Emîne Mûsa 23 sal in çanda folklora Kurdî diparêze
Emîne Mûsa ji bo parastian çanda xwe ya folklorê ev 23 sal in cihê xwe di koma guvendê ya Çiyayê Kurmênc de girtiye, tevî temenê xwe yê mezin bi rehî geş govenda Kurdî digre.
HESNA MIHEMED
Şehba- Çand hebûn û nasnameya mirovan e, civaka bê çand wateya wê tune ye. Girêdaneke xurt di navbera jin û çandê de heye û her tim jin parastina wê dike. Emîne Mûsa bi temen 65 salî ye, ji gundê Sêmala yê navçeya Recoya Efrînê ye û dayika 9 zarokan e. Dayika Emîne bi têkoşîn û qehremaniya xwe tê nasîn, di heman demê de du kurên wê şehîd in. Ev 23 sal in cihê xwe di nava koma govendê ya Çiyayê Kurmênc de girtiye û bi van hewldanên xwe çanda xwe ya folklorê diparêze. Dayika Emîne di sala 1987'an de fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye û li ser esasê wê têkoşîna xwe dide meşandin û didomîne. Têkildarî mijarê dayike Emîne Mûsa behsa serpêhatiye jiyan û xebatên xwe kir û ji me re parve kir.
Naskirina dayika Emîne ji fikir û felsefeya azad re
Bi rêya gotina çîrokan û naskirina qehremantiya gelê Kurd di dîrokê de mereqa wê ji naskirina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbû. Dayika Emîne bi van gotinan dest bi axaftinê kir: "Di zaroktiya min de her tim qehremaniya Kurdan ji me re dihat gotin, vê yekê meraqeke pir xurt li gel min çêkir ku ez fikir û felsefeya azad nas bikim. Di sala 1987'an de li bajarê Helebê min ev fikir nas kir û xwest xizmetê ji civaka xwe re bikim, ji ber fikrên rêber Apo ji bo civakê û berjewendiyên wê derketiye holê. Di salê 1999'an de ez tevlî koma govendê bûm, gelek hezkirinên min ji govenda Kurdî re hebû û di wan deman de zêdetir di şahiyan de me govenda xwe pêşkêş dikir. Rêxistineke xurt di govenda me de hebû û bi pêşkêşkirina wê re me folklora xwe jî diparast. Navê koma me Şehîd Serhet a govendê bû nêzî 23 endaman cihê xwe tê de digirtin."
“Me bi dilxwazî kar dikir”
Dayika Emîne di gelek pêvajoyên giran re derbas bûye, ruxmî wê hewl dide çanda xwe biparêze û bidomîne. Emîne wiha behsa vê mijarê kir: "Em derbasî gelek bernameyan dibûn bi armanca danasîna govenda Kurdî ji civakê re. Piştî kurê min Kamîran şehîd bû demekê ez dûrî govendê ketim lê hezkirina min ji govenda Kurdî re dîsa ruhê di hundirê min de zindî kir. xwesteka Kamîranê min jî ew bû ez di vê xebatê de berdewam bikim û pir hez dikir min bibîne dema govenda Kurdî bigrim. Bi qasî 3 caran di Newroza Lubnanê de bi koma xwe re min govend girtiye, civaka me bi vê yekê pir kêfxweş bû û her piştgiriya me dikir. Alîkariyên ji me re dihatin dayîn bi giştî diket kaseya çanda me û pê me cil û berg û alavên pêwîst ên parastina çandê dikirîn. Me bi dilxwazî kar dikir û du kilîp jî li Efrînê me kişandin."
Hebûna jinan di nav çandê de girîng e
Destpêka avabûna çand û komên govendê bi şoreşê re dayika Emîne jê re pêşengî kir û wiha pêde çû: "Destpêka avabûna koma govendê di Efrînê de, jin zêde cih tê de nedigirtin, ji ber em hemû di wê zanebûna kevneşopiyên civakê de ne. Me dayikan pêşengî kir û pê re jî hemû jin gihand xwe û komên xweser ava kirin. Me di dema xwe de gelek kevneşopiyên civakê derbas kirin û kirasê koletiya wê ji ser xwe avêtin. Hebûna jin di nav çandê de girîng e, ji ber jin bêhtir xwedî lê derdikeve. Niha em bi rehetî çand û folklorê xwe diparêzin. Di 2013'an de navê koma me bû koma Çiyayê Kurmênc."
Parastina çandê erka me ye
Dayika Emîne bal kişand ser zehmetiyên xwe û bi van gotinan bi daw kir: "Ne malbata min û ne jî malbata hevjîna min bi min re bûn alîkar û li kêleka min sekinîn, min bi tenê mal û karê xwe bi rê ve dibir. Min tu carî teslîmkarî qebûl nekir. Malbatan ji tirsa rejîma Sûriyeyê zarokên xwe nedişandin gel zarokên min, ji bo ew jî fêrî çandê xwe bin. Zehmetiyên rastî min dihatin têkoşîna min xurt dikir, bi qasî 11 caran ez hatime girtin lê dîsa jî min domand parastina vê çand û folklorê kir. Em bingeha parastina vê civakê ne û pêwîst e nifşên nû jî li ser hezkirina çandê mezin bikin."