“Em nahêlin ku şer û koçberî bandorê li ser çand û hûnera me bike”

Endamên tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê jêhatîbûnên xwe yên çandî û hûnerî ji hev fêr dibin û di nav gel de belav dikin.

FÎDAN EBDULLAH

Şehba – Endamên tevgera Hîlala Zêrîn a li Şehba ye ku di navendê de hevdû li pêş dixin, ji ber girêdana wan bi çand û hûnerê xwe yê kurdî heye û di hundir wan de bi hezkirin hatiye avakirin. Ji bo pêşxistina wê jî di nav xwe de gelek kesayet çandin û di heman demê de jî bûne mamosteyên zarokan.

Yek dikare li def bixe, her wekî din jî li gelek amûrên cuda cuda dide û yên din di stranan de kar dikin û li ser dengê xwe perwede dibînin. Her wiha stranên kevin û yên nû jî fêr dibin, govenda folklorî dikin û hinek li ser şanoyan kar dikin. Li navenda Hîlala Zêrîn bi hizrandina xwe ya li ser rewşa koçberiya bi zorê ku ew bi xwe bûne şahidê wê hûnera xwe pêşkêş dikin.

“Me di malan de perwerdeyê xwe didît”

Bihar Silêman a yek ji endamên Hîlala Zêrîn a Şehbayê di beşa muzîkê de cih digire û dema ku distire bi rîtmê temam dike. Bihar Silêman destnîşan kir ku ew di 12 saliya xwe de dest bi kar û xebatên çandê kiriye, piştî ku ji ber dagirkeriya tirk neçariyê koçberiyê bû di sala 2018 de hat li Şehbayê dest ji karê çandê berneda.

Bihar Silêman ya ku dibêje “Ji bo ku em dest ji çanda xwe bernedin me gelek astengî û zehmetî didîtin û navendên me tine bûn, me di malan de perwerdeyê xwe didîtin” destnîşan dike ku piştî demekê xwe bi rêxistin dikin û navendeke xweser ya Hîlala Zêrîn ava dikin.

Bihar silêman destnîşan kir ku di dema koçberiya bi zorê ya ji Efrîn heya Şehbayê, dibîne ku gelek guherîn di kesayeta wê de çêbûne ku bi navê "Girav" van guhartinan dinirxîne. Lê ew dikaribûn ku sihr li sêrbaz vegerînin di derbarê pêşxistina jêhatbûna wan ê hûnerî û çandî û parastina mîrata wan û çanda dayêkî û girêdana wan a bi çanda xwe re tevî ku tiştê jiyane. 

"Em ji tecrubeyên hevdû sûdê digrin" 

Mamosteyê govendê ya Hîlala Zêrîn Zeyneb Îbo diyar kir ku ew endamek ji koma govenda folklorê ya li Efrînê bû û ji ber koçberiya bi zorê û bêmaliya gelê Efrînê her endamek ji wan wenda bû û koma wan parçe bû. Piştî hatina xwe ya Şehbayê di xebatên tevgera Hîlala Zêrîn de cih girt û bû mamosteyê govenda folklorî ya zarokan.

Xuya kir ku piştî koçberiya gelê Efrînê li Şehbayê pir êş kişandine, windakirina navenda muzîkê heman demê de navendên çand û hûnerê hewceyî kadroyên kevin û kesên zana ye, ji ber vê yekê her endamek di tevgerê Hîlala Zêrîn de perwerde, li amûrên mûzîkê xistin, stran û govendê dide ser milê xwe û ji amûnên hev sûdê digrin.

Zeyneb Îbo diyar kir ku ew gavên girîng bi hev re davêjin, ew bi xebatên xwe serbilind in û wiha pêl da axaftina: "Em ê her girêdayî çand  û hûnera xwe bimînin, em nahêlin ku şer û koçberî bandorê li ser girêdana me ya bi çand û hûnera me bike, ew ê bibe çeka me ya bi hêz  a li hemberî faşîsta tirk û polîtîkayên wî yên li hember gelê herêmê.”

Parastina çandê bi pêk anîna berpirsiyartiyê pêş dikeve

Endamê koma şanoyê ya tevgera Hîlala Zêrîn Sozdar Omer diyar kir ku du şanoya tevgerê hene yek ya zaroka ye û ya din ya jinan e. Sozdar Omer derbarê zehmetî û astengiyên ku li Şehbayê di şert û mercên heyî de dikşînin wiha got: "Windakirina kadroyên govendê ew pirsgrêka herî mezin e ku em dikşînın, ew dihêle ku berpirsiyartîya me zêde bibe ji bo em xwe îspat bikin û jêhatîbûna xwe di govendê de pêş bixin".

Her wiha Sozdar Omer da zanîn ku her tiştê ku derbarê de govendê de dizane fêrî zarokan dike û her wiha bi ekîba heyî ya Hîlala Zêrîn re gelek çalakiyên hûnerî lidar xistine.