Enstîtuya Fîlmên Ereb guldesteyên sînemaya Filistînê bê pere vekir

Fîlmê bi navê ‘Palestinian Voices’ (Dengên ji Filistinê) ku di arşîva Enstituya Medya û Fîlmên Ereb de ye wê heta dawiya mehê bê pere be.

Navenda Nûçeyan – Enstîtuya Fîlmên Ereb diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê wê fîlmê bi navê ‘Palestinian Voices’ (Dengên ji Filistinê) heta dawiya mehê bê pere were temaşekirin.

Platforma ku bal daye ser cîhana hunera Rojhilata Navîn Arte East, çavkaniyên xwe yên di meha Mijdarê de ji bo Filistînê veqetand.

Enstituya Medya û Fîlmên Ereb, festîvala filmên Ereb guldesteyên berê bi nîşandanên ferazî (sanal) bi temaşevan re anî ba hev û weke saziyek ku çalakiyên taybet li dar dixin xizmetê didin. Niha ev platform dê der barê rewşa niha ya Filistînê de weke çavkaniya zanyarî û girêdanê wê malevaniya koleksiyona çîrokên Filîstînê bike.  

Di guldesteyan de bernameyên kurt, belgeselên metraj dirêj jî di nav de ji fîlmên ku di sê kategoriyan de cih digrin pêk tên.

Fîlmên ku li ser vê lînkê vedibin wiha ne:

Bernameyên kurt

People of Land

Angel of Gaza

Larissa Sansour’s Sci-Fi Trilogy

Belgefîlmên metraj dirêj

Speed Sisters

Between Two Crossings

Five Broken Cameras

Stitching Palestine

Li hevanîna metrajên dirêj

The Tale of Three Jewels

200 Meters