'Divê ji jinan re di qada sînemayê de derfet bên dayîn'

Lêkolînera Tûnisî Ensaf Wahîba, bal kişand li ser hebûna jinan a di qada sînemayê de û xwest jin zêdetir ji bo hilberînê bên teşwîqkirin.

RAJA KHAYRAT

Mexrib- Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya li Salê berdewam dike. Lêkolînera Tûnisî Ensaf Wahîba ya li Zanîngeha New Sorbonne ya Fransayê profersor e, pirtûka xwe ya navê "Di Sînemaya Ereb de Îmaja Jinê” pêşkêş kir û diyar kir pêşketinên jinan ên di gelek qadan de bi ser xistine di sînemayê de erenî nîşan bûye.

Ensaf Wahîba, diyar kir derhênerên jin ên Tûnisî û Mexribê hem aliyê hejmarî û hem jî mijara girtine dest de, di qada sînemayê de bûne pêşeng û dest nîşan kir êdî dem hatiye ku di sînemayê de klîşeyên li ser jinan bên şikandin û bi ferasetek nû dest bi nivîsandina senaryoyê bikin. Ensaf Wahiba der barê pirtûka xwe de wiha got: “Pirtûka min lêkolîna ku min li ser îmaja jinan a di sînemaya Tûnisê de kirin, dihewîne. Min bi lêkolînerên 16 welatên Ereb re hevdîtin kir. Min envanterek jinên ku li pişt kamerayê dixebitin derxist.”

Hejmara xebatkarên jin zêde bû

Ensaf Wahîba, diyar kir li Tûnis û welatên din ên Ereb roj bi roj hejmara jinên li pişt kamerayê dixebitin zêde dibe û wiha got: “Li hin herêman hejmara jinên li pişt kamerayê dixebitin ji ya mêran zêdetir e. Mînak li Misirê rêjeya jinên ku di montajê de dixebitin ji rêjeya mêran zêdetir e. Ez zêdebûna daxwaza jinan a ji bo karê qada sînemayê, girêdayî daxwaza guhertina di nava jinan de pêktê, dikim. Ev rewş di heman demê de ji aliyê civakê ve qebûlkirina hebûna jinê ya di sînemayê de girêdayî ye."

'Jin aktorên sereke ne'

Ensaf Wahîba, bal kişand ser li Salê û Aswanê girîngiya lidarxistina festîvalên fîlmên jinan û wiha got: “Di qada sînemayê de rê li ber nîqaş, diyalog û naskirina hebûna jinan a wek aktorên sereke vekir. Li cîhana Ereb hejmarek zêde jinên ku wek derhêner, sînemager an jî çêker dikevin qada hilberînê hene. Gelek çêkerên jinên Ereb ku di komîteyên jûriyê yên festîvalên fîlmên Ereb û navneteweyî de cih digirin jî hene."

'Divê ji jinan re derfet bê dayîn'

Ensaf Wahîba, behsa derhêner û çêkera Filistînî Farah Al-Arap ku di warê derhênerî û lîstikvaniyê de xelatên binirx girtiye jî kir û wiha got: "Kewter Ben a Tûnisî bi fîlma xwe ya bi navê "The Gift" ya berxwedana Filistînê vedibêje, xelata Oscarê wergirt. Serkeftina jinan a di vî qadê de, îspata vê yekê ye ku divê em jinan di warê sînemayê de jî teşwîq bikin. Ensaf Wahîba, da zanîn yek ji girîngtirîn derhênerên jin ên Ereb derhêner û çêkervana Misrî Attiyat Al-Ebnûdî ye û destnîşan kir divê carna şert û mercên fedekariyên mezin dixwazin bên berçavgirtin û di qada sînemayê de ji jinan re derfetên kar bên dayîn.

'Divê zêdetir lêkolîn bên kirin'

Ensaf Wahîba, der barê giringiya tomarkirin û belgekirinê de jî bang kir ku divê têkildarî dîroka hebûna jinan a di sînemaya Ereb de lêkolin bê kirin û da zanîn ku di dema dawî de hin lêkolînên rojavayî gihîştine wê encamê ku li Misrê yekem damezrênerê sînemayê jin e û bê guman hîn zêdetir lêkolîn dê bibin sedema vê encamê. Ensaf Wahiba wiha gotinê xwe bi dawî kir: "Hêsankirina gihandina arşîvan û eşkerekirina nav û teknîka lîstikvanên jin ên di sînemayê de cih girtine, erka lêkolîneran e.”