Duyemîn Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfê Aştiyê Ye li Kobanê destpê kir

Duyemîn mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê ye bi dirûşma "Li vir hîn hêvî hene divê bên pêşkêşkirin" li Kobanê destpêkir.

Kobanê – Şervana fedaî Arîn Mîrkan ya ji herêma Efrînê, di 5`ê Cotmeha 2014`an de li dijî çeteyên DAIŞ`ê çalakiya fedayî li girê Miştenûr yê Kobanê pêk anî. Ji bo parastina têkoşîn û berxwedana têkoşer Arîn Mîrkan, ev du sal in mîhrîcana şano ya bi navê Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Îro xebatên dewreya duyemîn ya mîhrîcana şano Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye bi pêşengiya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hûner û Desteya Çandê ya herêma Firatê, li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido destpê kir.

Mîhrîcana ku di 5`ê Cotmehê de destpêkir, wê heta 14`ê Cotmehê bi beşdarbûna komên ji Kobanê, Reqa, Minbic, Efrîn, Heleb û Rimêlan birêve biçe.

Mîhrîcanê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Kobanê, nivîskar, helbestvan, hûnermend, derhêner, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û Kongreya Star bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştre koroya mûzikê ya Kobanê, ji bo vekirina mîhrîcanê şanoya mûzîkê ya bi navê  Dara Jînê pêşkêş kirin.

Ji bo naskirina atmosfer û amedekariyên mîhrîcanê ajansa me nêrîn girt.

"Şano dayîka hûnerê ye"

Hevseroka Tev-Çand ya herêma Firatê  û endama komîteya amedekar ya mîhrîcanê Emîne Hisên agahiyên der barê mîhrîcanê de wiha parve kir: "Me îroj dest bi xebatên duyemîn mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye ya şano kir. Îsal beşdarbûna di mîhrîcanê de dewlemend e ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber vê me 10 roj veqetandin. Wê rojê şanoyek û di nav re wê du şano jî werin pêşkêşkirin. Em şano weke dayîka hûnerê bilêv dikin, ji ber vê me xwest em hûnera gelê xwe bi riya mîhrîcanekê re parve bikin. Navê mîhrîcanê jî me ji berxwedan û têkoşîna şehîd Arîn girt. Îro jî 8`emîn salvegera şehîd Arîn Mîrkan e, me xwest em bi vê yekê re xwedî li keda wê û hûnera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin."

"Mîhrîcan rastiya şoreşê û civakê pêkêş dike"

Cîgira desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen ku beşdarî mîhrîcanê bibû, nêrîna xwe anî ziman û got: "Di demeke ku êrîşên dijwar li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, li darxistina mîhrîcaneke çandî û hûnerî peyameke girîng e. Em bi vê yekê dibêjin ku em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî vîneke mezin û wê êrîş li pêşiya xwedî derktina li çanda me nesekinin. Em bi vê mîhrîcanê rastiya şoreşê û civakê radighînin, piraniya şanoyên werin pêkêşkirin ji vê rastiyê hatine amedekirin. Îro her pêkhateyek bi ziman, çand û nasnameya xwe beşdar bûye, ev yek jî dewlemendiya çandên li herêmên me diyar dike. Hîn 10 roj li pêşiya me hene, baweriya me jî heye ku wê şanoyên gelek xweş û bi wate werin nîşandan, ji ber vê em bi coş û meraqeke mezin li bendê ne."

"Me beşek ji berxwedana Kobanê pêşkêş kir"

Derhênera şanoya Dara Jînê Roşan Reşo behsa şanoya ku di vekirina mîhrîcanê de pêşkêş kirin, kir û got: "Em îroj hestên gelek xweş jiyan dikin ku em mîhrîcaneke di vê astê de beşdar bûn. Şanoya me ji rastiya ku li Kobanê hatiye jiyankirin, me amedekir. Me hezkirin, şer, êrîş û berxwedan di vê şanoyê de nîşandan. Ev bûyer di berxwedana Kobanê û di tevahî şerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye jiyankirin. Bê guman mirov çiqas şanoyan di derbarê berxwedanê Kobanê de amede bike, em nikarin rastiya berxwedana ku hat jiyankirin bînin ziman."