Du jinên dengxweş Ferîde û Zêrîn di mehrecana Hawarê de biser ketin

3’emîn mehrecana Hawar a dengbêjiyê ku 6’ê Îlonê li Şehbayê despêkirî bi dayîna xelatên stranbêjên serketî dawî bû. Du jinên dengxweş Ferîde û Zêrîn di hemrecanê de hatin xelatkirin.

 
Şehba– Tevgera Çand û Hûnerê ya Herêma Efrînê bin dirûşma "Çanda resen vedenga serdemê ye" li Kampa Berxwedan a Şehbayê, 3' emîn mehrecana stranên geleriya Hawarê li dar xist. Di mehrecanê de penaberên kampê, sazî, dezgeh û nûnerên çand û hûere yên ji herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de amadebûn. Yekem mehrecana Hawar sala 2013'ê li herêma Efrînê, qonaxa duyemîn sala 2016’an li ehan herêma Efrînê hat lidarxistin, qonaxa sêyemîn a 6’ê Îlonê li wargeha Berxwedan navçeya Fafîn despêkirî bi dawî bû. Ev mehrecan li ser asta herêma Efrînê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji 21 stranbêjên berhemê xwe pêşkêş kirin sêyan pile girtin û derketin pêş. Navê stranbêjên biserketine evin; Ferîde Îbo, Mistefa Şêxo, Zêrîn Îbiş bûn.
Axaftina girtina mehrecanê ji aliyê rêvebera Mehrecana Hawar Rûmet Beko û Rêvebera çand û hûner a Kantona Hesekê Efef Hiskê ve hate kirin. 
"Dengbêjî pêşeroja civaka kurde"   
Rêvebera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê Ronahî Şêxo got: "Ji 21 kulîlkên Efrînê jê sê bi ser ketin, ev kulîlk jî pêşeroja civaka Kurdan e. Dengên zelal û herî xweş li ser dika wargeha Kampa Berxwedan hate nirxandin. Ruxmî ewqasî zehmetî û koçberî  û êrîşên ser çanda me ya kurd li hemberî vê tiştên ku çêdibin bi hemû aliyan li ber xwe didin. Dijmin dixwaze bi hemû aliyan kurdan tune bike, em gelê Efrînê nayê tune kirin. Bi van dengên xweş em ê çanda kurdan biparêzin."
"Armanca me ewbû ciwan xebatên li ser dengê dengê xwe bikin"
Rêveberiya Mehrecana Hawar Newroz Silêmen jî da zanîn ku dengên gelêrî di vê Mehrecanê de derket pêş û wiha berdewam kir: "Armanca me ewbû ku ciwanên meyîla wan li ser dengbêjiyê heyî bikevin ferqa dengê xwe û li ser bixebitin. Di festîvalê de du keç û xortek bi ser ketin ev sê stranbêj gîştin asta yekemîn ya mehrecana hawar. Her sê dengxweşên biserketine hatin xelatkirin. Ên ku heya roja dawî bi ser neketine dengên wan jî pir xweşe lê biryara mehrecanê wiha hate standin. Yên ku bi ser neketine wê dibiniya navenda çandê de dengê xwe perwerde bikin û xwe ji bo sala bê amade bikin." 
"Gelê kurd îsrare ku çanda xwe bipaarêze"
Endama Tevgera Çand û hûner a herêma Efrînê Ronahî Henan jî girêdayî xebatên wan ên mehrîcanê ev tişt got: "Em bi ku ve biçin jî çanda xwe ji bîr nakin. Dengê her 21 dengbêjan jî xweşbûn lê li gorî quralê mehrecanê divê hilbijartin hebe. Yên ku derbasî asta sêyemîn bûne û bi ser ketine û yên din jî dengên wan serkefî bû. Em bi mehrecana Hawar a sêyemîn kêfxweş bûn. Di encamê de hemû milet di vê festîvalê de kêfxweş bûn. Gel îsrare ku Çanda xwe ya resen biparêze û vegerin welatê xwe Efrîn."
Mehrecana Hawar bi stranên gelêrî bi dawî bû.