirina şoreşê û bûyerên li welat qewimîn re, malbata min ji bo ku ez xwe sihet bikim û ji bandora şerê psîkolojîk dûr bibim, pêşniyar kir ku ez tevli komê bibim û bi vî awayî ev yek ji bo malbata min bû tiştekî normal û meqbûl a ku di nava şano, stran û muzîkê de mezin bû, malbata min ji vê yekê hez dikir û diya min me teşwîq kir ku em berdewam bikin. Ji bo civakê jî helbet hunermendbûna min qebûl nedikir, hin xizmên min jî beşdarbûna min a di rêzefîlman de qebûl nedikirin û digotin "Keça filan çawa tevdigere?” Tevî wê yekê jî van rexneyan bandor li min nekir û ji ber ku ez ji huner û lîstikvaniyê hez dikim min karê xwe berdewam kir."
"Civak dê li dijî min şer bike"
Sondos El-Sengarî ku hêvî dikir li Fakulteya Ragihandinê ya Komarê ya Zanîngeha Bîngaziyê beşa şano û sînemayê bixwîne, nikare bikeve vê beşê û çû radyo û televîzyonê wiha dibêje: “Ji ber hezkirina min a mezin ji vê hunerê re, min ji medyayê hez kir û beşa wê xwend lê mixabin min nikaribû pisporiya şano û sînemayê bikim, ji ber ku civak ji vê pisporiyê sûd nagire û dê bi min re şer bike."
Ji bo ku keç bikeve vî warî, her dem pêdiviya wê bi gelek ewlehiyê heye ku wê ji tiştên ku di vê navgîna tacîz, destdirêjî û îstîsmarê de diqewime biparêze û Sondos El-Sengarî bi şans bû, li gorî ku ew dibêje: "Ez bi riya hin kesan ketim nava civaka hunerî ku min berê ew nas dikirin ji ber vê yekê destdirêjî ji aliyê kesekî ve li min nehat kirin." 
Der barê ketina xwe ji bo cîhana stranbêjiyê de jî wiha dibêje: "Ez ji rojên xwe yên dibistanê ve ji muzîk û stranbêjiyê hez dikim lewre di beşa radyoyê de divê ez beşa muzîkê pêşkêş bikim. Min di nav komê de gelek stran pêşkêş kirin. Lê komek heye ku li ser YouTube hatiye tomarkirin û daxistin." Her wiha da zanîn ku wê ji gelek hunermendan piştgirî girtiye û piştî ku ji nêz ve nas kiriye bi hunermendên ku nûnertiya wan dikin re têkiliya hevaltiyê ava kiriye.  
“Ji ber ku tiştekî li dijî civakê nakim guh nadim tiştên ten gotin”
Li ser îhtîmala çûyîna wê ya derveyî welat û hewldana derbasbûna ezmûnê, ew dibêje: "Ez pir li ser fikirîm lê min zehmet dît ku ez biçim welatên din, ji ber ku li wir ez ê neçar bibim ku kar bikim û hem jî bixwînim û malbata min jî bi tenê rêwîtiya min qebûl nekir." Ew tîne ziman ku li Lîbyayê tevî îstîsmara hunermendên jin lê ew bi xwe bawer e û hêvî dike ku di vî warî de berdewam bike û tiştê ku diqewime wê bêhêvî neke. Ez dizanim ku ez çi dikim, ez guh nadim kesên ku gotinan dibêjin û ji ber ku tiştek li dijî civakî nakim, guh nadim tiştên ku tên gotin." 
Sondos El-Sengarî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelek kesên li welatên din dikaribûn bi riya malperên tora civakî û sepanên vîdyoyî yên kurt behremendiyên xwe diyar bikin û ji vê taybetmendiyê sûd werbigirin. Lê belê civaka Lîbyayê tinazên xwe bi van serlêdanan dike û cidî negire. Em zehmetî dikişîne ku em jêhatinên xwe derxin pêş, min gelek caran hewl da ku ez bi riya wê bixebitim, lê min dît ku ez jê sûd wernagirim, li vir mijar bi ser nakeve û ji pozîtîfbûnê wêdetir dê ji hêla mirovan ve were xirabkirin.