‘Erka hunermendan hişyarkirina civakê ye’

Hunermenda şêwekar Jîwan Baqî diyar kir ku huner bandorê li ser civakê dike û dibe dengê civakê, divê hunermend bi berhemên xwe hewldana kêmkirina tundiyê bide û hişyariyê belav bike.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Li Başûrê Kurdistanê bûyerên tundiya li hemberî jinan her ku diçe zêde dibe, rojane li hemberî jinan tundî tê pêkanîn û jin tên kuştin, aliyên pêwendîdar û hikumet li dijî vê yekê bêndegî hilbijartiye. Hunermend hê zêdetir dikarin bi hunera xwe hişyariyê belav bikin, ji ber bi riya hunerê diçin nava malên malbatan. Dikarin êşên jinan bi riya dirama, şano, muzîk û karên şêwekarî derbixe holê da ku tundî kêm bibe.

‘Divê bi riya hunerê balê bikşînin ser tundiyê’

Hunermenda şêwekar Jîwan Baqî diyar kir ku hunermend bi riya hunerê dikarin civakê hişyar bikin û got: “Hunermend dikarin bi hunera xwe êşên civakê raxwin ber çavan. Erkê hunermendan ew e ku hewl hişyarkirina civakê bidin. Niha di nava civakê de bil ez tundî belav bûye. Bi aşkere jin tên kuştin û tundî li hemberî wan tê pêkanîn. Bi taybetî niha tundiya derûnî zêde bûye û bi riya derûnî zext li jinan tê kirin. Beşek zêde ya karê min ê hunerê der barê jinan û gel de ye, armanca min a sereke derxistina jinan di nava civakê de ye. Nabe li hemberî dayik, xwişk, keç û hevjînan tundî bê kirin. Jin xwedî hêz û îradeyek teybet in, ji ber wê bala civakê dikşînin û her dem hewldana qutkirina dengê jinan didin. Ez bi riya wêneyên xwe hêz û îradeya jinan derdixim. Ji derveyî wê jî bi giştî tundiyê di nava tabloyên xwe de derdixim ji bo ku li dijî tundiyê hişyariyê belav bikin.”

‘Huner dikare peyama xwe bigihîjîne’

Jîwan Baqî di berdewamiya axaftina xwe de destnînan kir ku niha huner ne di wê astê de ye ku tenê hişyariyê belavî civakê bike, ji ber ku ji bo hunermendan derfet kêm in, pirsgirêkên hunermendan jî hene û got: “Ji derveyî wê jî di her rewşa nexweş de dengê êşê huner û hunermend in. Ji ber ku bi riya hunerê hewl didin dest bavêjin êşên kesên civakê û ji ber wê jî heta niha hunerê peyam xwe gihîştandiye. Hunermend hene xwe ji nîşandana êşên civakê dûr dixe. Lê belê ji derveyî wê çend karên hunerî hene di cureyên cuda yên hunerê de behsa êşên jinan bikin û ew tundiya ku li hemberî jinan tê bikaranîn derbixin û civakê hişyar bikin. Divê hunermend berdewam kar li ser hişyarîkirina civakê û kêmkirina tundiyê kar bike, ji ber ku dikarin bandorê ava bikin û bûyerên tundiyê û kuştina jinan kêm bikin.”