“Ez dixwazim dengê min rastiya jinên Kurd îfade bike”

Şêrîn a ku ji zaroktiya xwe ve li bajarê Helebê yê Sûriyeyê dest bi dengbêjiyê kir, li Îzmîrê beşdarî gelek çalakiyên hunerî bûye, niha jî endama Tevgera Kevana Zêrîn û Koma Hevrîn e. Şêrîn dixwaze ku dengê wê rastiya jinên Kurd bîne ziman.

EZRA EL-SEDO
Kobanê - Berî şoreşê ji ber derfetên kêm gelek zarok ji pîşeyên xwe bê par mabûn û nikaribûn xeyalên xwe zindî bikin. Şêrîn Şêx Xidir a 16 salî zarokek xwedî şans bû ku bi piştgiriya malbata xwe xeyalên xwe pêk anîn. Ji zaroktiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiriye, niha jî endama Tevgera Kevana Zêrîn û Koma Şehîd Hevrîn Xelef a muzîkê ya li Kobanê ye.
Şêrîn da zanîn ku bavê wê dengbêj e û wê jî dengbêjî ji bavê xwe girtiye û wiha pêde çû: "Dengbêjî di malbata me de mîras e. Bavê min jî dengbêj e û li tembûrê dide, min jî dengê xwe yê xweş ji bavê xwe girtiye. Min ji zaroktiya xwe de ji stranan hez dikir. Dema ez 3-4 salî bû, min li ekranên Kurdî temaşe dikin û li stranan guhdarî dikir."
”Bi koma ciwanên şoreşger min dest pê kir”
Her zarok hewceyê piştgiriya malbatê ye, Şêrîn jî bi piştgiriya dayik û bavê xwe daxwaza xwe pêk tîne û dibêje: "Dema min stran digotin, dayik û bavê min digotin dengê te pir xweş e û biştgirî didan min. Em berê li Helebê diman û ji ber nebûna çand û hunerê wê demê, malbatê, min dişandin tevgerên ciwanên şoreşger da ku perwerdeya stranbêjiyê bibînim, di wir de me kom ava kir û min cihê xwe tê de girt."
Şêrîn eşkere kir ku ew pênc salan li pey hev li Helebê maye lê piştî destpêkirina krîza Sûriyeyê ew vegeriyaye Kobanê û dû re çû Îzmîrê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Min li wir di navenda çand û hunerê ya HDP’ê de cihê xwe girt. Me koma muzîkê, komê kovendê û saziyên jinan ava kirin. Her wiha ez pir caran derdiketim şahiyan jî û di Newroza Îzmîrê de me cihê xwe girt."
“Sê salan li navenda çand û hunerê ya Kobanê xebitîm”
Şêrîn di sala 2015'an de vedigere Kobanê. Şêrîn bi lêv kir ku dema ew vegeriya Kobanê bû endama Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê û wiha domand: "Ez sê salan di Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê de Xebitîm. Ez beşdarî mîhrîcana zarokan a ku li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin bûm. Her wiha ez beşdarî Festîvala Newrozê ya li Girê Spî bûm, ji bilî çend çalakiyên hunerê li Amûdê û Dêrikê.
Şêrîn bi riya stranan hestên xwe tîne ziman, ji ber vê yekê hîn zêdetir li ser dixebite da ku xwe bihêztir bike. Şêrîn diyar kir ku wê perwerde li ser lêdana defê jî dîtiye û wiha pêl da axaftina xwe: "Ez serperiştiya Firqeya Canda me û ez zarokan fêrî govendê, rêzikên bingehîn ên muzîkê û gotina mewalan dikim. Ez hez dikim ku guhdariya mewalên kevneşopî yên Kurdî bikim û wan bi lêv bikim û tevî dijwariya wê jî gelek kes bi şiyana min a pêkanîna vî rengî ya stranan tevî temenê min ê ciwan, matmayî dimînin."
“Ez dixwzim bi zimanê dayikê stranan bibêjim”
Şêrîn ji stranbêjiya mewalan hez dike ku çand û mîrateya bav û kalên xwe û hunera resen a Kurdî biparêze. Hez dike ku herî zêde bi zimanê xwe yê dayikê stranan bêje lê bi zimanê Înglîzî, Erebî û Tirkî jî stranan dibêje. 
Şêrîn got ku heke kesek bixwaze jêhatîbûna xwe bi pêş bixe divê ew ji çend aliyan ve li ser qabiliyetên xwe bisekine. Şêrîn daxwaza xwe tîne ziman û wiha dibêje: "Ez dixwazim di hunera xwe de bigihîjim qonaxeke pêşketî û bi zimanê dayikê stranan bi azadî bêjim da ku dengê wê li çar aliyên cîhanê were bihîstin. Her wiha ez dixwazim dengê min rastiya jinên Kurd ku tevî hemû zext û astengiyan xwe ispat kirine, îfade bike. Li vir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li cîhanê, jinan bi pênûsa xwe, dengê xwe û çekên xwe şer kirin û gelê xwe ji neheqiyê rizgar kirin û hîn jî têkoşîna xwe didomînin da ku xwe û mafên xwe bi dest bixin."