Ev dû roj e pirtukxaneya gerok li Helepce ye

Pirtukxaneya gerok ev dû roje li baxê giştî ya Helepce tê nîşandan û zêdeyî 500 pirtûk ku çavkaniya wan Kurdî û Erebî hate pêşandan.

Helepce - Dûh li baxê Giştî yê Helepce di çarçoveya kar û çalakiyên pirtûkxaneya Helepce de gelek pirtûkên cûr be cûr yên li ser mijarên civakî, helbestî, çîrokî hatin pêşandan. Armanca vê pirtûkxaneya gerok bala hemwelatiyan kişandina li ser pirtûkan û pêşxistina çanda xwendinê ye.

Kejal Hesên ku beşê yasa temam kiriye da diyarkirin ku vekirina pêşangehek bi vî awayî ji jinan re gelek girîng e û wiha got: “Min beşa yasa temam kiriye û ez daxwazê ji jin û ciwanan dikim ku ji torên dîjîtal dûr bikevin û serdana pirtûkxaneya gerok bikin. Girîngiya pirtûk xwendinê heye, her çendî ku dibêjin rewşenbîrî bi xwendinê nabe, lê belê fikir û sûdek zêde ya pirtûkan heye.”

Pirtûkxaneya gerok ev dû roj e li Baxê Giştî tê pêşandan û zêdeyî 500 çavkaniyên bi zimanê Kurdî û Erebî hene.