Du hunermendên plastîk ên ku niha û dîroka jinên mexribê belge dikin

Çalakiyên pêşangeha hunerî ya her du hunermendan Amal Al-Falah û Nadia Ghassal dê li bajarê Dar El-Beyda yê Mexribê heya 9'ê Tebaxê bidomin. Çalakî di bin sernavê "Hemset Wasl" de tên organîzekirin û çil xebatan digre nava xwe, mijarên jinan bi riya wêneyan didin diyarkirin.

HENAN HARIT
Mexrib- Pêşangeha plastîk yekem pêşangeha plastîk a duyem jinên Mexribê tê hesibandin. Ji ber ku ew xebatek hevbeş di navbera her du hunermendan, Amal Al-Falah û Nadia Ghassal de ye. Wan du tabloyên plastîk ên ku tê de bi baldarî xêzkirinên hûrgulî çêkirin û navê “tewsîq – belgekirin" lê kirine ji ber ku tê de ew dema niha û dîroka jinên Mexribê nîşan didin û rola pêşengiya jinan di warê arîkariya hevjînên xwe kirin ku di şert û mercên pir dijwar de di kanan de bi demjimêrên dirêj dixebitin, dide nîşandan.
" Wêneyên xwe ji bûyerên jiyanê yên zindî werdigre"
Hunermend Nadia Ghassal (Nadiya Xesal) ji ajansa me re diyar kir ku ew li ser mijara jinan di hemû diyardeyên wê de dixebite û hunera xwe ji hin bûyerên jiyanê yên zindî û her tiştê ku bi jinan ve girêdayî ye, werdigre. Ji ber vê yekê ew di tabloyên xwe de ruhê jinan vedibêje û hewl dide ku bedewiya ruh û hişê jinên Mexribê derxe pêş û baldariyê nede bedena jinan, bide hiş û ruhê wan. Her wiha destnîşan kir ku ew hewl dide peyamek bide ku jin ne tenê beden û bedewbûn e, xweşikbûna wê bê sînor e û ev xweşikbûn ne tenê fizîkî ye.
Gelek rengan bi kar tîne
Der barê eşya û teknîkên ku Nadia Ghassal ( Nadiya Xesal) di karên xwe yên plastîk de bi kar tîne û awayên hilbijartina wê ji rengan re ew dibêje: "Ez rengên avî (maiyî), rûxam, remil, qûm û kaxizan bi kar tînim" û diyar dike ku hilbijartina rengan li ser bingeha mijarên ku ew di tabloyên xwe de dixebitîne ye.
Hunermend Amal Al-Falah (Emel El-Felah) der barê karên xwe yên hunermediya plastîk de dide diyarkirin ku xêzkirina wê bi yek karekterê ve girêdayî ye, tevî rengîniya wêneyên wê di hin karan de ew balê dikşîne ser kişandina masûlkeyên destên xwe û diyar dike ku bi vê yekê ew dixwaze rola pêşeng a jinên Mexribê yên ku serfirazî û ragirtina xwe nîşan dane, derxe pêş. Di heman demê de, gihîştina jinan a li gelek qadan û hêza wan a pêşbaziyê bi mêran re li ser bingeha jêhatîbûnên rewşenbîrî û perwerdeyê.
Portreyên jinên zanyar, ên pêşeng, ên malan, jinên sehrawî û jinên Amazîxî hene
Her wiha Amal Al-Falah destnîşan dike ku wê bi riya tabloyên xwe yên wênexêziya plastîk rol û misyona jinan a ku berpirsyariyê di hundirê malê de radike û bi tevahî erkên xwe radibe û hêza wê ya rêvebirina jiyana rojane heye dide diyarkirin. Di heman demê de di van tabloyan de bal kişandiye ser jiyana xwe ya li derveyê malbatê li cihê xebatê, bêyî ku bandorê li bedewî û giyana wê ya jinane bike. 
Amal Al-Falah diyar kir ku pêşangeh di heman demê de di hundirê xwe de portreyên gelek jinan wekî "împarator, jinên zanyar û jinên malan, jinên sehrawî, jinên Amazîxî û jinên berxwedêr" jî dihewîne. Li ser taybetmendiyên ku hêz û bedewiya wan a hundirîn nîşan didin, hatiye rawestiya ye.
Tê zanîn  ku pêşangeha "Hemset Wasl" di 31'ê Tîrmeha 2021'ê  de dest pê kiriye û wê heta 9'ê Tebaxa 2021'ê bidome.