Emanî El-Bedrî dixwaze di warê wênekêşiyê de bibe pispor

Jina ciwan a ji Lîbyayê Emanî El-Bedrî diyar kir ku ew pir ji kişandina wêneyan hez dike û qet jê bêzar nabe, da zanîn ku ew hewl dide di warê wênekêşiyê de bibe pispor bêyî ku xwe bispêre kesê.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Binxazî – Ji ber şer û rewşa li Binxaziyê, Emanî El-Bedrî ya 27 salî, xwendekara Fakulteya Teknolojiyên Agahdariyê, dev ji xwendinê berda û neçar ma ku li hobiyek ku wê mijûl bike li ser tiştên li dora wê diqewimin, bigere. Ji ber vê yekê wê di sala 2015'an de dest bi wênekêşiyê kir û bi telefona xwe wêne kişandin. Piştî du salan xweperwerdekirinê, wê xwe di nav refên cîhana wênekêşiyê de dît.

"Her roj ez ê hewl bidim li vê cîhanê ê tiştek nû keşf bikim"

Emanî El-Bedrî diyar kir ku di sala 2018'an de wê miqdarek pere girtiye û ew difikirî ku kamerayeke profesyonel bikire û wiha axivî: "Bi demê re min xwe zêdetir di warê wênekêşiyê de bi pêş xist û fêrî tiştên nû bûm. Min wêneyên rojbûn û berheman dikişand ku ji şahiyan zêdetir wênekêşiya wan tercîh dikim, ji bilî wênekêşana xwezayê û jiyana bêdeng. Heger ez di wênekêşiyê de wekî pîşeyekî bi ser nekim, ez ê wek hobiyek wê bidomînim. Ez ji wê wekî bazarek tenê ji bo xebatê hez nakim, her roj ez ê hewl bidim li vê cîhanê tiştek nû keşf bikim, û tê de bigihîjim qonaxên têrker."

"Nêrîna civakê li jinên karê wênekêşiyê dikin niha ji berê baştir e"

Emanî El-Bedrî got ku ew bi tena xwe, fêrî wênekêşiyê bûye û wiha pê de çû: "Ez çûm cem çend wênegiran li Benxaziyê lê bersiva min nedan û navendên perwerdeya wênekêşiyê jî tune bûn lewma min kameraya xwe girt û bi xwe dest bi perwerdeyê kir. Ez fêrî her tiştê girêdayî wê makîneyê û rêbazên wênekêşiyê bûm, heya ku ez gihîştim asta jêhatîbûna baş ku dihêle ez bikevim cîhana wênekêşiyê. Nêrîna civakê li ser jinên ku li Lîbyayê pisporên wênekêşiyê ne, niha ji berê vekirîtir e. Di sala 2015'an de ez çûm gundekî li Lîbyayê û min wêne kişand û xelkê gund mîna ku ez tiştekî xerîb bikim li dora min kom bûn, li min mêze kirin lê li Binxaziyê ev yek hat qebûlkirin, her çend ji bo wênekêşandinê ewlehî û destûr lazim e jî."

"Ji ber ku ez jin im êrîşê min dikin"

Emanî El-Bedrî da zanîn ku ew di Ofîsa Ragihandinê ya Navenda Pêşketina Zarokan de dixebite, hemû xebatên navendê bi kameraya xwe dişopîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bêguman di navbera wênekêşiya rojnamevaniyê ku bi fermî ye û celebên din ên wênekêşiyê de ku bi hêla estetîkî ve girêdayî ye, cudahiyek heye. Yek ji zehmetiyên herî dijwar ên ku ez pê re rû bi rû mame gotinên civakê bûn lê ez bi xwe bawer im û kesên ku ji awayên kişandina min a wêneyan hez dikin û piştgiriya min dikin hene û peyamên erênî ji min re dişînin. Ji ber ku ez jin im êrîş li ser min tên kirin. Şîrketek heye ku dema min wêne kişand û kar kir, bawer nedikirin ku ez vê karî dikim û her dem ji karê min guman dikirin, digotin mêrek heye alîkariya te dike ji ber jin bi tenê nikarin vî karî bikin."